Koçberî
Xwendêvanên delal
Wek tê zanîn karê rêxistinî, karê komelêtî ne karekî hesan e. Lewra heke hûn ji mirovên neteweke bindest, wek gelê me bin hîn zortir e. Ji ber ku ev gel hîn di nav prosesa netew bûnê da ye. Yanî parçe parçe ye. Him Elewî ye, Sunnî ye, Êzdî ye, Kakaîye, Zaza ye, Soran e, Goran e, Kurmanc e serda jî kominist e, islam e, sosyalist e , liberal e û dîmokrate û hw. Ango civata me, ji kesên xwedî nasnameyên cuda pêk hatîye. Hebûna gelek zaravayên cuda û bawerîyên dînî ji alîyekî va pirrengî ye, dewlemendî ye, ji alîyekî va jî parçebûna me ye ku dijminên netewa me dixwazin feyde jê bigrin. Ji ber vê yekê , ji me ra civatek rêxistinî divê. Civatek rêxistinî li gor sert û sûrtên welat xwe organîze dike, li ber astêngan bi xurtî radiweste.
Binêrin li welatên pêstaçûyî li wir gel çawa li ber xwe dide. Civatên herî xurt civatên bi rêxistinî ne.
Em Kurd di vî warî da bi qasî ku lazim e, xwe bi rêxistin nakin û gelek caran pir teng difikrin. Em rastiya xwe ra dibên ya herî rast e. Loma jî dixwazin gerek herkes wek me bifikre. Va ne normal e. Divê mirov ji fikir û ramanên cuda ra tehamul nîsande, li hember wan xosbîn be.
Di rewsa îroyin da li bakurê welatê me rexistinên di nav gel da sax dane du hew in; Yek ji van Rîya Azadî ye ku îro bi navê Hak-par karê xwe dimesîne, yek jî PKK û rêxistinên dorpêça wê. Lê ji ber ku civata me jî bi piraliye gorî wê jî rexistin divê. Heta niha gelê Kurd pistgriyek mezin da rexistinên dest bi cêk. Îro gel bi çavên xwe dibîne ku ev rexistina, yan jî partiya dest bi çek duh li çol û gundên Kurdistanê ser dikir û bû sebaba vala kirinên gundên Kurdistanê, niha jî dibin sebaba vala kirinên bajarên kurda. Di van çend mehên dawî da bi sedhezaran gelê me koçber bû . Bi deh hezaran ji erdê dê, bav û kalan derketin çûn metropolê Tirkîyê. Ji xwe li Kurdistanê pirsa debarê dijwar e, xelk bê kar e, serda jî mal, mehelle û bajarên wî bûne qada serekî qirêj, dewlet bi hemû hêza xwe sîdetê bikar tîne. Malên kurdan di ser serê wan da tên hilsandin. Gel neçar dimîne û bar dike.
Ev stratêjiya hendek an jî kortan vê prosesa koçberiye hîn hêsantir dike. Xelkê ku li ber xwe dida îro ji bona xilaskirina jîyana zar û zêçên xwe, wan direwinîn dervayî welat.
Stratejiya hendek û kortên cade û siqaqên bajaran êdî îflaskir. Lazim e êdî prosesa astiyê dîsan destpêbike. Lê vê care bi Hak-par û partiyên din û rêxistinên civakî ra ev proses bimese. Ji ber ku HAK-PAR xwedî projeyên bo çareserkirina pirsa gel û welatê me ye.
Rênas Sütcü