Kemal Burkay û heyeta HAK-PARê besdarî bîranîna Dr.Serefkendî bûn

Kemal Burkay û heyeta HAK-PARê besdarî bîranîna Dr.Serefkendî bûn
Kemal Burkay û heyeta HAK-PARê ku ji bo pistgirîya Referendûma Serxwebûna Herêma Kurdistana Federal û vekirina nûnerîya HAK-PARê ya li Hewlêrê çûne Basûr, roja 17 Îlonê li Koysancaqê baregeha PDK-I ziyaretkirin. Wê rojê hema pistî vekirina buroya HAK-PARê, Burkay tevî endamên serokatîya HAK-PARê Arif Sevinc, Hüseyin Özdemir û Düzgün Kaplan besdarî merasima bîranîn û rêzgirtina sehîd DR. Mihemed Sadiq Serefkendî bûn.
Li vêderê di navbera serwerên herdu partîyên bira de rûnistineke germ û birayane çêbû. Wan li ser pirsê rojevê û bi taybet li ser Referandûma 25ê îlonê qisekirin. Hevdîtinê saet û nîvek domand. Dawîyê de herdu alîyan ser vê hevdîtinê kêfxwesîya xwe anîn zimên.
Dengê Kurdistan