Nivîsar

Kitêbxaneya Medya yê bajarê Stembolê

Xwendevanên delal, min gava berê gotara birêz Îsmaîl Besîkçî ya ku wî bi ser navê ‘Kitêbxaneya Medya’ 26.10.2022 de di malpera Zazakî.Net de nesir kirîye xwend û dixwazim wergera wê nivîsê ji we re pêskês bikim.

Ji ber bûhabûna kîrayê xanîyan Kitêbxaneya Medya yê Stembolê mecbûr maye ku ofîsa xwe ya berê ya ku di koska Elhamrayê de bû terk bike.Lê dîsa di taxa Beyoglu’yê de, di kuçeyê Bekar de cîhekî nû de sitar bûye.Kitêbxaneya Medya 1996 de dest bi xebata xwe kirîyê û 26 salin bi rêvebirîya Selahattîn Bulut’ê ser karê xwe ye di bajarê Stembolê de. Ofîsa kitêbxaneyê bûye cîhê hevdû dîtina kurdan di Stembolê de. Kesên ku ne li vê bajêrê de dijin kitabxane ji xwe re kirine wekî mala kurdan û li wir tên cemhev.Him kitêban dinêrin û dikirin, him jî bi hevre sohbet dikin. Ango Kitêbxaneya Medya yê bûye cîhekî çand û cîvakê ji bona kurdan di Stembolê de.Cîhê Kitabxaneyê Medyayê a nû ji ya ofîsa berê gelekî bastire, çend çavîk û salonekî xwe heye. Cîhê kevn de odeyekî ku pecerêyê xwe li kolanê bidîta tunebû.Ev cîhê berê dawîya korîdorekî dirêj de, di nava tarîyê de bû.Lê ofîsa nû de pencereyê ku kuçeyê dibîne heye û ronahî di odên wê de hene. Hevalên welatperwer û hezkirîyên kitêban wê rehet herin ofîsa nû û kitêban bikirin.

Ji bona bi destketina ofîsa nû ya Kitêbxaneya Medya yê sê kurdên welatperwer û dewlemend, karsaz bûne alîkar.Ji wan sê karsazên kurd yekî ev ofîsa kirîye û ji bona Kitêbxaneya Medya yê deh salan bê kîra pêskês kirîye û ji Selahattîn Bulut re gotîye pistî deh salan em dikarin gora rewsê wusa berdewam bikin.Ji wan sê kurdan yekî din jî ji bona pirtûkan refên sipî û rind kirîne anîne di ode û salonê de bi hostetî refa rêza kitêban çêkirine. Kurdê sêyemîn jî mesrefa barkirinê ji ofîsa kevn ji bona ya nû girtîye ser millên xwe. Herweha Selahattîn Bulut gotîye, li Europayê û li welêt gelekî kurdperweran ji wan re alîkarî kirine, ev yeka jî weka nîsana alîkarîyê di nava cîvata kurdan de fena qenciyeki tê dîtinê.

Tirkîyê de xwedîyê sermaye a mezin weka; Koç, Sabanci,Eczacibasi,Yapi ‘ Kiredî ji bona pêsveçûna çand û seneatê, ziman û wêjeyê tirki dezgeh saz kirine, weka wesanxane.Ew ji bona berhemên bas xelat didin û dibin alîkarê rewsenbîr û seneatkaran. Lê di nav karsazên kurd de merivên welatperwer gelekî kêmin.Meriv dikare bêje yên ku alîkarîya pêsveçûna çand û seneata kurdan dike sê, an jî çar kesin ji kurdên dewlemend. Gava meriv behsa dewlemendên kurda dike, divê bê zanîn ku ev bi deh hezaran kesin.Lê ji wan % 99, heta hîn jî zêdetir ji dewletê re, ji partîyên dewletê re, ji dezgehên ku nêzîkê dewletêne re alîkarî dikin. Dewlemendên kurd ku ji dezgehên çand û seneatê ya kurdan re alîkarî dikin çend kesin û gelekî jî kêmin.Meriv dikare wan kesan ji çend kategorîyan de bi nav bike:

1: Kesên ku ji çanda kurdan re alîkarî dikin, lê naxwazin navê wan bê eskera kirin. Ev kes ji dezgehên dewletê re % 100 û ji bona çandê kurd re jî % 1 alikari dikin.

2: Ji ber hîsên mirovî hîn kes naxwazin navên wan eskera bibe ku ev jî bê sik dibe kategorîyekî.

3: Kesên ku alîkarî dikin û ji bona eskera kirina navê xwe eciz dibin hene.

4: Hîn kes henin tîcaretê dikin û dezgehên çandê yê giradayî sîrketên wan jî hene, ev kes ji wan dezgehan re alîkarî dikin.

5: Hîn kes jî tîcaretê dikin û her wusa di nava dezgehekî çandê de jî xebat dikin henin. Ev kesan rolekî di avakirina dezgehên çandê û seneatê de dileyizin.

Ev alîkarîya karsazên kurd ji bona Kitêbxaneya Medyayê ji bona kurdan moralekî mezine. Ez bawerim ev alîkarîyên hanê wê dûwerojê de zêdetir bibin. Ev karsazên kurd yên welatperwer ditirsin ku navên wan eskera bibe,lê ev yeka jî bi girêdayê rewsa sîyasî yê Tirkîyê ye. Ez ji Kitêbxaneya Medya yê re serkeftin dixwazim, xebatkarên wê re jî silav û hezkirina xwe disînim.

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button