Nûçe
Kiryarên Rejima Îranê li Kolnê hat sermezar kirinê

Di roja 12ê Gulana 2015’an da Paltforma Partiya Kurdistan -HEVKARÎ, li Almanya, bajarê Kolnê, da ji li ber dêra bi navûdengê Domê, çalakiyek ji bo sermezar kirina destdirêji li keça Kurd Ferinaz Xesrewani û bo pistgiriya serhildanê Mehebadde hat li darxistin.
Di çalakiyê da ya herî balkes ev bû, ku hêjmara besdarên çalakiyê zêdetir jin û zarok bûn.
Di çalakiyê da bi Kurdî û Almani axaftin hatin kirin, zilm û zordariya ku ev çend roj in rejima Îranê li gelê Mehebade dike, hat mehkum kirin.
Ji aliyê din da li ser rewsa gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê û êrîsê DAISê li diji gelê Kurd ji hat sekinandin û ji gelê cihanê hat xwestin ku pistgiriya xwe bidin gelê Kurd.
Çalakî, ku nêzî du seat dom kir, bi arami û asiti bi dawi bû
Dengê Kurdistan