Nivîsar

Kelehên sitemkariyê di Sûriyeyê de

Dema mirovek ji nav belengazên Sûriyeyê carekê tenê çavên xwe veke û bi hisê xwe bas li kar û kiryarên neçê û bêdadperwerî yên sitemkaran di Sûriyeyê de temase bike, ji sedî sed, ew mirov wê kindirekî pir kevn û rizyayî û erzan li hustê xwe bigerîne û wê bi destê xwe bi dar veke û wê xwe bi xwe bikuje.

Ev dewleta ku Ewropiyan di destpêka sedsala bîsta de navê Xwedayekî lê kirine (Sûriya), ji hezarê salan ve, ew besê wê yê basûr ji sînorê Tedmirê (Palmîra) û bi xwar de, bi navê Sam dihate naskirin û gelek miletan desthilatdarî li wê herêmê kirine, û ji sînorê bajarê Dêra Zorê û Reqayê û Helebê bi bakur de ta dest û çiyayên Kurdistanê, û ta dema rûxandina sahinsahiya Osmanî, ew di bin desthilatdariya mîr û pasayên Kurd de bû.

Pistî sala 1948 a dagirkerên Firensiyan û hevalbendên wan, ev herdû bes bi pênûseke ingilîzî li ser kaxezeke firensî kirin yek herêm, û di nexseyan de navê wê kirin komara Sûriyeyê û bajarê Dîmesqê (Sam) kirin paytexta vî welatî, lê pistî salên 1950 regezperestên Fileh û neteweperestên Ereb navê vê komarê kirin komara erebî ya Sûriya.

Li vê paytextê recîma partiya Elba`is û bi alîkariya partiya qomunîstên Sûriyeyê, pirtir ji hivdeh saxên ewlekariyê û saloxgeriyê û leskeriyê damezirandine, van desthilatdarên vesatî di rêka van saxan de, çewisandin, kustin, malwêrankirin, revandin, dizî û bazirganiya ser û mirovan li Sûriyeyê û derveyî wê jî dikirin, û bi van kiryara re mirov û hevwelatî û ta lawir û xweza li cem van desthilatdaran yên herî bê nirx bûn..

Vêca heger bajarê Dîmesq (Sam) li hemî Sûriyeyê dergehek ji hesin û pola yê sitmkariyê bû, di heman demê de bajarê Qamisloka evînê û çend bajarên din jî di herêma Kurdistana basûrê rojava de mîna wî dergehî bûn, ku jê ne asêtir be jî, jê ne kêmtir e.

Ji çaxê Sûriya Xwedê giravî berî sêst salî û virde serxwebûna xwe bi dest xistiye, û ta salek ji soresa rûmet û azadiyê (15.03.2011) jî derbas bibû, posta serokatiya saredariyê li Qamislokê û li gelek bajarên Kurd yên din, li gor daxwaza Firensiyan û desthilata partiya Elba`is û qomunîstan bi zorê û bê helbijartinên rewa û bi rengekî sitemkarî li herêma Kurdan didan destê besekî ji Filehan, yên ku endamên herî jîr bûn di nav partiya Elba`is de, û ji serê xwe ta binya lingê xwe di bin navê partiya Elba`is û de û bê rawestandin li ser zemînê serê miletê Kurd dikirin, û çaxê partiyên Kurd digotin ’em li dijî soveniya erebî li Sûriyeyê kar dikin, ji bo em miletê xwe ji kiryarên wan biparêzin’ Ji sedî not û pênc ji wan soveniyan, Filehên di partiya Elba`is û partiya Qomunîstên Sûryeyê de bûn, ango, besek ji Nestûriyan, Sûriyaniyan, Asûriyan, Ermeniyan, Kildan û Romiyan bûn.

Karbidestên Bai`sî di bajarên me de ti berdestî li nav tarên Kurdan pêskês nedikirin, tarên me bi mebestên sovînî û olperestî û nijadperestî (Di bin navê netewa Ereb de) bê bingehên avakirinê, paqijkirinê, darçandinê, seyrangeh, ziftkirina rêkan, kolana kehrîzan, veguhestina elektrîkê, bê zanîngehên bilind, bê mozexane, bê pêsengeh, bê rawestgehên hatûçûnê û bê meydanên lîstika zarokan û mezinan histibûn.

