Nûçe

Komcivîna Komela Pistgirîya HAK-PARê li Ewropa çêbû

Kemal Burkay jî di komcivînê de amade bû.

Komcivîna Komela Pistgirî HAK-PARê li Ewropa di roja 27ê sibatê 2016 de, bi besdarîyeke mezin li Frankfurtê pêk hat. Civîn ji alîyê serokê berê Fettah Tîmar ve hat vekirin û bi xwendina sirûda neteweyî ‘Eyreqîb’ û rawestina ji bo rêzgirtina sehîdan dest pê kir.

Bilî nunerên komîteyên pistgirîyê yên welatên cuda, gelek endam dost û alîgirên HAK-PARê jî besdar bûn. Nivîskar û siyasetmedar rêzdar Kemal Burkay di komcivînê de amade bû û gotarek pêskês kir. Besdarîya Kemal Burkay di civînê cos û xwesîyeke mezin peyda kir.

Cîgirê serokê HAK-PARê Necatî Bayram jî amade bû û gotarek xwend. Herweha nunerên gelek sazîyan û kesên dost jî besdarî komcivînê bûn û hineka ji wan axifîn û pistgirîya xwe ji HAK-PARê re nîsandan. Silavnameyên HAK-PAR Diyarbekirê û navenda KOMKAR Almanya jî hatin xwendin.

Heystê û çar (84) nunerên komîteyên pistgirîya HAK-PARê ji welatên cuda yên Eropayê wek Îngiltere, Fransa, Swîsra, Hollanda, Swêd, Danîmarka, Norweç û Finlandiya û sê herêmên Almanya, ji bo Komîteya Gistî ji her herêmê kesek û ji bo Komîteya Karger pênc kes hilbijartin. Endamê Komîteya karger ev kes in: Hüseyin Evin, Hidir Mak, Erkan Kilinç, Fettah Timar ve Adnan Sütçü. Komîte wê di nav xwe de serokek û berpirsîyarekî aborî hilbijêre.

Komcivîna Komela Pistgirîya HAK-PARê bi xwesî û hêvîyeke mezin encamda.

Kemal Burkay jî di komcivînê de axifî

Kemal Burkay, di destpêka axaftina xwe de dilxwesîya xwe anî ziman ku îro bi dost û hevalên derveyî welat re hatîye areyekê. Wî got ‘Par di Newrozê de ez û Serokê Gistî Fehmî Demir pêkve em hatibûn nav we hevalên dervayî welat. Îsal mixabin me ew hevalê xwe yê hêja windakir. Wê çiqas xwesbûya ku îro ew jî niha bi me re bûya. ‘

Burkay, di berdewamîya axaftina xwe de qala gav û hewldanên yekîtîya tevgera siyasî yên ji sala 1989 heta niha kir, li ser partîyên legal HEP, DEP, DDP û DBP ku yek li dû yekê dihatin vekirin û girtin axifî û got: ‘HAK-PAR di vî warî de xeleqa dawî ye. Ew wek projeyeke yekîtîyê hat damezrandin. Wê yekîtîya hêzên kurd ên welatparêz li ser bingehê azadîya gelê kurd û demokrasîyê ji xwe re kir armanc. HAK-PAR herwisa ji bo ku di rewsa xirab ya destpêka salên 2000î de daxwazên gelê kurd ên rewa bilind bike û hêvîyê bide girseyan hat avakirin. ‘

‘HAK-PAR vê gavê ji bo çareserîya pirsa kurd, partîya yekane ye ku xwedîyê bernameyeka rastbîn û rêk û pêk e. Em çareserîyeke li ser bingehê wekhevîyê pêsniyaz dikin, ev federasyon e.

Burkay, derheqa rewsa HAK-PARê û mecalên pêsketin û xurtbûna wê di nav gel de got ku polîtîkayên rast tenê têrê nakin ji bo serfirazîyê, divê konjuktur jî ango sertên heyî jî rê bidin. Burkay bi berdewamî got : ‘Eger em di rewsa heyî de ji dil û can bixebitin û siyaseta xwe bi gel bas bidin naskirin, ez bawer dikim ku HAK-Par wê zûtir mezin bibe û gel hembêz bike’

Kemal Burkay, derbarî veqetandina hinek kadroyên HAK-PARê û avakirina partîyeke din de got: ‘veqetandina wan hevalan tistekî sas bû, ev windakirina xwînê ye, him ji bo HAK-PARê him jî ji bo PSK. Hêvîdar im ev hevalana rojekê zûtir vê sasîyê serrast bikin, daku yekîtîya me di nav HAK-PARê de xurtir pêsda here’

Dengê Kurdistan

Back to top button