Kemal Burkay: Em statûyeke mîna Kurdistana Basûr dixwazin

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij
Enqere (Rûdaw) ‘ Serokê nû yê HAK-PARê Kemal Burkya di hevpeyvînek ligel Rûdawê de diyar kir ku ew li bakurê Kurdistanê statuyekî mîna ya basurê Kurdistanê dixwazin. Burkay derbarê grevên birçîbûnê de jî dibêje: ‘Daxwazên çalakvanên grevê di cih de ne, mesrû ne. Divê hikûmet guh bide deng û daxwazên wan.’
‘Min tu caran dest ji siyasetê berneda’
Rûdaw: Beriya her tistî ji bo serokiya HAK- PARê em pîrozbahiyê li we dikin. Min berê li derveyî welêt gellek caran di civînan de li we guhdarî kir û em bi hev re peyivîn. We nedixwest êdî aktîv siyasetê. Gelo çima hûn bûn serokê partiyeke siyasî?
Kemal Burkay: Ji bo pîrozkirinê spas dikim. Pistî ku min dest ji serokiya PSKê berda, ango ji sala 2003 vir de, êdî niyet û daxwaza min tune bû ku careke din serokatiya rêxistineke din bikim, an jî di qiyada wê rêxistinê da cih bigrim. Lê min tu caran dest ji siyasetê berneda. Ango pistî wê jî min di warê siyasî de nivîsand, di gellek semîner û konferansan de besdar bûm û axivîm. Her usa jî min HAK-PAR, ango Partiya Maf û Azadiyan nêzi xwe didît û tim digot ‘dema biçim welêt ezê bibim endamê HAK- PARê’. Di vegerê da min wiha jî kir. Ne sert bû ku bibim serokê wê.
Lê pistî veger û endametiyê, hevalan ji min xwestin ku bibim serokê partiyê, dilê wan razî nebû ku wek endamekî sade karê xwe bikim. Bi rastî ez jî tê gihistim ku wek serokê partiyê dikarim roleke bastir bilîzim, em tevli hevalan dengê partiyê bastir bidin bihîstin û xurt bikin. Bona vê yekê, her çiqas ew kar di vî emrî de ji bo min giran be jî, min milê xwe da bin vî barê giran û çi ji destê min hat ezê bikim.
‘Du wezîren tirk xwestin min bibînin û me hevdu dît. Ma ew curm e?’
Hin derûdoran vegera we ya welêt wek projeyeke AKPê nîsan dan. Ji aliyê din hevditîna we bi wezîrên Tirkiyeyê û wêneyê we di bin ala Tirkiyeyê de hat rexne kirin.
Ev gotina ku vegera min projeya AK Partiyê ye, derew û buxtan e. Herçî kesê ku min bas nas dike û bi wîcdan e, guh nade gotin û buxtanên wiha. Belê, du wezîrên Tirk xwestin min bibînin û me hevdu dît. Ma ew curm e? Mirovê ku qimetê bidin min û bixwazin min bibînin, ezê jê aciz bim? Wextekî Ocalan çi digot: ‘Qet nebe, çawîsekî bisînin ku em hevdu bibînin ’
Ala tirkî li buroya wezîr û li salona otêlê hebû û me û weziran li wê buro û li wê salonê qise kir. Gelo li Stenbolê, dema ligel wezîrekî tirk qise dikim, ezê bêjîm vê alê rakin? Ev tist li ki derê dinyayê hatiye dîtin? Ma di kongreya BDPê ya dawî de ala tirkî nehatibû dardakirin? Ma ew û hevalbendên wan ên çep ku min ji bo vê yekê gunehkar dikin, ne li Meclîsa Tirk in û her roj li wir di bin ala Tirkiyeyê û li ber timsalê Ataturk de qise nakin? Quran jî him kitêba pîroz a Misilmanan e, him jî ewa ku diyariyê min kirin wergera quranê ya kurdî bû. Ez çima jê aciz bim? Bavê min jî tim Quran dixwend û li gundê me, di dîwarê mala me de, hîn jî heye. Eger yek încîl an tewratekê jî diyariyê min bike, ez sunda venagerînim, ango vê bêhurmetiyê nakim. Ewên ku van tistan dibêjin yan ji siyasetê û ji mirovatiyê tu tistî fêm nakin, yan jî mirovên zikres in.