Serokên saredariya Qamisloka evînê, tenê li tarên ku Filehên Nestûrî, Sûriyan, Asûrî û Ermen lê dijiyan, bi erkên xwe radibûn û li wan miqate bûn, mîna tara Elwista û besek ji tara Elxerbî, Bisêriyê, Asûriyê û vê dawiyê tareke nû bi navê Erbewiyê avakirin bûn.

Lê li tarên ku Kurd lê dijiyan, mîna tara Hilêliyê û tara Elxerbî (Tara Elî Fero), Kurnîs, Zenda, Qedûr beg, Cirnikê, Enteriyê, Qenat elsiweyês û Cimayê, van Ba`isên Fileh çavên xwe ji berdestiya ku gerek bû ji wan re bikin, digirtin, ev tar di nav sergo û gemar û toz û tirabêlk û pîsiyê de histibûn, û rewsa van taran eynî mîna rewsa welatên Somal û Yemen û Efxanistanê bû.

Van serokên vê saredariyê ku hemû ji Filehên Ba.isî bûn, destêd wan di wêrankirina xaniyên Kurdan de jî hebû, tê bîra min ji sala heftêyî ve, xaniyên ku polîsên saredariyê bi Tireksan wêran dikirin, tenê xaniyên Kurdan bûn, ew jî bi mehna ku qoçanên wan tunene û bi qaçaxî hatine avakirin, gereke bêtin wêrankirin û herifandin, min rojekê jî nedît û nebihîst ku xaniyekî yekî Fileh bi Tireksên saredariya Qamisloka evînê hatiye wêrankirin û herifandin, û nejî min dîtiye û bihîstiye û xwendiye ku yek ji Filehên hevalbendên Ba`siyan û serokên ku saredarî di destê wan de bûn, li dijî Erebkirina navçeyên Kurdan û kisandina nasnameyên wan, û çewisandina ku li miletê Kurd dihate kirin, helwestek bi wêrekî û mêranî sitandine.

Van berpirsên vê postê rojekê tenê jî, ji desthilatdariya li Samê nexwestine ku dar û daristan li herêmên Kurdan bêtin çinîn, ji ber ku destêt wan bi xwe di qedexekirina darçandinê de jî li herêma Kurdan hebûn.

Li herêma Kurdan navê zarokên Kurd di nasnameyên wan de bi Kurdî qedexekirî bûn, lê rojekê jî min nebihîstiye ku navê zarokên Filehan hatiye qedexekirin, ji ber ku destêt wan bi xwe di wê qedexekirinê de hebû.

Van saredarên Ba`isî di rêka vê postê de û bi alîkariya desthilatdariya li Samê û saxên saloxgerî û ewlehiyê û bi hismendiyek pir pasdemayî heyfa xwe ji miletê Kurd hiltanîn, li gor min ji gelek dîdevanan bihîstiye, destêt wan di sewata sînema Amûdê û sewata zindana Hisiça de jî hebûn, wan bi sedan karbidest û xwendevanên Kurdan ji karên wan bi dûrxistine û berdane wan, û wan bi nivîsandina raporên xwe yên li dijî Kurdan ku ji desthilatdariya Samê re disandin, pê dixwestin bêtir miletê Kurd biçewisînin û pirojeyên fasîstê sedsala bîstan Mihemed Teleb Hîlan li ser zemînê cîbicî bikin.

Ji aliyê xwe ve van saredaran miletê me birçî dihistin, û bi tepeserkirinên bi dizî li ser mirovê Kurd ew digihistin wan armancên xwe, çaxê belengazekî çerçî ji xwe re li ser erbanakê bacan û xiyar birfotana, polîsên saredariyê di rojê de sê çar caran ew û erbana wî digirtin, dawî pirên wan çerçiyan ji ber tepeserkirin û zor û sitema wan polîsan, bi kesin ji saxê ewlekariyê re dibûn hevpisk, ta ku danê êvarî pariyekî nan ji malbatên xwe re bînin.

