Nûçe

Kemal Burkay; SERKETIN JI BO GELÊ KURD E

Hevalên delal,
Weki ji we ra jî eyan e, îsev Hukumeta Bexdayê a zordest û dagirker êrisek anî se Kerkûkê û derdora wê, bi destê leskerê xwe û çeteyên Hestî Sabî yê ser bi Îranê.

Ji xwe Rêvebirîya Kurdistana Basûr jî li benda êriseke han bû û ji çend rojan vir da gor xwe dedbîr distandin. Le mixabin xuya bû ku ev tedbîren hanê di hin aliyan da têrê ne kirin. Berî her tistî hin hêzên nav YNK ku ne bi hukumeta Kurdistanê ra ne û guh nadin îrada gel ji bo serxwebûnê, ewana di rojeke hanî tarîxî da jî roleke xirab lîstin, di enîya ser da ber xwe nedan. Hin hêzên pêsmerge ku bi wan ra girêdayî bû, xuya ye sunda vekisînê û rê ji hêzên dijmin ra vekirine.

Eva bêbextiyeke mezin e li gel û welat. Bona vê yekê li ser riya Kerkûkê li Dûzê û dora Kerkûkê hin cî ketiye destê dijmin. Lê ne wekî hin xeberên ses Kerkûk teslîmî dijmin ne bûye.
Pesmerge di senger da ye, bi mêranî ser dike û xelkê Kerkûkê jî tevî pêsmerge welatê xwe diparêze. Dijmin ji nuha va hatiye sikestin û qewirandin

Hevalno, di demeke han da di derheqa ser da xeberên sas û derew pir in. Dijminên gelê Kurd û xayînen nav me ‘ku ew jî mixabin tim hene- derewan belav dikin, dibêjin pêsmerge revî, Kerkûk kete destê dijmin, filan fismekan…

Vana di dema serê DAÎSê jî, bi taybetî li ser Sengalê gelek derewên usa belav kirin.

Bi van xeberên bê bingeh bawer nekin. Hîn destpêka ser e. Li dawî kî bi serkeve, kî winda bike wê xuya be. Ez bawer im vêcar jî gelê me yê Kurdistana Basûr bi serkeve, êrisgeran wê biqewirîne, bela wan bide û welatê xwe bi tevayî rizgar bike û Kurdistana Serbixwe bibe rastî û dinya jî nas bike.

Hevalno, welatperwerno, hûn xemgîn nebin û dijmin jî biia qet sanebin. Ez bawer im, vêcar serxketin ya gel û welatê me ye.
Herçî kesê me ku li parçên dinê dijî, bi taybetî Kurdên Ewrûpa, Emêrîka û welatên dinê, nesekinin, ji bo pistgiriya gelê me yê Kurdistana Basûr çalakiyan bikin, mes û civînan darxinin, dengê gelê me bidin bihîstin.

Serketin ji bo gelê Kurd!

Rûyê dijminan û xayînan bila res be!

Kemal Burkay

16 Çiriya Pêsîn; 2017

Dengê Kurdistan

Back to top button