Nivîsar

KOMARA KURDISTANÊ YA MAHABADÊ

Di ser damezrandina Komara Kurdistanê a Mahabadê de 74 sal derbas bû. Her wek tê zanîn roja 22’yê Çileya sala 1946’an li Rojhilatê Kurdistanê bi pêsengîya nemir Qadî Mihemmed u hevalên wî,Komarek hate damezrandin. Komara Kurdistanê a Mahabadê, di dîroka Kurdistanê de sikaneke. Her çend temenê komarê 11 ( yazde) heyv ajotibe jî,di maweyê vî yazde heyvî de,gelek nirx u hêjanên netewa Kurd hatin xûlqandin ku heta îro u heta hetayê wê wek nirxên netewî di jîyana civakî a Kurdan de her hebin. Lewraye ku ev Komar ji bo gelê Kurdistanê cerbandinek pir giringe.

Di dema desthilatîya Komara Kurdistanê de, di warê çand u ziman u huner u edebîyatê degelek gavên giring hatin avêtin. Operayek netewî bi navê ‘Daykî Nistiman’ hate çêkirin,di warê çapemenî u wesangerîyê de jî, gelek cehdên girin encam dan. Zimanê Kurdî bu zimanê fermi u zimanê hînkarî u perwerdekarîyê. Sagirtên dibistanan geyistin zimanê xwe u bi kurdî dest bi xwendin u nivsandinê kirin.

Damezrêner u avakar u pêsengê Komarê ‘Komeli Jiyannewey Kurd’ JÊKAF bu. JÊKAF pistî demeke kin xwe veguhast u bu partî. Partîya Demokrata Kurdistana Îranê,( PDKÎ:HDKÊ) rênîsander u parêzgerê Komara Kurdistanê a Mahabadê bu. Bêguman di wê demê de xebat u çalakîyên PDKÎ nayên jibîr kirin. Avakirina Komara Kurdistanê li Mahabadê di heman çax de avakirina Partya demokrata Kurdistana Îranê ye jî. Serokê Komarê pêsewa Qadî Mihemmed serokê Partîya Demokrata Kurdistana Îranê jî bu. Partî u Komar di hemançax de hatibun dinyayê. Komar nema karî li ser kar bimîne lê Partî îro jî bi mêrxasî jibo azadfîya Kurdistana Rojhilat têdikose,dixebite.

Komara Kurdistanê a Mahabadê, bi pistevanîya Ertêsa Sor a sovyetan hate damezrandin u pir mixabe ky dîsan bi destkêsana heman ertês ber bi hilwesanê ve çû. Sovyetan heyf u mixabin ku meyla xwe dane ser Komara Gelî a Azarbeycanê U pistgirîya Komara Kurdistanê bidawî anî. Serokê Komara Kurdistanê nemir Qadî Mihemmed heta axîrîn nefesa xwe ji bo jîyandina Komara Kurdistanê liber xwe da,lê rejima dirinde a Îranê,pistî vekêsana Ertêsa Sor hêris bire ser Komarê u hikumeta herêmê têk bir. Qadî Mihemedê nemir roja 31’ê meha diwazdan a sala 1946’an sehîd ket. Lewra ew roj wek roja sehîdên Kurdistanê tê yadkirin.

Komara Kurdistanê a Mahabadê yekem dewleta serbixwe a gelê Kurde ku ji alîyê Neteweyên Yekgirtî ( NY ) ( Miletên Yekbûyî) ve, bi fermî hatîye naskirin. Heyf u mixabin ku pistî qûlîbîn u vekêsana Ertêsa Sor,hêzên fasist u kevneperest dewlata Kurda hilwesandin. Di vê babetê de, Îxaneta Leskerê Sor neqabile ku were jibîr kirin.

Komara Kurdistanê a Mahabadê,yekem car leskerek nîzamî ji bo xwe danî u ji bo leskerên Kurd navê Pêsmerge lê hat danîn. Pêsmerge ew kese ku pês hemu kesî diçe mirinê. Yanî parêzgerê gel u welate pêsmerge. Her wiha Komarê sîrûda netewî a’ Ey Reqîb’ wek mersa Kurdî qebul kir ku her niha jî hemu Kurd vê yekê dipejirînin. Qencî u sûdên Komarê helbet ne evqasin. Her wiha roja ala Kurdan di vê demê de hate kivsekirin u ala rengîn hate eskerekirin ku ala Kurdan jî ji wê demê ve pîroze ji bo hemu Kurdan.

