Nûçe

Kemal Burkay li Stokholmê basdarî sînîya Celal Talabanî bû

Îro li paytextê Swêdê Stokholmê civîna sînî û serxwesîyê ji bo serokekî navdar ê tevgera azadîya Kurdistanê; Mam Celal Talabanî çêbû. Di Civînê da digel hezaran nistimanperwerên Kurdistanê hin sexsîyet û rêberên tevgera azadîxwez ên neteweyî jî besdar bûn. Yek ji wan jî dostekî qedîm ê Mam Celal Talabanî, lîderekî sîyasî ê eyan ji Kurdistana bakûr, serokê HAK-PARê ê berê, nivîskar û siyasetmedar birêz Kemal Burkay bû.
Ji bo çûyîn û besdarbûna di mersima binaxkirina Mam Celal da, roja çarsema çûyî, berpirsên Yekîtîya Nistimanî Kurdistan di balafira termê Mam Celal da ji Almanya bo Kurdistanê, ji bo birêz Kemal Burkay jî cî veqetandibûn. Lê mixabin Burkay ji ber pirsên tendurustîya xwe nikaribû here. Burkay ji bo serokatîya YNK û malbatê serok Celal Talabanî nameyeke serxesîyê sandibû. Û îro jî digel hin hevalên xwe û heyeteke HAK-PARê li Swêdê besdarî sînîya Mam Celal bû. Li vir kanala TV ya K24 di wesana zindî da bi Burkay re li ser yadkirina Mam Celal hevpeyvînek çêkir û belav kir. Burkay di hevpeyvînê de li ser rola Mam Celal di serê azadîxwazîya kurdan de û hestên xwe derbarî dostê xwe yê têkosînê Mam Celal da axifî û ew yad kir. Burkay pistî vegera xwe ya ji Swêd dê here Kurdistana Basûr, û seredana gora mam Celal û YNK û malbata Talabanî jî bike.

Dengê Kurdistan

Back to top button