Kemal Burkay: Bi hêvîya rojên bas, azad û aram Newroz pîroz be

Xwisk û birayên delal,
Newrozeke teze hat, bi hêviya rojên bas, azadî û asitî
Berxwedana gelê me ji bo azadî, ji bo jiyaneke aram û bextewar bi salan e bê westan dajo û tê. Me Kurdan di vê rê da bedêlên gelek mezin dan û hîn jî didin.
Pistî ewqas kar û xebata mezin, pistî ewqas bedêl, besekî welatê me, Kurdistana Basûr îro azad e. Hîn pirs û serêsî bi temamî ji holê ranebin jî, gelê me li vî parçeyî karê welatê xwe bi destê xwe rêva dibe, welatê xwe ava dike, ziman û çanda xwe di hemû warên jiyanê da bi serbestî bi kar tîne.
Li parçên dinê ji berxwedan berdewam e.
Li Kurdistana Rojava rews ber bi guhartineke mezin e. Em hêvîdar in li Sûrîyê rojkî berê ser bighê dawî , saziyeke demokrat û federal li vî welatî avabe û li herêma Kurdan, ango li Kurdistana Rojava jî gelê me bikaribe karê welatê xwe bigre destê xwe. Ji bo vê yekê divê hemû partiyên Kurd ên vî parçeyî di nav xwe da pêvendiyên bas pêk bînin, bi yekitî kar bikin.
Li Bakûrê Kurdistanê di van rojên dawi da pêvajoyeke teze dest pê kiriye di navbera dewletê û PKKê da ji bo sekinandina ser û ji bo çekdanîna PKK.
Em weke HAK-PAR li gel vê pêvajoyê ne. Divê rojkî berê sileh bêdeng bin, zêde xwîn nerije, welatê me zêdetir ser û bin nebe. Divê pirsa kurd bi riya danustendinê çareser be. Ew jî bi naskirina hemû mafên Kurdan dibe.
Ango dibê çareserî li ser esasê wekhevîyî û bi siklekî federal be. Asitî, azadî û demokratî bi vî awayî pêk tê.
Ez newroza gelê me ya teze pîroz dikim.
Hêvîdar im 21ê Adarê vêcar bibe destpêka dema asitîyê, rê veke bo çaraserîya pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê.
Azadî û asatî wek hemû gelan heqê gelê Kurd e jî, wek nan û avê.
Kemal Burkay
Serokê Gistî ya Partîya Maf û Azadiyan
Adar 2013
Dengê Kurdistan