Nûçe

Kemal Burkay: Bi raya min gelê Kurd li basûr hîn jî hewcedarî serokatiya Kek Mesûd e

Kemal Burkay di Facebook de helwesta xwe derbarê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ragihand.

HILBIJARTINA SEROKÊ KURDISTANÊ LI BASÛR Û BIRÊZ MESÛD BARZANÎ

Van roj û mehên dawî hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê di rojevê da ye û li ser vê babetê gelek axaftin û gilî-gotin heye.

Helbet ev karê gelê me yê Kurdistana Basûr e. Heya nuha Birêz Mesûd Barzanî bi raya gel û bi siklekî demokratîk hatibû hilbijartin. Nuha pêde jî sik tune serokê teze dîsa divê bi vî siklî bê hilbijartin.

Kurdistana Basûr bi emr teze ye, lê di warê demokratiyê da ji bo Rojhilata Navîn nimûneyekî delal e.

Ez bawer im ku Birêz Mesûd Barzanî ne asiqê post e. Jiyana wî bi kar û xebateke mezin û hêja û ji bo azadiya gel û welatê xwe derbaz bû û îro jî ev kar û xebata bê westan berdewam e. Buna vê yekê hemû Kurdên muxlîs û dilpak jê hez dikin û qedr û qîmeta wî dizanin. Dîsa bona vê yekê ye ku neyarên gelê Kurd ji wî aciz in…

Serokekî usa dilpak, bawermend û xudî tecrubeyeke dûr û dirêj, ji bo Kurdistana Basûr cîyê sanazîyê ye û tesireke bas li ser kar û barên parçên dinê jî dike. Îro ku Kurdistan bi temamî, her usa jî Kurdistana Basûr bi taybetî ji neqebeke teng derbaz dibe û di bin êrisên dijwar da ye, bi raya min gelê Kurd li basûr hîn jî hewcedarî serokatiya Kek Mesûd e.

Bona vê yekê eger ew careke din wek serok bê hilbijartin ezê kêfxwes bim. Jê ra serketin û emrekî dirêj dixwazim.

11 Tebax, 2015

Dengê Kurdistan

Back to top button