Komcivîna Nûneran ya KOMKAR pêk hat

Di roja 10-11. Sibat 2018an da, li bajarê Leverkusenê, bi besdarbûna nûnerên komel û komikan, Komcivîna Nûneran ya KOMKARê pêk hat.
Komcivîn bi rêzgirtina sehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Pistî pejirandina rojevê, serokê KOMKARê Rohat Geran agahdarîyêk dûrûdirêj li ser pêvajoya dadgehî ya KOMKARê pêskês kir û pasê jî dest bi xwendina rapora karûbar kir. Besdarên komcivînê, li ser raporê gengesî kirin, rexne û pêsneyeranên xwe anîn zimên.
Pistê xwendina rapora malî, komcivîn bi xwendina rapora sîyasî rojeva xwe berdewam kir.
Di rapora sîyasî da, li ser her çar perçên Kurdistanê bi kurtayî agahdarî hatibûn dayîn û jibo pêserojê jî pêsnîyarên konkret hebûn.
Gengesîyek dûr û dirêj û balsês jî, li ser rapora sîyasî hatin kirin.
Ji xalên rojevê xaleke girîng jî, rêbaz bû.
Di Komcivîna KOMKARê yê ku di rojên 16-17.09.2017an li bajarê Berlînê hatibû lidar xistin, biryarek jibo amadekirina rêbazek nû jî hatibû dayîn. Komîta Amadekar ya rêbazê, bi hazirî hatibû Komcivînê. Nûnerên komcivînê li ser rêbazê bîrûbawerîyên xwe anîn zimên.
Roja yekemîn, êvarê hozanê gelê Kurd Sivan Perwer jî seredanîyek li komcivînê xist û jibo karûbarên KOMKARê ra serketinê daxwaz kir.
Dengê Kurdistan