Lê xap û rîpên herî eskere ku van saredarên bêfedî dikirin ew bûn; çaxê di sahî û xwepêsandanên ku desthilatê birêve dibirin, digotin ‘Em tucarî zemîna xwe ya sîrîn Filestîn û Qudsa pîroz jibîr nakin, bela Îsraîl birûxe, û mirin ji tevgera sahiyûnî ya navdewletî re, û bijî rêber û qehremanê gel û netewa Ereb mêrxas Hafiz El-Esed û sipas ji we re’.

Lê dema bi Cihûyan re diciviyan ji wan re digotin’ Pêximberê me Îsa, Cihû bû, û em wan gotinan dibêjin, tenê ji bo em dilê Ereban pê xwes bikin û xwe pê jî biparêzin, û em ji dil û canên xwe bi dewleta Îsraîlê re ne’.

Belê, ev gotarên van saredaran bûn, lê xwediyê van gotarên ku agir ji devên wan dibarî, xwendina bi zimanê kurdî, cejna Nûroza kurdî, çanda kurdî, lêkolîn di zanîngehan de li ser dîrok û bêjeya Kurd û Kurdistan li hemû Sûriyeyê di rojname û alavên ragihandinê de qedexe kiribûn, û ji cihê ku gotar lê didan bi sêsed çarsed mitroyan, bi tonan kîsên gemar û pîsiyê li ser sergoyan kom bibûn, û bihna wê pîsiyê jî dikete pozê wan de, lê ew bihn pir li xwesiya wan dihat, ji ber ku ew dixwazin ti kar ji tarên Kurdan re neyêt kirin û timî di nav gemar û pîsiyê de bijîn, û bi vê hismendiyê piropagandayeke pir gemar di nav xelkê de li dijî miletê Kurd belav dikirin û li ser vî alî jî li hindur û derveyî Sûriyeyê pir kar dikirin, ta gihistibû astekê ku besek ji miletê Kurd jî ew derew û bêbextiyên wan bawer dikirin.

Rojekê tenê jî saredarên Fileh hevalbendên partiya Elba`is nedihat bîra wan ku dozê li desthilata li Samê bikin, bo zarokên me di dibistanan de fêrî zimanên dayika xwe bibin, lê ji bo zarokên Filehan, karîbûn Sûriyê û cîhanê tevî bihejînin û bêjin, binêrin! Ev Kurd û misilmanên li Sûriyeyê mafên me û zarokên me binpê dikin, gelî cîhana pêsketî, werin me ji destê van hovan biparêzin, haware, haware, ev dixwazin me winda bikin!

Di van çar salên dawî de ji soresa rûmet û azadiyê li Sûriyeyê, ya ku li cîhanê bûye soresa herî navdar di sedsala bîst û yekê de, qey rojekê asayisa PYDê, deboyên xazê li hevwelatiyan belav dikin û para hinek ji Filehên Sûriyan û Asûrî naghêje wan, di vê derbarê de, berpirsê rêxistina Asûrî ya dîmoqrat, birêz Gebrîêl Mûsî di derbarê vê ferman û bûyer û bêmafiya pir mezin de ku li dijî wan hatiye kirin, di civatekê de kirasê xwe diçirîne û hawar û gazina xwe dighîne berpisên belavkirina deboyên xazê li bajarê Qamisloka evînê, û tist nemabû ku dewleta Fatîkanê û hemû dewletên cîhanê pêagah bike, û wê nûçeyê di nav rojname û kovarên navdewletî de bixwesîne.

Ji çaxê ev dewlet bi navê Sûriyeyê hatiye dameziandin, ji sedî not û neh ji Filehên Nestûrî, Sûriyan, Asûrî, Ermen, Kildan û Rom, xwarin û vexwarin û kuncilên xwe ji firosyarên Kurdan nakirin, daxwaza wan ji vê yekê jî ew e, wek wan di civatên xwe yên bitaybet de ji hevre digotin ‘Gereke, em nehêlin rewsa Kurdan ya darayî bas bibe’. Ev jî yek ji daxwazên pirojeya fasîstê mezin Mihemed Teleb Hîlal e.

