Nûçe

Kampa havînê a Komciwanê

Komciwan Elmanya
Îsal Komciwan Elmanya havîna xwe li bajarê Cuxhaven li bakurê Elmanya li ser behra Nordsee bûrand. Di vê hefteya gelek rengên lawên Komciwanê ji bajêrê Mannheim, Hamburg, Wuppertal û Berlin besdar bûn.

Yek ji besên bernamê hefteyê „Soresa Sûrîyê’ bû. Komciwan Elmanya di sesemîn Kongreya xwe da biryar da bû, ku bi her awayekî pistgirîya soresa rojavayê Kurdistanê û Surîyê li dijî rejîma Esedî bû, azadbûnê bike, lewra jî semînarek çêkir li ser vî babeta girîng. Bi vî semînerê rojnamevanê kurd Siyamend Hajo gazî kiribû, yê ku gelek pêzanîn li ser soresa Sûrîyê û bi taybetî Kurdên rojavayê Kurdistanê hene. Di seminarê da destpêka soresê, esasên wê û derbasbûna we heta îro sîrove kirin û herwiha bersîva hemû pirsyarên lawan da. Ji ber ku ev babetê wisa yê girîngî bû me kurda, di vê semînerê jî da giftûgoyek pir bi hêz çêbû û bi yekve bi dûrbînî mêzey encamên paserojê bû gelê kurd kir û herwesa jî li ser arîsên nû axaftin.

Beseka dî ya bernameyî sano ya kurdî bû. Bi vê Workshopê sanogerê kurd Rindo ji Berlînê hatibû. Rindo law him hînî teorîya sanoyê û him jî hînî praktika sanoyê kirin. Babetên sanoyê bi taybetî li ser jîyana kurdan li derveyî welat bûn û arîsên jiyana wan di nav çandeka biyanî da.

Bi besa çandî jî stranbêja kurd Ajda Çelik workshopek amadekir. Di vê workshopê Ajda Celik ê lawên Komciwanê ferî strangutinê kirin û bi yekve stranen kurdî, înglîsî û elmanî digotin.

Wekî her sal jî stran, govend, lîstik, keyf û xwesî jî di kampê da kêm nebûn.

Komciwan hêvî dike, ku Havîna Komciwanê bi dilî endamên wê bû û herwesa jî dilxwes dibe bi her lawekê kurd yê dixwazê havîna xwe li gel Komciwanê sala tê bibûrîne.

Dengê Kurdistan

Back to top button