Komcivîna HAK-PARê ya 5-emîn hat li darxistin

Mihemed Eren/Enqere
Komcivîna Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê ya 5-a di 4-ê meha 11-an ya 2012-an de, bi siyara ‘Çareseriya pirsa Kurdî li ser bingeha adil û wekheviyê’ li Enqerê li Salona Navenda Kocatepê hat li darxistin.
Di destpêka komcîvinê de sînevîzyonek ku bahsa karûbarê borî ya partiyê dikir, hat pêskêskirin. Celal Yildiz, cigirê serokê gistî yê Hak-Parê di axaftina xwe ya destpêkê de xêrhatina besdar û mêvanan kir. Ji bo birêvebirina komcîvînê, di bin serokatiya Serokê Hak-Parê ya Elezîzê Siracetîn Sari da diwanek hat helbijartin.
Dîsa di destpêka Komcîvînê de, ji bo yadî pakî sehîdên Kurdîstanê deqek rêz hat girtin.
Komcîvîn, bi axaftina Serokê Gistî yê HAK-PARê Bayram Bozyel dest pê kir. Bozyel di axaftina xwe de bahsa rewsa gistî ya cihanê û taybet jî ya herêm û çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê kir.
Li gel hêjmareke mezin ya mêvan û besdarên partiyê, nûnerê Serok Barzanî û endamê Serkirdayeta Partiya Demokrata Kurdistanê(PDKê) Sefîn Dizayî, Nûnerê Yekîtiya Nistimanî Kurdistanê (YNKê) Mahmût Hacî Salih, Sekreterê Gistî yê Partiya Pêsverûya Demokrata Kurd li Suryê Ebdulhemîd Derwês, besdarî komcivînê bûn û gotar xwendin.
Herweha Mihemed Hecî Mehmûd, Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalista Demokrat, li ser navê Defterê siyasî ya Hîzbî Demoqratî Kurdistan Mihemed Salih Qadirî, Ahmed Çeto, Nunerê Partiya Yekîtî ya Kurdên Suriyê; Hemîd Gelanî Cigirê Partiya Astî û Demokrasiyê (BDPê, kevne parlementerên AK Partiyê Mîr Dengî Firat, Ebdulrahman Kurt; Nurettin Yilmaz, parlamenterê kevin; Sinan Çiftyürek, Serokê gistî yê ÖSP; nizamettin Maskan cîgirê Serokê Gistî yê KADEP; Nesrin Yumak, cîgirê Serokê gistî yê yê EDP; Özlem sara Çekiç Parlamentera Danimarkî ya, Partiya Gel a Sosyalist; Ilke Isik Sadiç, EMEP Ankara; Mustafa Torunay, cîgirê Serokê Gistî yê Hak-Is; Emrah Seyhanlioglu,Sekreterê Gistî yê IHD; Vijdan Baykara, Serokê Komkar EU kovan Amedî; Serokê Gistî yê TÜMBELSEN; Kasim Firat, Serokê Weqfa Sêx Seîd; kurê Serokê rûmetê yê HAK-PARê Abdulmelîk Firat Mehmûd Fewzî Firat û hêjmareke mezin nunerên rêxistin, rewsenbir û siyasetmedarên kurd û tirk besdar bûn.
Siyasetmedar û nivîskarê kurd Kemal Burkay jî axaftineke li dor pêncî deqîqîqeyî pêskês kir. Burkay di destpêka axaftina xwe bi zimanê kurdî destpê kir. Dû re, ji bo ku mesajên xwe bigihîne raya gistî ya tirk, dorhêlên siyasî yên tirk û rêvebirên hukumet û dewletê bi zimanê tirkî axaftina xwe domand. Burkay got: ‘Her çiqas pirsa kurd pirsa herî giring ya Tirkiyê be jî, gelek pirs û kêseyên civakî yên din hene li benda çareseriyêne, wek pirsa baweriyên dînî wek pirsa elewiyan, êzdiyan; pirsa jinan, ciwanan, pirsên zehmetkêsan, pirsa jîngehê (ekolojî) û yên din hene. Ji bo van hemû pirsan jî dîtin û projeyên çareseriyê yên HAK-PARê hene û wê hebin’.
Bêguman mesaja sereke ya Burkay ji hukumetê û mixalefeta Tirkiyê re ev bû; got ‘werin em bi hevra pirsê li ser bingehê wekheviyê çareser bikin. Li gor raya partiya me, çareseriya herî lêhatî çareseriya federalî ye’.
Burkay di berdewamiya axaftina xwe de banga hemû hêz û partiyê kurdan kir ku yekiti û diyaloga navbera xwe xurt bikin.
Pistî dengdana delegeyan, nivîskar û siyasetmedarê kurd Kemal Burkay hemû deng wergirtin û wek serokê gistî hat bilbijartin, Burkay di peyama xwe de ji bo çareserkirina pirsa kurdî û pirsgirêkên din, hevkarî û diyaloga hemû aliyan xwest.
Komcîvîna Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê bi belavkirina encamnameyek ku ji biryar û pêsniyaran pêkhatî gihîst encam.
Dengê Kurdistan