Komcîvîna çaremîn ya HAK-PAR pêk hat

Komcivîna çaremîn ya saxê Agirî ya HAK-PARê di roja 21ê gulanê de pêk hat. Di komcivînê de siyasetmedar û rewsenbîr Kemal Burkay jî besdar bû. Amadebûna Burkay di civînê de, reng û hêcanek da kongrê. Kongre bi besdariyeke mezin û bi sêweyekî bi rêk û pêk derbas bû.
Berî destpêk kirina komcivînê, konsereke kurt ya komeke muzîkê ya herêmî û Rebîh Alptekîn stranên kurdî pêskês kirin û sirûda HAK-PARrê hat guhdarîkirin. Civîn, ji bi axaftina Mehmet Yucel hat vekirin. Dûra dîwana rêvebirinê hat hilbijartin. Ji bo serokatiya dîwanê Tayyip Kizilyildiz û wek alîkar jî Oktay Dumlu û Gulîstan hatin hilbijartin.
Serokê gistî yê HAK-PARê Bayram Bozyel bi kurdî silav da besdaran û xêrhatineke bi taybet da kemal Burkay. Bayram Bozyel derbarî birêz Kemal Burkay da weha dest bi axaftina xwe kir: ” Em ji Kekê Kemal, ne xwarina masiyan, girtina masîyan fêr bûn”. Bozyel li ser giringiya xebata siyasî ya legal sekinî û got ku dewra serê çekdarî derbasbûye, ew êdî di vê serdemê da zirarê dide. Îro berjewendiyên gelê me di xurtkirina xebata legal da ye. Mijareke din ya sereke di gotara serokê gistî yê HAK-PARê da li ser zagona bingehîn ya nû bû. Di vî warî da HAK-PARê çi xebat kirine, bi gelek nimûneyan anî ziman. Bozyel got ku; ji aliyê hukumatê ve hin gavên erînî hatine avêtin û bêguman em qîmetê didin wan, lê pirsa kurd pirseke netewî ye. Tenê bi vekirina TRTses û wan gavên ku heta niha avêtine pirs çareser nabe. Divê Kurd jî bi qasî Tirkan xwedî maf û azadiyên xwe bin. Bozyel bal kisande ser pirsa pewerdeya zimanê kurdî û got ku pêsniyarkirina perwerdeya zimanê kurdî li dibistanan wek derseka hilbijartinê, nayê qebûl kirin, ev, piçûkxistina Gelê kurd e. Divê ev ji bo birayên me yên Tirk bê pêsniyarkirin. Ji dibistana sereta heta zankoyê perwerde bi zimanê kurdî û fermîkirina zimanê kurdî mafekî bingehîn e.
Pistî axaftina Bozyel, Burkay axifî. Burkay bi kurdî dest bi axaftina xwe kir vegera xwe ya pistî 32 salan ku hatiye agirî, sabûn û dilxwesiya xwe diyar kir. Wî got ku pistî sî û du salan cara pêsîn tê Gilîdaxê, ev axa pîroz ku ji berê da ciyê berxwedanên kurdan ji bo azadiyê bûye. Ez cara dawî di sala 1979a da wexta hilbijartina saredariya Glîdaxê da hatibûm. Li vir hevalên me bi xebateke hêja, hilbijartinên sarederiyê da serokatîya sarederiyê qezenc kirin. Namzetê me yê serbixwe, rehmetî Urfan Alparslan bû serkokê sarederiya vira. Mixabin gelek ji wan hevalên hêja û xebatkar îro di nav me da nînin. Burka yek bi yek navê wan hevalan bi bîr anî wek; Nurettin Basut, Mustafa Çamlibel, Metin Aksoy, Kenan Aras, Hasan Kaya û gelek soresgerên ji Agiriyê yên din. Burkay got ku, gelê kurd wê van hevalên hêja û hemû têkoserên berî wan jî, wek Biroyê Heskê Têllî, Ihsan Nûrî Pasa, Ferzende Begê, Xalis Begê û hemû yên din bi rêz û wefadarî bi bîr bîne.
Kemal Burkay, dûra bi zimanê tirkî axaftina xwe domand. Wî bi kurtî behsa pêwîstiya bi karanîna zimanê kurdî kir, û got ez dizanim gelê Agirîyê xebitandina zimanê dayikê da hessas e û têda gelek jî serkeftî ye. Li hêla Mêrdînê jî wisa ye, em pê serbilind dibin, lê li herderê ne wisa ye, zeman, pêvajoya derbasbuyî bandoreke xirab li rewsa zimanê me kiriye. Ez hêvîdar im em ê vê rewsa xirab bi hevra sererast bikin, qîmeta zimanê xwe yê dayikê bilindtir bikin.
Burkay di berdewamiya axaftina xwe da behsa tevgera azadiya kurdan ya nêzîk kir. Wî got ku pistî gelek bedeldayîn û tecrubeyan, niha serdemeke nû destpê kiriye. Divê em kurd bi rê û metodên siyasî, demokratîk û astiyane dibin berxe.
Burkay, di berdewamiya axaftina xwe de, li ser gelek mijarên din dîtinên xwe ji besdarên kongreyê re parvekir.
Komcivîna HAK-PAR li vira jî bi serfirazî derbas bû. Komîteyên nû ji van kesan pêk tê:
Serokatiya Wîlayetê: Mehmet Yüce
Endamên Komîteya karger:
1-Camal Yildirim
2-Çetin sari
3- Kasim kaya
4-Evin Kizildag
5-Ihsan Aktepe
6-Halil Ibrahim Cengiz
Endamên Cîgir:
1-M.Siddik Sucu
2-Sibel Yildirim
3- Ismail Ögel
Dengê Kurdistan