Serokbûna we ya HAK’PARê ji bo tevgera kurdî tê çi wateyê? Bi kîjan motîvasyon, bi çi plan û projeyek hûn bûn serokê HAK’PARê?
Pistî kar û xebateke vesartî li welêt û sirgûniyeke wisa dirêj, ango pistî 40 salî, ku îro ez dîsa li welêt im, di partiyeke eskere (legal) de kar dikim û bûm serokê wê, ew ji bo tevgera kurdî guhertineke gellek giranbuha û erênî nîsan dide. Her wisa jî ez di televizyonên Tirkiyeyê de li ser pirsa kurdî dikarim bi serbestî qise bikim û gellek rojname bi min re hevpeyvîn çêdikin û bîr û baweriyên min li ser pirsa kurdî diwesînin. Divê em ferqa duh û îro bibînin û li gor wê siyaseteke bi aqil bi rêve bibin. Daxwaz û armancên HAK-PARê di bernameya wê de hatiye nisankirin. Ezê bernameyeke teze danaynim pêsiya wê. Ezê li gor vê bernameyê kar bikim.
‘HAK-PAR çareseriya pirsa kurdî di federaliyê de dibîne’
Bi taybetî ji bo tevgera kurdî û bi gistî ji bo siyaseta Tirkiyeyê cîhê HAK-PARê çi ye?
HAK-PAR xwedî daxwaz û bernameyeke taybet e. Berî her tistî çareseriya pirsa kurdî di federaliyê de dibîne. Ango em statûyekê dixwazin, mîna Kurdistana Basûr. Em dibêjim bila zimanê kurdî jî bibe zimanê fermî digel tirkî.
Metodên kar û xebatê yê HAK-PARê jî malûm e. HAK-PAR metodên astîxwaz daniye pêsiya xwe û dibêje ku ne bi rêya ser û pevçûnê, lê bi rêya siyasetê û bi danûstendinê ev pirs çareser dibe. Ango bila ser bisekine, êdî xwîn nerije. Her wisa jî HAK-PAR ji bo demokratiyeke himçax kar dike, him ji bo Tirkiyeyê him jî bo Kurdistanê. Wek nimûne, em dijî neheqiya li ser Elawiyan, Êzdî û Xaçparêza ne, em dijî neheqiya li ser jinan jî kar û xebat dikin.
HAK-PAR kîjan çîn û grûbên civakî temsîl dike?
HAK-PAR ji ber ku partiyeke azadîxwaz û demokrat e, di nav refên wê de ji hemû azadîxwaz û demokratên kurd re cih heye; ango çi sosyalîst û sosyal-demokrat, çi lîberal û oldar (dîndar).
‘Dema Kurd yek bin û daxwazên xwe bilind bikin, tu hêzek nikare li pês wan bisekine’
We di axaftina xwe ya komcivîna HAK’PARê de anî ziman ku divê PKK çekan berde. Serokwezîrê Tirkiyeyê jî heman tistî dibêje. Gelo eger PKKê dest ji serê çekdarî berda, hikûmeta tirk bi xwe wê mafên Kurdan nas bike?
