Kar û xebata HAK-PAR ji bo hilbijartina herêmî berdewam e

HAK-PAR, Civîna Edenê
Kar û xebata Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ji bo hilbijartina herêmî berdewam e.
Heyeta HAK-PARê 24ê Çileya Pasîn, roja înê bi otoboza partiyê di nav bajarê Edenê da gerî, bi Kurdî û Tirkî silav li xelkê kir û pistra li navenda Partiyê bi endamên partiyê û mêvanan ra sohbet kir.
Di 25ê Çileyê Pasîn, roja semiyê jî heyeta HAK-PARê çû bajarên Tarsûs û Mêrsînê, li wan deran gerî û silav li xelkê kir. Lê mixabin li Mêrsînê heyetê qezayek derbaz kir. Otoboza Partiyê ku li kolenekê di ronahiya sor da sekinî bû, pist va tirek hat û lêda. Du heval birîndar bûn, lê sukur birîna wan ne giran e. Li nexwesxanê li ser piyan tedawî bûn û vegerîn. Lê li otobozê gelek xisar çêbû.
Pistî ku polêz hat, rapor dada heyet vegerî hate Edenê.
Rêxistina HAK-PARê ya bajarê Edenê 25ê Çileyê Pasîn, êvara roja semîyê li Edenê xwarinek amade kiribû. Di civînê da qasî 200 heval û mêvan amade bûn. Serokê HAK-PARê yê Saxê Edenê Mehmet Ali Kestan bi axaftinekê xêrhatina mêvanan kir û pistra gazî Serokê Partiyê Kemal Burkay kir ku axaftina xwe bike.
Burkay bi Kurdi silav li heval û mêvanan kir û got: ‘Heftekî berê em li Diyarbekrê bûn û li wir me hin namzetên xwe ji bo serokatiya saredariyan eskere kirin. Îro jî em hin namzetên xwe yên ji bo serokatiya saredariyan yên Edenê û derdorê eskere bikin.’
Burkay pistra axaftina xwe bi Tirkî domand, behsa kar û xebata HAK-PARê ji bo hilbijartina herêmî kir û usa got: ‘Em wek Partiya Maf û Azadiyan di hilbijartinê da cî digrin. Armanca me ew e ku em dengê partiya xwe bidin bihîstin û ji xelkê pistgiriyeke bas bistînin. HAK-PAR partiyeke ji yên heyî cuda ye. HAK-PAR xudan bernameyeke rêk û pêk e. Em çareseriya pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê bi siklê federalî dixwazin. Em dibêjin bila Kurdî bibe zimanê fermî digel Tirkî. Em çareseriya pirsa Elewiyan dixwazin. Em demokrasiyeke rastî ji bo Tirkiyê dixwazin, gor standardên Yekitiya Ewrûpa. Da ku mafên jinan, xebatkaran jî bêne parastin. Her usa em ji bo çareseriya hemû pirsan li gel rê-olaxên asitîxwaz in. Bona vê yekê jî em pistgiriya pêvajoya asitî û çareserîyê dikin. Îro sîleh bêdeng bûne û gelek waxt e xwîn narije, eva tistekî bas e. Lê em dixwazin sileh bi temamî bên berdan, digel vê jî pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê çareser be.’
Burkay di axaftina xwe da behsa krîza siyasî ya dawî kir û got: ‘Vê dawiyê ji ber operasyonên dijî gendalî û bertilê rewsa sîyasî dîsa germ bû. Hukumet jî dibêje gendalî mane ye, hin çeteyên nava dewletê êrisî hukumetê dikin. Bi raya me divê ew kesê ku bi gendalî û bertîlê têne gunekarkirin bila li himber saziya dadî hesabê xwe bidin û divê rê li ber vê proseyê neyê girtin. Her usa, eger gor gotina hukumetê Rêxistineke dizî û curmkar di nav dewletê çêbûye û dijî hukumetê planan çê dike, bila ew jî dîsa bi rîya dadî bê eskerekirin, ango divê huquq bisuxule. Lê çareseriya esasî ji bo pirsên hanê demokrati û zelalî ye. Li welateki demokrat û zelal him gendali û tistên hanê zehmet e, him jî di nav sazîyên dewletê da rêxistinên dizî çê nabin.’
Pistra Burkay hin namzetên HAK-PARê ji bo vê herêmê eskere kirin.
Namzetê ji bo Serokatiya Saredariya Mezin yê Edenê: Arif Sevinç;
Namzetê ji bo Serokatiya Saredariya Mezin yê Mêrsinê: Hüseyin Özdemir;
Namzeta ji bo Serokatiya Saredariya Mezin yê Antakyê: Feride Göçmen Tek;
Namzetê ji bo Serokatiya Bajarê Osmaniye: Baki Akar.
Burkay di dawiya axaftina xwe da gazi hevalên xwe kir ku ji bo kar û xebata hilbijartinê seferber bin û bi dil û can kar bikin. Burkay her usa jî gazî dostên partiyê û himwelatiyan kir û got: ‘Dema dengê xwe didin, nebêjin ku ev partî qezenc dike yan na. Mesele ne hêz e, mesele siyaseta wê partiyê rast e yan sas e; gor dil û daxwaza we ye, yan na. Ew parti çareseriya pirsa Kurd û ya Elewiyan li ser esasê wekheviyê dixwaze yan na Dengê xwe nedine sasan, bidine rastan û wan xurt bikin.’
Pistî Burkay, Namzetê Mêrsînê Hüseyin Özdemir bi navê namzetan axaftineke kurt kir û got ‘ez xwedî siyaseta rast im û ez dixwazim bi serkevim û li benda pistgiriya we me.’
Di civînê da komeke muzîkê yê Kurdên Surî (Kurdistana Rojava) kilam û stranên Kurdî gotin. Her usa jî di sevê de bi Kurdî û Tirkî siêr hatine xwendin. Yek ji wan welatperwerê 80 salî Ehmedê Kurdî bû.
Sev bi kêfxwesî derbaz bû û giha dawî.
25 Çileyê Pasîn, 2014
Buroya Çapemenî ya HAK-PARê
Dengê Kurdistan