Kêseyên rojhilata navîn û yên tirimbêla Bekiro
Ji hezarê salan ve çaxê mirovan dest bi avakirina sûn û warên xwe kirine û xwestine hebûna xwe biparêsin, serên wan ketine nava teqreqê de û qeyran li pey qeyranê û kêse bi dû kêseyê de bi serên wan de hatine, ji lewra ew mirovana her ji kêseyekê rizgar dibûn, xwe ji ya di pey re amade dikirin.
Li rojhilata navîn jî sê sedemên taybet hene, ku ji miletên wê deverê re bûne bobelat û kêseyên mezin, yek jê, posta xaknîgariya vê devrê ye, dido, dewlemendbûna wê ye, sisê, bê aramî û nelihevkirina di navbera miletên vê deverê de ye.
Di dema bûrî de li vê rojhilata navîn ya xakpîroz, bi sedê salan sahinsah û serûkên élan û desthilatdaran timî li hember hev ser dikirin, mîna neçîrvanan li benda neçîrên xwe bûn, ta ku delîvek ji wan re bihata, digirtin ser neçîrên xwe û ew tarûmar dikirin.
Di destpêka sedsala bîsta de xwedêgiravî dewletên nûjen hatibûn damezirandin, ji bo ku kêsyên netewî û olî û civakî û yên kevnesopî û ramanên pasverû kêm bikin, di wê parvekirina bêdad de gelek milet ji xak û desthilatdariya xwe bi xwe bêpar man, ji lewra bi wê parvekirinê û damezirandina dewlet û sîstemên nû re jî, dewletên bihêz û sermayedar nikarîbûn hemû kêseyên rojhilata navîn çareser bikin, û ew miletên vê herêmê bûn mîna mirovekî nexwes ku hemû bijîskên li vê cîhanê nikarin nexwesiyên wî derman bikin.
Dewletên li vê herêmê her çend salan ser di nav wan de çîdibe, û yên ku ser nakin jî, hevwelatiyên xwe dixapînin û di alavê ragihandinên xwe de ji wan re dibêjin Em niha nikarin hemû daxwazên we bi cîh bînin, ji ber ku em xwedî dijminin’.
Di wê navê de carinan miletên xwe ji avakirina dewleta Kurdistanê jî ditirsandin û ji wan re digotin:’Kurd dixwazin Isra,îla didoyan avabikin û hûn jî doza çaksaziyan li recîmên xwe dikin, Kurd dixwazin bibin dewlet ma qey hûn tênagihêjin, hûn kor bûne?.
Bi vî awayî çarenûsa hemû miletên li rojhilata navîn ketiye destê recîm û desthilatdarên van dewletan de, herweha biryara ser û astiyê, avakirin û wêrankirinê, xwarin û vexwarinê, kirîn û firotinê, xew û siyarbûn, sîber û hêvî, axaftina bi zimanê dayikê, nivîsandina gotar û pirtûkekê, lixwekirina cilûbergan, lidarxistina sahiyekê, derketina seyrangehan, û ta lêstika gogapê, hemû di destê wan de ye.
Gelek caran kêseyên kesekî yan yê malbatekê di rojhilata navîn de bûne sedem, ku ser di navbera du êlan yan du olan, yan jî di navbera du miletan û du dewletan de çêbibe.
Ji ber avakirina van dewletên bê dezgeh (Ji bilî dewleta Isra,îl li rojhilata navîn) û lawazbûna bingeha wan, mirov dibîne bê çiqas dest têwerdan di nava van dewletan de hesan e, ev jî encama karê mirovên bijartene ku nikarin wan kêseyan ta niha çareser bikin.
Ev kêse û qeyranên bêdawî ku li rojhilata navîn hene, mîna kêseyên tirimbêla Bekiro ne, ew tirimbêla mûdêl kevin û hesin xurt û kesmê wê pistqop mîna kêzika hecê, ya ku di sedsala bîsta de ji salên heftê ta dawiya salên heystêyî, kêse û serpêhatiyên wê li ser zimanê rûnistvanên li Cizîrê û bajarê Qamisloka evînê bibûn çîrok.
