Nûçe

Koma Folklora KOMKAR-London îsal dîsa bû serfirazîya gelê Kurd

Koma Folklora Kurdî Komkar-London’ê, di navbera 04-06/07/2012 li Brîtanya mezin Galler’ê, di pêsbirk û leca-mîhrîcana (festîval) navnetewî da besdarbû.

Wek tê zanîn, Koma Folklora Kurdî Komkar-Londra di sala 1994-2004-û 2005 an da dîsa di vê Festîvalê da, sê caran li seran-serî cîhanê da, dereca yekem wergirtibû.

Îsal dîsa bi rêvebiriya mamosteyên hêja Hüseyîn Çiçek,Güney Kurtalan û Müslüm Çilgin Koma Folklora Kurdi, ku bûye serbilindîya gelê me, dîsa dest tijî vegerîya.

Wek tê zanîn ku, vê di mîhrîcanê da nêzikî 38 welat û 80 kom-grup pêsdar dibin.
Ser navê gelê Kurd û Kurdistan’ê wek her sal, îsal jî di vê festîvalê da, bi navê (Kurdish Folk Dance) di sê(3) besa da kete lecê.
Di besa Reqasa mezinan da û di besa Karografîyê da bi 93 hejmaran (point) dereca yekemîn (1.) wergirt.
Di besa Reqasa mezinan da û bi besa gelerî (Otantîk) da jî, bi 88.6 hejmara (point) dereca sêyemîn (3.) wergirt.

Koma Folklora Kurdî, dîsa wek her sal di çapemeniya Brîtanyê da, wek televizyonên S4C, BBCWALSE, ITV, Llangollen Tv; û wek rojnama Shrophire STAR, Evening Leader, Daly Post da cîhekî taybetî û balkês girt.
Koma Folklora Kurdî, îro danê êvarê di seet 17.00 da vegerîya Londrayê.
Koma kurdan ya ku ji nêzîkî 40 keç û xortên Kurda pêktê, ji alîyê rêvenberîya Komkar û malbatan va li ber derîye komelê hate pêswazî kirin.
Ji bo serkeftina Koma Folklora Kurdî, ji alîyê berpirsîyarê û rêvenbirên Komkar’ê sahîyek, bi xwarin û vexarin’ê hat darxistin û Kom ji alîyê rêvenbirîya Komkar û malbatê wan va hate pîroz kirin.
Sahî, bi seet’an bi dengê def û zirnê bi dîlan û govend dom kir û bi xwesî dawî bû.

Mesajên pîrozbahîyê:

Rêzdar KOMKAR-Londra
Koma Folklora Kurdî ya KOMKAR-Londrayê,

We îsal jî di pêsbirka Folklora Gelêrî ya Navnetewî ya LLANGOLLEN li Londrayê de, xelata serkeftinê wergirt û bûn Yekem. We carek din jî serê me hemû KOMKAR´iyan û serê gelê Kurd bilind kir.

Li ser navê KOMKAR.eu yê, we hemûyan ji dil ve pîroz dikim û berdewamiya serketinên we dixwazim.

Li gel germtirîn silavan
Kovan Amedî
Serokê Gistî yê KOMKAR.eu

***
PÎROZNAME:
Ji Komkar-Londra; endamên Koma Folklorê yên delal û mamosteyên wan yên hêja Güney Kurtaran, Hüseyin Çiçek û Müslüm Çalgin ra;
Xwîsk û birayên delal!
Em, bi serfiraziya we ya di leca leyistikên folklorî û muzîkê ya ‘Llangollen’ de gelek kêfxwes û serbilind bûn. Di danasina hunera gelêrî (folklor) ya kurdî di cîhanê da, we û komelaya we KOMKAR-Londonê roleke sereke leyîstiye heta nuha. Gelê kurd bi we serbilind e!
Em hêvîdar in hûn di vî warî da xebata xwe bidomînin û ji me û tevaya gelê kurd ra hercar bi dereceyên yekemîn, serbilindî û dilsadiyê bînin.
Mala we ava be, hûn her bijîn!
KOMKAR-Swêd – Komîteya Pistgiiya HAK-PAR li Swêd
***
Ji KOMKAR-London ra;
Silav!
Em KOMCIWAN-Swêd dixwazin we ji dil pîroz bikin, ji bo serfirazî ya we ya îsal di leca ‘Llangollen’ de. Em bi serkeftina wa ya di warê danasîna kultura kurdî de, serbilind dibin.
Em ciwanên kurd li Swêdê ku eynî xebat û çalakiyan dikin, serfiraziya we wek ya xwe qebûl dikin.
Sipas ji we re!
Bi silavên dostane.
KOMCIWAN-Swêd
***
Tebinî:
Kesên ku bixwazin vê mîhrîcan (festîvala) navnetwî mêzekin dikarin bi rîya internetê vê nav nîsanê bitikînin:
http://llangollen.tv/en/clip/kurdish-folk-dance-group-3/

Ji kerema xwe ra, bi peyamên (mesaj) xwe Koma Folklora Kurdî KOMKAR-Londra`yê tenê nehêlin!
Azad Ayyildirim

Dengê Kurdistan

Back to top button