Kerkûk bi temamî di bin kontrola pêsmerge de ye

Kerkûk (Rûdaw)- Sekreterê gistî yê wezareta pêsmerge Cebar Yawer pistrast kirk u bajarê Kerkûkê û hemû navçeyên din ên Kurdan li parêzgeha Kerkûkê di bin kontrola hêzên pêsmerge de ne.
Cebar Yawer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku bajarê Kerkûkê ji duh çarsemê de bi temamî ket di bin kontrola hêzên pêsmerge de ye.
Yawer askere kir ku niha parêzgeha Kerkûkê bi temamî di bin kontrola pêsmerge de ye.
Ji tirsa êrîsên çekdarên DAÎSê, hêzên artêsa Iraqê ji bajarê Kerkûkê reviyan û hêzên pêsmergeyên Kurdistanê cihên wan girtin.
Fermandarê lîwaya du ya hêzên pêsmerge Nadir Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên artêsa Iraqê ji navçeyên Kurdan li parêzgeha Kerkûkê reviyane û hêzên pêsmerge cihên wan girtine.
Hêzên artêsa Iraqê pistî ku reviyan, besek mezin ji kel û pel û pêwîstiyên xwe yên leskerî li pey xwe histine.
Dengê Kurdistan