Komcivîna Mala Gelê Kurd Mannheim

Mala Gelê Kurd (Komkar) li Mannheimê di 25-ê mijdarê 2012 da Komcivîna xwe çê kir. Di Komcivînê da gelek endam û dostên Komelê cî girtin. Li ser navê Navenda KOMKARê Asrin tevî Komcîvînê me bû û ji alî Navendê ve agahdarî da endamên me.
Komîta Komela me rapora xebatê û aborî ya 3 salan ji endam û mêvanên xwe ra pêskês kir. Li ser rapora xebatê gelek hevalan gengesî kirin, kêmasî û basîyên raporan anîn ziman. Piraniya endaman bi yek dengî gotin ku em gerek xebatên Komelê pêsda bibin û peywendîyên xwe bi saradarîya bajarê Mannheimê û partî û rêxestinên alman ra zedêtir bikin.
Di Komcîvîna me da gelek cîwanên me jî hebûn. Alîkariyeke wan a bas gîhîstîye vê Komcîvînê û em ji ciwanên xwe re gelek spas dikin. Ji bo geskirin û pêsda birina kar û xebatên Komela me, gelek biryarên nû hatin girtin. Ji biryaran yeke giring ev bû; Newroza 2013 da li Mannheimê çê bikin; yeke din jî; ji bo lokalek nû cî bibinîn da ku Komela bikane bêtir û bastir kar û xebatên xwe bi rêva bibe. Pistra Komîteya Komelê ya nû hat hilbijartin. Kesên ku di Komîteya nû da cî girtine ev in; Ajda, Serhat, Güney, Zeynel, Mesut, Hüseyin û Seyidxan.
Em ji Komîteya xwe ya nû ra serkeftin dixwazin.
Arzu
Mala Gele Kurd (Komkar) Mannheim
Dengê Kurdistan