KERONA WÎRÛS!…
Hevalên delal,
Gelek waxt e min tistek ne nivîsand. Lê min rojiya xwe ji ber vê andêra Korona wîrûsê sikand.
Bona vê yeke gelek kesan dev ji çûna Ûmrê, ango tawafa Kabê berdan (ji xwe dewleta Suudîyê derê Mekkê girt), gelek kes dev ji nimêja înê berdan, min jî ji rojiya nivîsandinê
Va vîrûs çi tistên ecêb in, çi bela ne heyran! Mirov dikare xwe ji sêr û keftaran biparêze, dikare xwe ji hirçan, ji guran, ji gurmirovan biparêzê, lê nikare ji van zerreyên piçûk biparêze, ku bi çavan xuya nakin.
Navê xwe jî ecêb e: Korrona wîrûs Ji bo Kurdiya wê mirov dikare bêje KERONA yan jî KURONA WIRÛS !
Lê rebenê ker û kuriyan, tu gunehê wan di vî karî da tüne
.
ÇIMA DERENG HAT TIRKIYÊ?
Wekî eyan e, ew wîrûs, gor der û cîranan dereng hate Tirkîyê. Hûn dibên çima?
Gelo tu bêjî zû va hatibû hayê me jê tunebû?.. Yan ji berpirsên dewleta Tirk tirsîya bû?.. Ka li vî welatî zulm û teda pir e, mafê mirovan tune, wîrûs ji xwe tirsiyan
Hin kesan gotin ji ber genên Tirkan e ku ew wîrûs li Tirkiyê û welatên din ku Tirk lê dijîn, bi hêsanî belav ne bû
Lê gelo, hayê wan kesan heye ku genên xelkê vî welatî, ango yê Tirkiyê çiqas genê Tirkan in? Çend sal berê li Amêrîka lêkolinên li ser xwina welatîyên vî welatî hate kirin, nisan da ku xwîna xelkê vê welatî anca % 2 xwîna Tirkan e. Ango % 98 xwina xelk û milletên din e!
Na, ev teoriya nijadperest bê bingeh e.
DERMANÊ XWE ÇI YE?
Hekîm dibêjin hîn dermanê xwe tüne. Lê gelek kar û xebat tê kirin kû Jê ra dermanekî peydakin.
Herçiqas hekîman hîn derman ne dîtine, lê gor hin kesan derman heye. Yek ji wan nivîskarê Rojnama AKIT’ê, Evdirehman Dilipak e. Dîlîpak dibêje derman kindir e, lê ajotina kindirê li Tirkiyê salan berê bi daxwaz û tesîra Amêrîkîyan hate qedexekirin.
Kindir çima derman e, em pê nizanin. Qasî ku em zanin ji kindirê esrar çê dibe, yê ku dikisinin gêj dibin. Bona vê yekê esrar li hemû welatên medenî, wek eroyînê qedexe ye.
Lê xuya ye, Dilipak tistekî zane. Dibe ku ew dixwaze hemû welatî têrî xwe esrarê bikisînin û gêj bin, wê wextê bimînin jî, bimirin jî tu êsê nakisînin û ji wan zirar nayê
Walle eger hal û mesele ev e, ne derd e, ne hewce ye ku welatî esrarê bikisînin, ji xwe ew ji nuha va gêj in. Ma ewên ku bi salan û bi zora ço welat îdare kirin û hatin, di serê kê da aqil histin?..
HEYA SES MEHAN WÊ TOFAN RABE?
Yek ji avakerên (damezrênarên) AKP’ê, ku pistra jê cuda bû, ango hevalekî Erdoxan û Gul ê berê, Evdilhemît Sener, gotiye ku ev korona wîrûs tesîreke gelek xirab li ser aboriya dinyayê wê bike. Sener dibêje: ‘Aboriya dinyayê heya ses mehan wê têk biçe û hemû hukumet biruxun!..’
Gelo ev çi kehanet e? Ango heya ses mehan tofan rabe, bibe qiyamet?..
Gotineke Tirkî heye, dibêjin ”Êlle gelen dügün-bayram!..’ Ango tistê ku tevî herkesi hat serê me, wek cejn û dîlan e!..’ Em jî dikarin usa bêjin.
Him jî ger hemû hukumetên dinyayê biruxin, ev dinyaya bê dad ser û bin be, ne xirab e! Yên ku dinya kirine vî halî ew in.
Tisxtê ku xelk nikarin bikin, dibe ku ev KURONA WÎRÛS bike!..
Gotinek heye, dibêjin: ‘Di her xirabiyekê da xêrek heye ’
12 Adar 2020
C E M A L Î