Mirov çiqas kiryarên van bêbextan bibîne, bawer nake ku ev yên wilo xwe diyar dikin ku ew bê deng û belengaz û bê guneh in, di bin kirasên rêzgirtinê de karên pir wêran dikin, di nerîn û pilan û xapan de pir zana û jîr in, li seranserî Sûriyeyê û bi taybet li Herêmên Kurdan, wan besek ji Erebên misilman ji êlên Semer, Tey, Cibûr, Cihêsî, Serabî, Igêdat, Begara û Xenama kiribûn hevalbendên xwe û ola wan guhertine û ew kirine Fileh, mebesta wan ji vê jî ew e, ku hejmara xwe li nav herêmên Kurdan pir bikin.

Lê tevî van kiryarên bê rê jî, miletê Kurd ranewestiya û timî li ber xwe dida, ji ber ku ew jî wek hemû miletên li vê cîhanê xwediyê hemî mafên rewa ye.

Serkarên Filehên Ba`isî bi alîkariya recîma Ba`is li Samê dilê wan bi vê sitemkariyê jî li ser miletê Kurd hênik nedibû, rabûn pistî berxwedana miletê kurd li dijî kiryarên wan di avdara 2004 a de, bi mejî û hismendiyeke genî û nizim û esekere pilaneke nû afirandin, ew jî zagona 49 a bû, ku li gor bendên têde hatine nivîsandin, kirîn, firotin, avakirin û nûjenkirina zemîn û xaniyan li herêmên nêzîkî sînor qedexekirî ye, û mebesta wan ji vê pirojê û zagonê tenê herêmên Kurdan bû, di dema ku ji Ereb û Sûriyan û Asûrî û Ermen û Elewî û Durziyan re ne qedexe bû.

Kiryar û kelehên sitemkariyê yên van saredaran li herêmên me dikirin, ne kêmî yên recîma Ba`is li Samê bûn, û heger rojek hat û ev recîma Ba`is hate rûxandin, û devê dadgehan li Sûriyeya nû vebûn, û hemû tewanbar û gunehkarên ku destêt wan di sitemkarî û çewisandina vî miletê belengaz de heye, bêtin dadgehkirin, gereke yên pêsî bêtin dadgehkirin, berî recîmê li Samê, saredar û serkarên bajarê Qamisloka evînê bin, yên ku timî ji yek netew û yek olê bûn, û endamên partiya Elba`is bûn, û bi besek ji oldarên wan jî, yên ku di civatên xwe yên bitaybet de digotin ‘Gereke, em rê nedin Kurdan ku fêrî pîsesaziyê û xwendinê bibin û gereke em nehêlin ku rewsa wan ya darayî pês bikeve û bas bibe, ji bo dawiyê bê çare bimînin û ji gund û bajarên xwe sirgun bibin, ji ber ku ev dever ne welatê wan e’.

Tekez, dadgehkirina van kesan li dadgehên Samê û Qamisloka evînê, wê dilên hemû hevwelatiyên van bajaran sad bikin.

Belê, dibe ku xwendevanek vê gotarê bixwîne û bêje, yaho! Bawer, niha ne dema eskerekirina van nakokiyan ne, ez jî ji wî re dibêjim, bes e heyran! Ma mafê berêvaniyê jî hûn nadin me, ev dibe bêtir ji heftê salî û em rastiyan vedisêrin, û gereke miletê me tev bizanibin ku li rojhilata navîn ne tenê sovenên Ereban bûne sedem di bindestî û çewisandina mafên miletê me de, û heger sirovekirinek we li ser kesên Nestûrî, Sûryan, Asûrî, Ermen, Kildan û Filehên Rom yên ku li Ewopayê û Emerîka û Australiya û Niyozîlendayê penaberiya xwe didin, hebe, wê çaxê ya we rast e û ya min sas e.

Pirên wan di pêskêskirina penaberiya xwe de ji berpirsên wan welata re dibêjin ‘Em ne ji ber sitemkariya recîmên Iraq, Îran, Tikiyê û Sûriyeyê reviyane, lê belê, em ji welatên xwe reviyane ji ber ku Kurdan zordestî û sitemkarî li me dikirin, malên me didizîn, keçên me direvandin, jinên me bi zorê ji me distendin, di kolanan de mîna gurên har êrîsî me û dikanên me dikirin, û bi perên pir yên ku ji Ewropa û Emerîka û Îsraîlê ji wan re têt kock û xanî û zemînên me ji me dikirîn, ji bo hejmara me li van welatan kêm bikin, û welatekî ji bo Kurdan ava bikin, û ji ber sitemkariya ku Kurdan li dijî me dikir, em doza penaberiya xwe ya siyasî li welatê we dikin’.