Ez nabêjim ku dema PKK dest ji serê çekdarî berde, dewleta tirk jî hazir e vê meseleyê çareser bike. Na, ez dibêjim bi rêya serê çekdarî mesele çareser nabe. Ew tecrûbeya me ya berê li aliyekî, lê tecrûbeya van 30 salên dawî jî vê yekê nisan dide. Çareserî dîsa bi kar û xebata miletê kurd dibe. Lê divê ew kar û xebat bi rêbazên siyasî û astiyane bibe. Hejmara Kurdan di nav sinorên dewleta tirk de digihîje 25 milyonî. Dema Kurd yek bin û daxwazên xwe bilind bikin, bicivin, bimesin, tu hêzek nikare li pês wan bisekine. Him gelê tirk bi xwe, him jî dinya wê mil û pistgiriyê bide wan. Li Kurdistana Basûr jî siyasetmedarên xwedî tecrûbe, wek birêz Mesûd Barzanî û birêz Celal Talebanî, vê yekê dibêjin. Ango dibêjin ku di rewsa herêmê û dinyayê ya îro de metoda rast ev e.
‘Daxwazên çalakvanên grevê di cih de ne, mesrû ne. Divê hikûmet guh bide deng û daxwazên wan’
Nêrîna we derbarê greva birçîbûnê de çi ye? Ji bo ku ew çalakî were sekinandin hewceye çi were pêkanîn?
Daxwazên çalakvanên grevê di cih de ne, mesrû ne. Divê hikûmet guh bide deng û daxwazên wan. Lê pêkanîna hin daxwazan girêdayî guhertina destûrê ye, ew jî ne tenê di destê hikûmetê de ye, dem dixwaze; ango hikûmet eger bixwaze jî nikare di heman demê de bi cih bîne.
Digel vê yekê jî, çalakiyeke wiha, ango xwebirçîhistin bo demeke dirêj xetereke mezin e ji bo çalakvanan; ew dikarin bimirin, yan jî seqet bibin. Bona vê yekê ev çalakiyên wiha divê negihijin wê dereceyê. Wan dengê xwe dan bihîstin û hikûmetê ji helwesta xwe nerm kir, haziriyê dike ku hin daxwazên wan bi cih bîne. Hingê divê ew jî êdi dev ji vê grêva birçîbûnê berdin.
‘Nimûneyek wek ‘xweseriya demokratîk’ tine’
We di axaftina xwe ya komcivîna HAK’PARê de got ku îradeya BDPê nîne û têgeheke wek ‘Xweseriya Demokratîk’ di lîteratûra siyasî de nîne.
Raya gistî bas dizane ku hevalên HADEPê, pistî wê jî BDPê siyaseta xwe li gor daxwazên Ocalan birêvebirin û dibin. Dibêjin ‘ew îrada me ye’. Ma ev yek ji bo partiyekê ne sas e? Ji bo çareseriya pirsên etnîkî nimûneyên li dinyayê ev in: Dewleteke serbixwe-cuda, yan jî herêmeke federal, an jî xwemuxtarî (otonom). Heya niha formek bi nav, ya jî nimûneyeke wek ‘xweseriya demokratîk’, an jî ‘otonomiya demokratîk’ tune. Di ser de jî ew heval dibêjin ‘erd ne lazim e, sinor ne lazim e, al ne lazim e, zimanê fermî jî dîsa bila zimanê tirkî be!’ Gelo ev çi ye? Eger federalî, yan otonomî be, divê le ser erdekî be, herêmek be, ango sînorên xwe, ala xwe hebe. Çima li Kurdistana otonom kurdî nebe zimanê fermî?
‘Ji bo rojavayê Kurdistanê federalî çareseriya herî base’
Hûn hertim li ser Sûriyê jî dinivisîn. Ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriye hûn çi difikirin?
Ez dibêjim bila Sûriye bibe welatekî ademî merkezî. Federalî çareseriya herî bas e. Kurd jî li bakûrê Sûriyê, ango li Kurdistana Rojava, herêmeke federal ava bikin. Tirkiye ji vê yekê ditirse, divê netirse. Her wisa jî divê PYD bi rêya silehan zextê li Kurdên Rojava neke, pêwendiyên astiyane û demokratîk di nav Kurdan de hebe, daku di navbera wan de xirabî çênebe û ew bikaribin biserkevin.
17/11/2012 Rûdaw
Dengê Kurdistan


