Nûçe

Komcivîna HAK-PARê ya 6′ a pêk hat

Komcivîna HAK-PARê ya 6-a di roja 26.10.20014 an de li Anqerê civîya. Di komcivînê de, bilî endam û nûnerên partîyê, bi hejmareke bilind mêvan, berpirsîyar û nûnerên partîyên sîyasî û rêxistin û sazîyên civakî besdar bûn, hin ji wanan gotar xwendin. Gelekan jî nameyên pîrozbahîyê sandibûn.

Komcivînê, pistî hilbijartina dîwanê û rawestina rêzgirtinê ji bo sehîdan, dest bi karê xwe kir. Serokê HAK-PARê yê dewra çûyî Kemal Burkay, berê bi kurdî û dû re bi zimanê tirkî axaftina xwe ya Komcivîna sesa pêskêskir.

Axaftina Serokê Gistî Kemal Burkay

Burkay bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir:

‘Hûn hemû bi xêr hatine Komcivîna me ya sesa.

Wek hûn dizanin, du sal berê, di 4.11.2012’an de, di komcivîna 5′ a de ez wek serokê gistî yê Partîya Maf û Azadîyan hatibûm hilbijartin. Hingê min di axaftina xwe de, behsa pirs û kêseyên giring ku welatê me û gelê me pê re rûbirû ne kiribû, û rola HAKPARê ya di hewldanên çareserkirina van pirsan de û di jîyana me ya sîyasî de anîbû ziman.

Pistre jî, di gelek minasebetên cuda de, di vî warî de min dîtinên xwe û erkên li pês HAK-PARê anîbû ziman. Hûn van tistan dizanin. Loma ez pêwîst nabînim ku eynî tistan li vir tekrar bikim. Herweha kar û xebatên ku di van du salan de pêk hatine, di rapora xebatê de bi kurtayî hatine ravekirin û wê ji komcivînê re bên pêskêskirin; loma pêwîst nake ez behsa wan jî bikim.

Burkay di berdewamîya axaftina xwe de, li ser hin bûyerên giring yên ku du salan de li hundir û li derva qewimîne rawestîya.

Burkay, bi taybetî li ser pirsa ”Çareserî û Pêvajoya Astîyê” ya ku pistî hevdu dîtên Mustesarê MITê û Öcalan hatibû destpêkirin, sekinî û got ”Evê pêvajoyê di raya gistî de, di nav derdorên ku çareserîya pirsa kurd û astîyê dixwazin de bi gistî hewayeke gelek erênî peyda kir. Lê, me sertên heyî, nîyet û daxwazên herdu alîyan li ber çavan girtibû û di derbarî vê yekê de em zêde bi hêvî nebûn.’

Burkay got ku di van du salên derbasbîyî de, di vî warî de, piçûk an jî mezin hîç gavek nehatîye avêtin û tu projeyeke wan jî li meydanê tuneye. Din av civaka kurd de ew bawerî hasil dibe ku sîyaseteke mijûlkirin û xapandinê tê mesandin.

Kemal Burkay, destnîsan kir ku ev rewsa aloz pistî bûyerên kul li Kurdistana Basûr û xasima êrisên li ser Kobanê, bû sebebê hêrs û teqandineke mezin, li ser banga KCK û HDP mirov derketin ser kolanan û herderê welat bû cîgehê xwînê, xwîn rijîyaû dîmenên gelek xembar û xirab derketin holê. Ev jî dide xuyakirin ku pirs çiqas hesas û skestbar e.

Burkay got Pirsa Kurd û Kurdistanê pirseke netewî ye, pirsa gelekî 50 mîlyonî ku welatê wî li Rojhilata Navîn pareçekirî ye. Ev gel li her çar parçeyan jî bona azadîya xwe ser dike. Çareserkirina vê pirsê bi du sêweyan mumkun e: Dewleta cuda yan jî federasyon. Eger gelê kurd wê bi gelên cîran re di astîyê de bijî, sêweyê tevjîyanê, çareserîyeke li ser bingehê wekhevîyê ye, federasyon e.’

Kemal Burkay di berdewamîya axaftina xwe de li ser êrisên ISID û bûyerên navçeyê sekinî û serê kurdan ji bo parastina welat pesinand.

Burkay di dawîya axaftina xwe de li ser mijara serokatîya partîyê got ku; Ew ê ji bo dewra pês wek serok an jî di rêveberîyê de cî negre. Got min ji bo dewreke du salan ev erk girtibû û nuha ev diqede.

Burkay bi berdewamî got ku, wezîfa Serokatîya Gistî ji bo kesekî di temenê wî de giran e. Ji hevrêyên xwe daxwaz kir ku dilê xwe teng nekin ji vê biryarê re.

Burkay li ser pêwîstîya xebat û têkosîna HAK-PARê qisekir û got eger em bi rastî dixwazin, ku em dixwazin partîya me girseyan hembêz bike, di nav gelda sax bide, divê em ji dil û can bixebitin.