Bi avakirina Komara Kurdistanê re,cara yekem bu ku bi navê ‘ Peymana Sê Sînûr’ çawanîya pêwendîyên navbera rêxistinên Kurdî hate sererast kirin. Di vê demê de, Komela, Xoybun u Hêvî wek sê rêxistinan ku her yek ji wan ji besekê Kurdistanê bun,di navbera xwe de destebiratîyê ava kirin u wek hevalbend Komara Kurdistanê a Mahabadê serketinek netewî pejirandin u jêre bune arîkar. Paytextê Komara Kurdistanê bajarê Mahabadê bu. Gelek gund u bajar u bajarokên herêmê di bin desthilata Komarê de bun. Lê mixabin ku Komara Kurdistanê salek jî nekarî xwe li ser pîya ragire.

Ez bi rêz Komara Kurdistanê a Mahabadê bibîr tînin. 70. min salvegera Komara Kurdistanê li gelê Kurdistanê pîroz dikin. Komara Kurdistanê a Mahabadê sikaneke gelek giringe di dîroka gelê Kurd de. Dewleta fermî a ku jî alîyê Koma miletan ve hatîye naskirin,yekem derge bu Kurd tê de derbasî cîhanek azade dibûn.

Di 70. min salîya vê Komara netewî de,divê gelê Kurd wan rojan yad bike,u ji ceribandina wê Komarê dersan werbigre. Komara Kurdistanê a Mihabadê ,rûyê pîroz a diroka Kurdistanê ye. Rûhsad bin Qadî Mihemmed u hevalên xwe. Berxwedana Qadî Mihemed,bawerîya gelê Kurdistanê qaîmtir dike.

‘EEGER WELATEK WE HEBE U HÛN TÊDE SERBEST BIN, WÊ DEMÊ HER TISTEK WE HEYE. ‘

‘Malê dinyayê ne tistek e, eger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tistê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem jî wê nîstimanek we jî, hebe. ‘

‘Hetanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin’

Serokkomarê dewleta Kurdistanê a Mahabadê nemir QAZÎ MIHEMED u hevalên wî roja 31’ê meha 12’an a sala 1947 ( 31. 12. 1947) li meydana ÇARÇIRA a Mahabadê hatin darvekirin. Di ser darvekirina nemir Qazî Mihemed u hevrêyên wî de 69 sal derbas bû, lê hê jî, mêrxasî u wêrekî ucesareta Qazî nehatûye jib3ir kirin. Qazî u hevrêyên xwe ta axirîn nefesa canê xwe li ser sonda azadî u serxwebuna Kurdistanê man.

Qazî Muhammed, dema ku ber bi sêdarê va diçû, bi bîr u bawerîya azadîya Kurdistanê serbilind bu. Leskerên dagirkeran ku xwastin çehvê wî girê bidin ji wan re hêr u tûrebu u got. :’çavên min girênedin, ez hez dikim di saniyên dawî yên jiyana xwe de bi serbilindî û çavvekirî li welatê xwe binerim. hûn Qazî Muhemedekî dikujin lê bizanibin ku di her dilopek xwîna min de, wê bi hezaran Qazî Muhemedên din sîn bibin. Ez bang li gelê kurd dikim ku xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê dewam bike. Bijî Kurd û Kurdistan’

Qazî Muhammed nimuneyeke ji egernasî u welatperwerîya gelê Kurd. Ez birêz u hirmet Qazî Muhammed u hevrêyên wî bibîr tûnim. Her wiha di roja yada sehîdên Kurdistanê de ez hemu sehîdên gelê Kurd yad dikim u li ber xebat u fedekarîyên wan her tim rêzkarim.

Pêsewayê Kurd Qazî Mihemmed,pês ku were daliqandin, xwest ku çend sîretan li gelê Kurd bike. Ev sîret her wek osînameyek yanî wesyetnameyekeç Lewra ev asîname ji du besa pêk tê. Besa yekem derheqê dehatûya Kurdan u serborîya Koamara Mahabade, a didûyan jî, bangeke ji bo malbatê, ji bo heqhelal kirin u xweskirina gîyana pak a Qaziyê Kurd e. Emê zêdetir li ser sîret u bangewazîya Pêsewayê Kurd bisekinin.

