Nivîsar

Kobanê bikin bejevendîyên netewî

Di 15ê meha êlona 2014 an de, gelê Kobanê ji ber êrîsên Daîsê gundên xwe valakirin û ji dev mal milkên xwe qerîyan, zarûzêçên xwe revandin berên xwe dan tixûbên bakurê kurdistanê. Lê hikumeta tirkan çend roj ew li ber tixûb histin, nehistin ku bi rehetî derbasî bakurê kurdistanê bibin. Daîsê li basûrê kurdistanê ev bûyera hovane li ser gelê meye Êzidî li Sengala Birîndar jî kirin.

Divê ku em ji dev berjevendîyên rêxistinî û sexsî berdin, bejevendîyê millî û netewî biparêzin. Di hundurê çend roja de kurd dusithezar (200.000) koçberî bakurê kurdistanê bûne û hîn jî berdewam dike koçeberî.

Di nûçeyên TV, na Rûdavê de; ji koçberê desta herêma Kobanê, xuskik tev zarokên xwe bandike hey hewar û hewar, weleh zarokên me ji tîne û birçîna mirin, werin alîkarîya me bikin. Kalek ku temenê wî nêzî heftê salîbûye dibêje, em kiradin yanî kurdin, xwedê weha me xuliqandîye ma sûcêmey, ma ka yekitîya mileta li kuye, çima di hewara mede nayê? .

Divê em kurd berjevendîyên gel, xak, ziman û dîroka xwe di ser hemû berjevendîyên sexsî û partîyan re bigre. Di sîyasetê de partî dezgeh wesîleye ku tu bi wî navê û bi wî amancê ji gelê xwere bi kar bînî, nego ji bo sexsî û partîtîyê bi karbînî. Heger meriv partî û komeleyatî xiste dereca yekemîn ew kar bi ser nakeve wê têk here hertim mehkûmê têkçûnêye. Ji gelê meye kurdre hevkarî û hêzeke yekbûyî hem leskerî û hemjî sîyasî hebe û yek dengbe, ku em karibin welatê xwe ji nîrê bindestîyê azad bikin, yanjî wê rewsa me kurdan weha berdewam bike. Weke mînak, li basûrê kurdistanê PDK û YNK heta ku li hevnekirin destê birayetî nedan hev, rewsa wan nebas bû, pistî kul i hevkirin hedû partîyan rews ber bi basîyê ve çû û ana jî basûrê kurdistan bûye hêvîya hemû kurdan û dostên kurdan…

Bila aqil û fikra me ji me kurdan be, nego em aqil û fikra xwe ji neyarên xwe û ê ku em heta ana bi sedê sala, welatê me bindest kirine û ser erd û bin erda me ji xwere bi kartînin, zimanê me û dîroka gelê me bindest histine. Ji ber van hemûyan divê em kurd li herçar perçê kurdistanê, partî û rêxistinên me nakokîyîn ku di navwan de hene, bi sêweyeke biratî çareser bikin ku em bikaribin bi rehetî welatê xwe ji bin destên wan har û hovan û barabara azad bikin, em kurd jî bighên mafê xweye rewa û mirovatî.

Gelî partî û rêxistinên herçarperçê kurdistana delal û sêrîn, heger em bi rastî jî ji bo azadîya welatê bav û kalên xwe, me partî û rêxistinên xwe damzrandîye li himberî dagirkerên Kurdistanê ku weke, ‘tirkî, îran, iraq û sûrî’ divê ku em hevkarê hevbin, ne ez û ez û weke ku bav û kalên me dibêjin, ‘ xelîfe li baxdê’ divê ne wilo be. Em kurd divê li hev guhdarî bikin, partî û rêxistin çi mezin, çi biçûk divê em ji hevre hurmet û bawerîyê ji dîyarbikin û em vê zulm û teadaye ser gelê xwe rakin, welatê xwe azad kin. Na heger em bihevre nedurist bin weha ev bindestîya me wê berdewam bike.

Doh Singala Birîndar bû, îroj jî Kobana xostewîste, derbikdinê jî Efrîna çîyayê Kurdaye, pasê Hesekê û Qamisloka delale û sêrîne. Hovitîya Daîsê wê li ser xaka pîroz ya Kurdistanê berdewam bike. Îca divê em kurd vê plan û projeya dijminê har û hov pûç derxin, em hevkarîya xwe û hêza xwe weke kurd bikin yek li himberî van har û hovan. Gorbihustê Cegerxwînê weha dibêje, ‘eger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek’. Îca ka em gotina Cegerxwînê qedirbilind pêkbînin, bibin yek û enîya xwe çêkin, yan jî emê herin yek bi yek.

Hevkarîya kurdan li kîjan perçî dibe bila bibe, azadîya gelê kurd nêzîkayî lê dike. Lê belewelakirina kurdan û rêxistinên wek ne li ser hevdû azadîya kurdistanê ber avêtî dike û karê dijminê kurdan rehetirdike. Îca ji van herdû artanetîfa divê em yekê ji xwere hilbijêrin. Di bawerîya min de ya yekê girîngtir û pîroztire ku em kurd ji hevre tenezul bikin û hevkarîya xwe xurt bikin, artanetîfa dudan ji bo kurdan têkçûna dew û doza gelê kurde.

Serê Daîsê ku li Kobanê dest pêkirîye, li gor agahdarîyan nêzî sêsit û sêst mezin yê bisûk ketine destên Daîsa har û hov. Hemû gundê ku valabûne ketine bin desthiledarîya Daîsîyan, divê ku hemû rêxistinê rojavayên kurdistanê hêzên xwe bikin yek û bi hevre enîyeke li himberî Daîsîyan damzrînin, ji bo Kobanê bibe berjevendîyê gistî û netewîya gelê Kurd û Kurdistanê.

Berjewendîyên sexsî û tenê partîyekê, ne durist û ne jî di bejewendîyên netewî de dibe û tenê bi serê xwe ‘ez û ez û xelîfe li Baxdê’ nabe. Divê em partî û rêxistinên xweye netewî têxin dibin xizmeta netewa gelê kurde, ewçax em ê li Singalê, Kobanê, li Amedê, Mehabatê, Qamislo û Hewlêrê bi serkeve.

Van dîtin û gotinên xwe, dixwazim bi gotineke bav û kalên xwe yê sêrîn û pir bi mane, weha têgotin ‘dîwaro ez ji tere dibêjim, lê bûkê delalê ez ji tere dibêjim’. Em kurd jî divê em fehm bikin, bê azadîya welat û gel bi çi hawayî dibe, gelek camêr kurên camêran bi sala nivîsandine û gotine, hevakarî, yekitî, biratî û hwd, de dibe.

Îca ku ez nav jî nabêjim, tê fehmkirin bê çima peymana Hewlêra paytext çêbû û çima pêk nehat, kongra netewî çêbû ji bo çi pêk nehat û nehat û nehat çima ev pêk nehatin ronî û zelale li gorî mirovê zana. Hêvîdarim ku vêderbê em Kobanê tenê nehêlin, em kurd hevkarîya xwe û yekitîya xwe li ser asas û bingehên netewî û millî enîyekê pêkbînin ji hemû partîyên kurdên rojavayê kurdistan û em vî dijminê har û hov biskînin û zora wî bibin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button