Nûçe

Kemal Burkay; Gera me ya Kurdistana Basûr

Kemal Burkay

Xwendevanên delal,

Hefta çûyî ez li Kurdistana Basûr bûm. Em wek heyeta HAK-PAR çûn û hatin.

Di 25’ê Heziranê da tevî Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel û Cîgirê wî Celal Yildiz, em ji Enqerê bi balafirê çûn Hewlêrê. Cara pêsîn bû ku raste rast û bi balafirê diçûm Kurdistana Basûr. Çuna min a Kurdistana Basûr ya dawi, 8 sal berê, di destpêka sala 2004 da bû. Hingê çûn û vegera me ji ser Urdunê bû û çîroka vê rêvingitîyê di kitêba min a ‘Gav bi Gav Kurdistana Azad’ da heye. Ev ne rêvingitîyeke hêsan bû, bi zor û zehmet û xeter bû. Lê dîsa jî ji çûn û hatinên me yên berê bastir bû. Ji ber ku ez berî wê jî ji riya Îran û Sûrî çend caran çûbûm Kurdistanê û ew rêvingitî gelek bi zor zehmettir û xetertir bûn. Welatê me mixabin ji bo me ‘li nav heft çiyan’ û di destê dêvan da bû. Nuha beseke wê rizgar bûye, gor berê gelek aram e, lê besên mayî dîsa bi ser û pevçûnan dikelin, bi xeter û dafik tijî ne.

Di nav 8 salan da Kurdistana Basûr gelek guhariye, pêsva çûye. Li Hewlêr û Silêmaniyê balafirgehên bas çêbûne û çûn û hatin heye bi çarkoseyê dinyayê. Wekî din jî bajar gelek mezin bûne, gelek binayên mezin (otêl, mixaze, bîneyên dewletê û hwd) û taxên teze ava bûne, rêyên fireh û bas çêbûne. Ev avakirin her berdewam e, her der wek santiye ye. Elatrik nuha têra xwe heye, ji ber ku bendên teze û santralên ku bi niftê kar dikin çêbûne.

Di warê perwerde da guhartin gor 8 sal berê gelek mezin e. Wê demê tenê 500 dibistan hebûye, nuha bûye 13 000 heb. Wê demê 4 zanîngeh hebûn, nuha buye 14 heb. Perwerde bûn di dibistanan da bi zmanê Kurdî ye. Pistra dibe Kurdî û Ingilizî, heya derecekî jî Erebî. Dora 5 000 ciwan bi alîkariya Hukumeta Herêmê di zanîngehên der welat da, li Ewrûpa, Emerîka û welatên dinê xwendina bilind û doktora dikin.

Di balafirxana Hewlêrê da berpirsên Partî Demokratî Kurdistan xêrhatina me kirin û em di Otêl Hanzad da wek mêvanê wan man. Di havîna ortê da Basûr gelek germ bû, derece ji 40’î bilindtir bû, lê em jê aciz nebûn; ji ber ku otêl, erebe û mal hemû bi klîma bûn. Lê dema em li wir bûn, toza Erebîstanê di ser gund û bajarên Kurdistanê da girt, wekî du-sê rojan çav çavan ne didît… Ev tist berê jî çêdibû, lê gelek kêm bû (salê carekê yan du-sê caran); dibêjin nuha gelek zêde bûye û carina ber bi Bakur, heya Diyarbekrê jî tê.

Em sev gihabûn Hewlêrê. Roja dinê me Serokê Herêma Kurdistan birêz Mesûd Barzanî li Serê Res zîyaret kir. Rojên pistî wê jî me serlêdana polîtburaya PDK û parlamena Kurdistanê kir. Li Parlamanê plaketek diyariyê min kirin ji bo kar û xebata min a sîyasî û çandî ya salan ji bo azadîya gelê Kurd. Ew ji bo min diyariyeke gelek giranbuha ye.

Pistra em çûn Silêmanîyê û polîtburoya Yekitî Nistimanî Kurdistan ziyaret kir. Pistî vegerê jî me Komita ENKS (ya Kurdên Surî) li Hewlêrê û Serokatiya Hîzbî Demokratî Kurdistan-Îran li bajarê Koyê ziyaret kir. Ew hevdîtinên me wek heyet di çapemeniyê da bi firehî cî girt, bona vê yekê ne hewce ye ku ez behsa wan bikim.

Gor bernamê meyê Serokê Komara Iraqê birêz Celal Talabanî jî wê bidîta. Dema em çûn ew ji ber hin problemên tenduristî li Elmanya bû û gotin dawiya heftê wê vegere. Lê mixabin hatina Mam Celal tehîr bû û bona vê yekê me hevdu nedît.

Lê her usa jî em çûn hin cîyên dinê û me dost û hevalên dinê jî dîtin.

30’yê Heziranê da em ji silêmaniyê çûn Çemçemal, bajarê nêzikî Kerkûkê. Li wir me monyûmentê (abîde) Enfalê zîyaret kir. Di riya vegerê da jî me abîdeyê Sêx Mehmûd Barzencî zîyaret kir ku Sêx Mehmûd li wir ser kiribû û bi birîndarî ketibû destê dijmin.

Di vegera Silêmanîyê da em çûn dîtina hevalên Pêsverû (PPDKS). Sekriterê Partiyê Kek Hemîd Dewrês ji ber civîneke mixalefata Sûrî çûbû Qahire. Me mesûlê buroya wan Ali Semdîn û hevalên wî dit, her usa jî çûn mala Kek Hemit û Xuska Leyla û zarokên wê dît.

Eynî rojê em vegerîn Hewlêrê. Me roja dinê (2’yê Tîrmehê) Sinemxan Bedirxan (keça Mîr Celadet) û sekriterê berê yê Hîzba Sûyî, dostê hêja Ezîz Mihemmed ziyaret kir. Kek Ezîz emrê xwe gihaye 87 salî, lê hîn jî wek xortekî li ser xwe ye, hisyar û xwessohbet e.

Li Hewlêre, her usa jî me du xortên hêja, Ararat û Serdar (Revebirê malpera Dengê Azad) û hin nas û dostên dinê jî dîtin û wan di hatin çûnê da alîkariya me kirin.

Em di 3’yê Tîrmehê da bi riya bejîyê vegerîn, ji derîyê Ibrahîm Xelîl derbazî Bakur bûn û hatin Diyarbekrê. Li wir me çend saet li navenda HAK-PARê bi hevalan ra li ser gera xwe û bûyerên dawî sohbet kir û eynî rojê êvari ez û Celal Yildiz bi balafirê derbsazî Enqere bûn. Roja dinê jî hatim Îstembolê.

Gera me bi tevayî 10 roj ajot. Belê em westiyan. Lê dema mirov karekî bas dike ew hêjayî westanê ye û westana kar û xebatê zû derbaz dibe.

6 Tîrmeh 2012

Dengê Kurdistan

Back to top button