Gelo hûn dizanin bê çiqasî bi jahra xwe di rojnameyên li Emerîka û Ewropayê de ev bêbext serê miletê Kurd dikin, û bitaybet di rojneme û kovarên bêtir bi oldaran ve girêdayî ne, di dema ku pirtir ji du sê miliyon Kurd li derveyî welatê xwe hayê wan jî ji vê propagandayê tuneye, û rojekê jî kesekî Kurd yek gotar li dijî Filehên Nestûrî, Sûriyan, Asûrî, Ermen Kildan û Romiyan di rojname û kovarên Emerîkî û Ewropî de nenivîsiye, lê ew mîna mekînê ranawestin û dixwazin rûpelên Kurdan li derveyî welat res bikin.

Tistekî tenê heye ku ev bêbext nikarin ji berpirsên Ewropiyan re biçesipînin û bêjin, ku Kurd cûdaxwaz in û ew dixwazin Israîla dudoyan ava bikin, ji ber ew bas dizanin ku destê Israîliyan di Ewropaye û Emerîka de dirêje, û dikarin rewsa van bêbextan li wan deveran ne bas bikin û wan bê mafê penaberiyê jî bihêlin, ev gotin tenê çaxê ew li nav me dijiyan digotin, ew jî ji bo xwe di serê li dijî miletê Kurd de nekin berê pêsî û devê tifingê, wan bi zanebûn silogan û piroje û zagon dinivîsandin û di rêka partiya Elba`is û ya qomunîstan re li nav Ereban belav dikirin, û pir mexabin besekî bêkêr ji Ereban jî bawer dikirin, ku miletê Kurd cûdaxwaz e, û dixwazin Îsraîla dudoyan ava bikin, tenê ew gotinên wan ji bo ku pê xwe ji Ereban Erebtir bikin, û regez û ol û netew û hejmara xwe ya kêm di bin navê netewa erebî û kurdî de biparêzin, û bêtir miletê Kurd bête çewisandin.

Ew bi xwe li welatê Ereban Ereb bûn, li welatê Tirkan, Tirk bûn, li welatê Îranê Faris bûn, lê li Kurdistanê û dewletên Emerîka û Ewstoralya û Niyozîlenda û Ewopayê ew Nestûrî, Sûriyanî, Asûrî, Ermenî, Kildanî, Aramî û Romî ne, û neviyên Îsayê pêxember in.

Vêca mirovek ku Xwedê jê bistîne û wî kor bike, rêka qenciyê jî winda dike, van Ba`siyên Nestûrî û Sûryanî û Asûrî û Kildanî û Ermenî jibîr kirine, bê kê ew ji kustinê parastin û li Herêmên Kurdan di nav xwe de histin, ev kesên wisa bê nan û xwê wê tucarî nikaribin bi dadmendî rêbertiya gundekî yan jî bajarekî bikin, û dawî jî ew bi destên xwe fermanan tînin serên xwe û bi wan re jî mirovên bê guneh dibin qurbana van kiriyarên wan yên bi ziyan û bê sûde ne.

Belê, van Ba`isî û qomunîstên Fileh bi alîkariya saxên ewlekariyê yên recîma Sûriyeyê û bi vê hismendiya pasdemayî serê miletê Kurd dikirin, lê van herdû kelehên gemarî jibîr kirine, ku lewlebê çerxa cîhanê geh li jêr in, geh li jor, û her serjorekî xwe berjêrekî xwe heye, û soresvanên qehreman yên pêkhatiyên Sûriyeyê rêka azadiyê helbijartine û bi çakûçên xwe dergehên kelehên sitemkariya we vekirine, û hûn li ber rûxandinê ne, û dem û roj û çaxê dadgehkirina we jî pir nêzîke, û wê agirê Nûroja pêkhatiyên Sûriyeyê careke din ges bibe, û wê bi mafên xwe sad bibin, û helbet wê cihê sitemkarên mîna we di Sûriyeya nû de tunebe.

13.04.2014

[email protected]

Bawerê Omerî

Balkêş e ?
Close
Back to top button