Van sîretan dike nemir Qazî:

‘Ji hevûdu re dijminatû nekin, hevûdu biparêzin û alîkarîya hev bikin. Li hemberî zulm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefirosin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin, tehemmûla we dike, pasî, divê hûn bizanin ku qet bawerî bi we nake û dilê wî bi we nasewite. Neteweya Kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê her maf u berjewendîyeke, xwedîyê her tistekî ye. . Heta neteweya Kurd ji aliyê egîdî, u xîretê ve , ji gelek neteweyên azad jî pêstir e. Miletê Kurd jî wek neteweyên din yên ku ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn jihev re, rîkdar nebin. , xwe nefirosin dijmin û jihev re xwesbîn bin u tehemûla hevûdu bikin…. Dijminê Kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyÎ dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zulimkar in, Wê bixwazin ku we, bi destê hev bidin kustin. . Dijmin wê bixwaze ku we, bêsexsiyet bike, wê bixwaze bi dek û derewan, bi eger u fenan, we, bi destê we bide kustin…’ ( ji wesyetnameya Qazî)

Li jêr herdu besê wesyetnameya Qzî ku besa yekem ji sîret u salixan pêk tê u berdewam besa diduyan wek bang u daxwazîyeke ji bo malbata wî,hatûye pêskês kirin. Ev wesyetname ji pirtûka nivîskarê Îranî Seyyid Muhemmed Semedî a bi navê’ Nigahî bi tarîxi Mehabad. ‘ku sala 1373’êyê Kotû li Mihabadê çap buye u her wiha ji alîyê dostê minê hêja niviskarê nûjen a edebîyata Kurd3i Jan DOST ve ji Farisî hatûye weregerandin bo zimanê Kurdî/ Kurmancî.

HOSÎNAMEYA (WESYETA) QAZÎ MIHEMED JI BO GELÊ kURD

‘Bi navê Xwedêyê mêrîvan û dilovan. ( Bismillahurehmanurehîm)

Gelê minê Kurd û birayên minên hêja, birayên minên xêrxwaz, gelê min ê zorlêkirî,

Vaye ez di gavên herî dawînên jiyana xwe de me. Werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pista xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim rawestin. Xwe belas mefirosin dijminan, dijmin her ewqase ku dixwaze tenê karê xwe bi we pêk bîne û qet bi we re dilovanî nake; di her fersendekê de, qet li we nabihûre.

Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sembola serketina her gel û netewek, hevgirtin û yekbûn e.

Her gelê ku yekîtû û tebayiya wî nebe; ewê her tim li bin destê dujmin be. Tu tistê gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê cîhanê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêstir in jî.

Gelên ku ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lêbelê bi yekîtiya nav xwe, welatê xwe rizgar kirine , bila hun jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê; êdî bindest nemînin. (…)

Gelî bira, êdî bi dujmina nexapin. Dujminên Kurdan ji kîjan reng û nîjatek û netewekê bin, her dujminin. Bê rehm u bê dilovanî ne, bê wijdanin , wê we bi hevdu bidin kustin, wê, we temah bikin û bi direw û xapandinê; wê we berengarîya hev bikin.

Ji nav dûjminên miletê Kurd yên here dijwar Ecem in. iEcem ji tevan zalimtir û melûntir û Xwedê nenastir û bê dilovantir in. Destê xwe ji tu tawanên li dijî gelê Kurd nakêsin. Di dirêjayiya dîrokê bi gelê Kurd re xerez û kîna wan a kevnar her hebûye û her niha jî heye.

Binêrin, tev zilamên we yên mezin, Simayîl Axayê Sikak, Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengûr û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandinê berteref kirin. Tevegerên wan serkût kirin u xelq ji pist wan vekirin û bi nemerdî ew kustin. Wan teva, bi sonda Quranê xapandin ku xudêgiravî niyaza Eceman ya xêrê bi wan re heye û lewraye ku wê qenciyê bi wan re kirbûyana. Lêbelê ev qewil u bex her xwes xeberek bun. Lewra ne qabil bu kû mirov bi sond û sozên Eceman bawer bike. Ew mezinên Kurdan mixabin ku biwan eger u fenên Eceman hatine xapandin, ji ber vê berteref bune. Lê, hetanî niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye ku bi tenê carekê jî be, Ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibe û ehdên ku dabine Kurdan pêk bînin.