Carekê ez û hevalekî xwe bi tirimbêla apê Bekiro re ji bazara bajarê Qamislê dihatin tara rojavayî wê, min ji apê Bekir pirsî: Apê Bekir, rast e ,dibêjin misk di tirimbêla te de hene?
_Wellah, ez apê te me, berî heftiyekê min jahr ji wan re danî lê pê nehatin kustin.
_De cara bêt ji wan re xefka deyne.
_Ez apê te me, ez ê xefka jî deynim.
Em û rêwî tevde bi axaftinên li ser tirimbêla wî keniyan.
Careke din ez û çend hevalên xwe li ser rêka Amûdê li hember mizgefta Qasimo rawestiyabûn û me sîranî dixwar, ji niskave tirimbêla apê Bekir nêzîkî me rawestiya û rêwiyek jê peya bû, çawa yê rêwî deriyê pas bi hêl girt, deriyê aliyê din vebû, bi wê dîmenê re me dest biken kir, yê rêwî li tirimbêlê zîvirî û deriyê aliyê din yê vekirî girt, careke din deriyê ku jê daketibû, vebû, em û rêwiyên pêre tev de dikeniyan, rabû apê Bekir, destê xwe di ser kursiyan re avêt derî û yek bi dû ê din de girt û got:Yaho! Ev xelk nema zanin deriya jî bigrin’.
Ta sala 1980 yî dema min di ber xwendinê re hesinkarî dikir, gelek caran apê Bekir tirimbêla xwe tanî cem me, carekê debo û segman qul bûne, yekê meqes sikestiye, ya jî birxwiyek di motor de sikestiye, me jêre çêdikir, û tevî ku apê Bekir li devê deriyê mala xwe jî timî li tirimbêla xwe dixebitî bo dirust bike, lê herî dawiya kêseyên vê tirimbêlê nedihat.
Carinan hinekan digotin: Wê rojê li sahiyekê tirimbêla Bekiro kiribûn ya bûkê û dabû pîsiya hemû tirimbêlan.’ Ev nûçe ji gelekan re mîna susretekê bû ku hîn kes nedîtiya û bawer nedikirin ev nûçeyek rast be.
Hinekan ji apê Bekir re digot: Apê Bekir, de vê tirimbêlê bifrose û xwe ji wê xelas bike!’.
Apê Bekir ji wan re digot: Yaho! ez wek van ajovanên din nakim, ez tirimbêla xwe niha nafrosim, ez ê pistî sîh cil salên din bifrosim, wê çaxê wê bibe entîke û wê pir buha bê firotin,’.
Ev tirimbêla apê Bekir li nav xelkê Qamislê û hemû Cizîrê bibû çîroka li ser zimanan, yekî ko karekî wî neçûbaya serî, xelkê jêre digot: Ma çawa bû, qey bû tirimbêla Bekiro?’.
Û dema kêseyek dikete pêsiya karên yekî Ereb de, yên li dora wî jêre digotin: Ma çawa bû, qey bûye kêse û pirsa Filestînê?’.
Pir mexapin ku ta niha pirên Ereban li rohilata navîn ti pirsa ji bilî ya Filestînî nabînin û napejirînin, helbet ev helwesta wan bi rengekî ne erênî li wan vedigere û ew jî tevlî kêseyên din dibe.
Miletên rojhilata navîn jî ku aloziyek dikeve pêsiya hêvî û karê wan de, yên li dora wan ji wan re dibêjin:’ Ma çawa bû, qey bûye kêse û pirsa rojhilata navîn nema çareser dibe?’.
Ev nimûne hemû tekez dikin ku li rojhilata navîn kêse û bobelatên bê dawî hene û hîn jî çareser nebûne, û hêviya miletên li vê xaknîgariyê ew e, ku xebatkarên jîr û zana bi alîkaiya qencîxwazên li cîhanê van kêseyan çareser bikin, û berî hemiyan li tirimbêlên mîna ya apê Bekir miqate bin.
Bawerê Omerî
30.12.2014
Bawere-Omeri@hotmail.com
Bawerê Omerî