Hilbijartin

Komcivîna HAK-PARê ya 6.a bi destnîsankirina sê(3) berandamên serokatîya HAK-PARê bi berebezîneke demokratîyê ya di cî de hilbijartinên xwe kir. Sê kesên berendam Bayram Bozyel, Mehmet Celal Baykara û Fehmî Demîr bûn. Pistî ku M.Celal Baykara xwe ji namzetîyê vekisand, dengdan ji bo herdu namzetên din digel du lîsteyên endamên Meclisa Serokatîyê hatin çêkirin. Di encamê de lîsteyekê 166 û ya din 114 rey stendin. Li gor vê encamê Fehmi DEMIR wek Serokê Gistî yê HAK-PARê hat hilbijartin.

Serokê Gistî yê nû Fehmi Demir bi axaftineke kurt spasî hemû delegeyan kir ku bi hevre numûneyeke berebezîna demokratîk nîsandan û organên nû hilbijartin. Ji bo ku ew wek Serokê Gistî hilbijartine jî spasî delegeyan kir û tekez kir ku ew ê hewl bide ku erka ser milê xwe bi layîqî bi cî bîne.

Serokê gistî:

FEHMI DEMIR

Endamên Meclîsa Partîyê

HASAN SESEOGLU
ILHAN ÇETIN
FUAT KARAArSLAN
NECATI BAYRAM
DERVIS KORKMAZ
IBRAHIM POLAT
IHSAN ÇOBAN
ARIF SEVINÇ
SEVDA KOKUM
AHMET ERDOGAN
GÖKHAN TARHAN
DERYA BURKAY
OSMAN SARITAS
MUSTAFA TASCI
ALI RESAT ÖZTÜRK
SAIT DEMIR
ABDULMENAF KIRAN
SINASI SAHIN
HALUK ÖZTÜRK
MEHMET ALI KESTAN
HÜSEYIN ÖZDEMIR
YUSUF SERVAN KIZIL
AZAT ATMACA
ABDULKADIR DEMIR
DÜZGÜN KAPLAN
GÜLPERI SEVIM
SEMRA ARCAN GÖKÇEN
YASAR KILERCI
MEHMET BAKI ARSLANARGUN
BEDRI ISIK
LATIF EPÖZDEMIR
ISA ESKIN
NUSRET GÜVEN
SIRACETTIN SARI
IHSAN DURAK
ABDULLAH ÇELEBI
FAIK KAHRAMAN
TURAN IL
MUHLIS NURÇIN

Endamên cîgir ên Meclîsa Partî

FAZIL TASKAN
SAMET ARSLAN
MAHMUT TEMEL
DILSAH ARAS
ABDULAZIZ AKÇAN
CENGIZ TEMEL
HAMDIYE SESEOGULLARI
HAYDAR BEYSÜLEN
KASIM KESTAN
BEKTAS AKKUS
RIZA KATURMAN
DÜZGÜN KORUCU
SÜLEYMAN KART
FARUK AKSÜMER
MEHMET ZEKI SARI

Endamên asîl yên Komîteya Dîsîplînê

ISMET KAYA
BEHÇET TEKTEKIN
ERDOGAN GEYIK
BASAK BAYRAM
AHMET CEMIL ARCAN
CELAL DENIZ
BELGIN POLAT
Endamên cîgir yên Komîteya Dîsîplînê

SEMRA GÜNAYDIN
IRGAT POLAT
MAHMURE TEMEL

Kesên ku gotar xwendin

– Ebdulhemîdê Hecî Derwês (Sekreterê Partîya Demokratên Pêsverû ya Kurdên Surî)

– Omer Mîranî (nûnerê PDK li Anqere)

– Rostem Cîhangirî (Hizbî Demokrat Kurdistana Îranê)

-Enwer Soro (Komela Zehmetkêsanî Soresger, Îran)

– Muhemmed HacÎ Mehmûd (Sekreterê G. Partîya Sosyaldemokrat a Kurdîstan, K. Basûr)

– Rêber Îsmaîl Amêdî (Partîya Komunîst a Kurdistanê)

– Brahîm Bro (Sekreterê Partîya YekîtÎ ya Kurd li Surî)

– Alî Îbrahîm (ENKS-Kobanî)

– Semseddîn Heme (Sek. Mektb. Sîyasî ya Komeleya Surî)

– Dr. Sükri Güler (Serokê Gistî yê KOMKAR)

Yên ku ji Komcivînê re pîrozname sandin

Bülent Arinç, Cîgirê Serokwezîr
Kani Beko, Serokê Gistî yê DISK
Bayram Karaca- Kurdish America Society-New York
Prof. Dr. Mustafa Kamalak, Partîya Saadet
Selma Sen, seroka BES, sûbeya Îzmîrê
Op.Dr. Ekrem Bilek, Serokê Berê ê Saredarîya Siirt
Fettah Timar, Komeleya Pistgirîya HAK-PAR, Almanya
Sema Kiliçer- Sêwirmenda DelegasyonaTurkîyê ya YE a karên sîyasî
Komîteya Hevkarî, Swêd
Gül Seven- Rêxistina Efûyê a navnetewî Amnesty international
Partîya Demokrat a Netewîya Kurdistan
Sêx Semo Sêxo, Endamê Parlamenta Kurdistanê û Serokê Desteya Bilind a Bingeha Lales

Dengê Kurdistan

Back to top button