Ewan her tim bi derew u xapandinê ser li me egerandine. Vaye ez wek birayek we yê biçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim. : Pista hev bigirin û tu carî pista hev ber nedin. Pistrast u dilsoz bin. Eeger Ecem hingiv bide we, bizanin ku jehir xistiy. Bi sond û sozên direwînyên Eceman nexapin. Eeger hezar carî jî dest li Qurana pîroz bixin û soz bidin we, bi tenê armanca wan xapandina we ye, ji bona kû hîleyekê li we bikin.

Vaye ez di demên dawî yên jiyana xwe de me, ji we re dibêjim. Ji bo xatirê Xwedayê mezin sîreta min li we be, bizanin tû ji destê min hat, bi ser u can û tekosîn, bi sîret û nîsandana riya rast; min ji we reradest nekir,ez xemsar nebum.

Niha jî di vê dem û rewsê de dîsa ji we re dibêjim. : Êdî bi Eceman nexapin û ji sonda wan a bi Quranê u qewil u bext û ehd û peymanên wan bawer nekin. Sedem ku ew ne Xwedê nas dikin, u ne jî, Xwedê û pêxember û roja qiyametê û hîsab û kîtaban tê bîra wan.

Li ba wan, bi tenê ji ber ku hun Kurd in, bila hun musilman jî bin, hun sûçdar û mehkûm in, hun ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xeza qebûl dikin.

Soza min ne ew bû kû ez herim û we di destê van dujminên dilres de bihêlim. Min pir caran jî raborî û zilamên meyên mezin dihizirand, ên ku Eceman bi xapandin û sond û direw û hîle ew girtine û kustine, neçar bi direw û hîle ew xapandin e, kustin e.

Ew tev li bîra min bûn û tu carî jî , min ji Eceman bawer nekiriye, lêbelê beriya ku veegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi sandina kesên navdêrên Kurd û Fars, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir û mezin ku niyaza xêrê ya dewleta Ecem û Sah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birije, niha hun bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin, eger mezinên hoz û esîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hukûmeta Ecem, weha nedihate serê me û we û Komara me jî.

Sîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tistê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê gelen pasve nemînin û her xwandin çeka kujeka dujminan e.

Pistrast bin û bizanin eger tebayî û yekbûn û xwandina we bas be, hunê pir bas bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. Çênabe ku bi kustina min û bi kustina bira û pismamên min çavê we bitirse, hetanî hin digîjin hêvî û armancê xwe; dibe ku hun pir kesên din, yên mîna me, di vê rê de gorî bikin.

Gûncan u pêkane (mumkune) ku pistû me jî,pir kesên din jî, her wiha ,bi xapandin û durûtiyê, wê ji holê werin rakirin.

Ez bawerim ew kesên ku wê pistû me jî,bi Eceman bixapin u bikevin dafika wan, belkû j ime zanatir u hêjatir jî bin. lêbelê ez hêvîdarim kustina me ji dilsozên gelê Kurd re, bibe pend û îbret.

Wesiyeteke minê din ji we re ew e ku, daxwaz bikin her çi tistê ku we ji bona serfiraziya gelê xwe kir, bila gel pistevan u alîkarê we be.

Ez bi dil u can bawerim ku, Xwedayê mezin wê,alîkarîya we bike ji bo ku hûn serbixwe bibin.

Niha heye ku hun bêjin; lê çima Qazî serketû nebûç?

Ez bi Xwedê kim, ez serketû me. Tu nîmetek, tu serketinek ji wê yekê mezintir nîne ku vaye ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim. Bawer bikin, min pir ji dil dixwest ku eeger ez mirim di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û gel û welatê xwe de,enîya min spî rûyê min ges be, ji min re ev serketina herî mezine.

Xwestiviyên min, Kurdistan, mala her Kurdekî ye.

Her wek di malêk de; endamên malê her kesê ji her karekî dizane, wî dispêrin wî, îdî mafê tu kesî tu ne ku hesûdiyê pê bibe, Kurdistan jî her ew mal e, eger we zanî kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike.

Êdî çênabe hun kevira danin ser riya wî û çênabe dilê we ji wê yekê bi êse ku berpirsyariyên mezin di destê yekî ji we de hene. Eger karên mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rêve bir, welê diyare jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wî erkî hene.

Pistrast be, birayê teyê Kurd, her tim ji dujminê teyê dilbikîn bastire.

Eger berpirsiyariyên mezin li ser milê min nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de neradiwestiyam, lewra çênabe hun bi hev re temahkar bin. Yên ku fermanên me pêk ne anîn, ne her bi tenê pêk ne anîna fermanan, lêbelê tam dujminatiya me dikir, ji ber me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xewa sirîn de ne, lêbelê vaye li ser navê xizmeta gel di bin darê sêdarê de me, û vaye ez van demên dawî yên jiyana xwe ,bi vê wesyetnamê derbas dikim.

Ca eger berpirsyariyên mezin di sitûyê min tunebûna, ez jî, wê niha di nava zarok û zêçiyên xwe de, di xewa sirîn de bûma, ku ez niha ji bo pistû çûyîna xwe li we sîreta dikim, ew jî yek ji berpirsyariyên di sitûyê min de ne.

Pistrast im eger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana sitûyê xwe, niha ewê li sûna min, di bin darê sêdarê de bûya.

Ji bo razîbûna Xwedê û li gor berpirsyariyên di sitûyê xwe de, mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di riya basîyê de, min van sîreta li we kir, ku hêvîdarim ji niha pê ve,hûn jê sûd wergirin, pendan wergirin.

Lazime ku hûn bas guhdariya sîretên min bikin, ku bi hêviya Xwedayê mezin, hûnê biser bikevin. Baweriya we bi Xwedê û tistê li cem Xwedê tê û peristina Xwedê û pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêk anîna erkên Olî de xurt bin.

Yekîtû û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev nekin û temah mebin, bi taybetû jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.

Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pêsve bibin ji bo dujmin kêmtir we bixapîne.

Ji dujminan bawer nekin, bi taybet jî dujminên Ecem, ji ber bi çend awa û riyan Ecem dujminên we ne, dujminê gel û welat û Ola we ne. Dîrokê selmandiye ku ew her tim li Kurdan bi hincet u behane ne, bi kêmtirîn tawanê we, we dikujin û ji tu tawanan di derheq Kurdan de,dûr nasekinin.

Ji bo çend rojên vê jiyana bê qîmeta li vê dinê, xwe nefirosin dujminan, ji ber ku dujmin, dujmin e û ne ew kese ku mirov pê bawer bike.

Îxanetê li hev nekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî, ji berk u îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçdar e, îxanet, roj tê ku li îxanetkar vediegere.

Eger yekî jiwe dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.

Cihên ku min di wesiyetnameyê de ji mizgeft û nexwsxane û dibistanan re nivîsandiye, hun tev daxwaz bikin ji bo ku pêk werin.

Hun ji xebat û hewl û tekosînê ranewestin ji bo, mîna tev gelên din ji bin destê dujminan rizgar bibin, malê dinê ne tistek e, eger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tistê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nîstimanê we jî hebe.

Ez nebawer im, eger ne heqê Xwedê be, tu heqên din li ser min tunenin. Lêbelê eger kesekî welê dît ku kêm yan jî pir tistikî wî li cem min e, min malekî pir histiye, bila biçe ji warisên min bixwaze û wergire.

Hetanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin, zilm û zorê li hev nekin, ji ber Xwedê pir zû zaliman ji holê radike û nabûd dike. Xwedê tola zilmê jî hiltîne.

Hêvîxwaz im kuhûnê van gotinan têxin guhê xwe. Xwedê we bi ser dujminên we de bi ser bixe.

Wekî ku Sedî Kerem kiriye:”Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm/Hewalet ba Xuda kerdîm û reftûm’

(Helwesta me sîret bûn û me kir/ em çûn u me we hewalê Xwedê kir. )

WESYETA QAZÎ MIHEMMED A JI BO MALBATÊ

Serokomarê Mehabadê Pêsewa Qazî Mihemed tevî Seyfî Qazî û Serdî Qazî di 31’ê adara 1947’an de li Meydana Çarçira hat dardekirin. Berî dardekirinê pêsewa wesiyeta xwe dike. Em wesiyeta Pêsewa Qazî Mihemed pêskêsî we dikin ku ev wesiyetname yekem car bi kurdî tê çapkirin.

Yek du parçe xalî yan xalîçe yên seyid Rehîm kurê seyid Camî li ba min in, bidin wî bi xwe. Ew jî deyndarê min ê hindek pere ye, eeger da bas e, ku neda jî bi kêfa xwe ye.

Genimê li Tesbîtê ye, malê min e eeger dane we bistûnin.

Erebeya Ford 46 malê min ê sexsî ye.

Li cihê ku tê de hatim girtin, pênc hezar û du sed tumen di berîka min de bûn û ji min standin, li aliyekî din jî sed û pêncî û sê tumen birin. Her wiha Serwan Serîf jî ji xanima min deh hezar tumen pereyên wekaleta xwe stendine wan jî bistûnin.

Muînî deyndarê minî sê hezar tûmen yan kêm yan zêde ye, wî jî tistek dabû min û saeta ku wekî diyarî dabû min xistibû deftera sirîkatiyê û ez ne aliyek bûm di wê sirîkatiyê de.

Seyid Selam nêzîka hest hezar tumen deynê wî hebû, wî çi xwest bidinê. Telefona ku birin jî, li pey biegerin. Otombîla ku ji Baba Sêx standin malê wî yê sexsî bû.

Çar Jîpên……. . ew jî malê min ê sexsî bûn. Ji ber ku Serwan Serîf zehmetû……. Nêzîka sê sed tumenî bidin wî.

Eeger ew panzdeh hezar tumenên ku li jor behsa wan bû hatin standin, her yekî ji Seîd Humayon û Mîrza Rehîm ku xizmet kirine hezar tumenî bidin wan û pêncsed tumenî jî bidin Mihemed Feyrûze Xanim.

Para xwehên min di mîrata bavê min de (ji xeyrî axelyan ku li ser navê min tapû bûye) heye, wan razî bikin. Xanima min diya zarokên min çavdêra wan e û dê perwerdeya wan bike û bila mela Ebdullah bibe çavnêr. Mam qerenî Axa guman dike ku tistê hate serê wî ji hêvotina min bû, tevî ku hayê min jê nîn e jî, lê bikin ku ew li min helal bike. Mîrza Rehmet û hinên din ku min rê li ber kustina wan girtiye jî, eeger hîn dilê wan ji min mabe bihêlin ku li min helal bikin. Xizmetkarên ku zehmet kêsane di ber min de û ev demeke di xizmeta min de bûn, qenciyê bi wan bikin û wan razî bikin.

Pistû……çend hezar tûmen ji bo min bikin xêr û tehlîlê bikin.

Xizmetkarê gel û welat QAZÎ MIHEMMED’ Seva 10/1/1326

Îmze: Mele Sedîq Sidqî û Qazî Mihemed.

Jêrenot û çend têbinî:

Min ev wesyetname ji pirtûka Nigahî bi Tarîxî Mehabad. Ya Seyid Mihemed Semedî, ku bi farisî ye, ji bo kurdî hatiye weregerandiye.

Tarîxa nivîsîna wesyetnameyê li gor salnameya farisî ye ku dikeve 31 meha adara sala 1947’an.

Tesbît: Navê cihekî ye û enbarên dexl li wir bûn.

Serwan Serîf: Parêzerê Pêsewa bû ji hêla hikûmeta sah ve bûbû wekîlê Qazî Mihemmed.

Mîrza Rehmet: Mîrza Rehmet Safiî ye ku rusan dixwest wî bikujin.

Axelyan: Navê gundekî ye li derdora Mehabadê.

Tehlîl: Dema xêra miriyan belav dikin, bi zikrê xwedê re (gotina la ilahe illellah).

Têbînî: Cihên ku xal têde rêzin, di orîjînalê de nehatiye xwendin. Kopiya wesiyetnameyê ya bi bi nivîsê re jî ji eynî pirtûkê ye.

Latif Epözdemir

Balkêş e ?
Close
Back to top button