KOMCIVÎNA WAQFA RIYA AZADÎ ÇÊBÛ

Wefda Mutevelli ya Waqfa Riya Azadi, di 24ê Çiriya Pasîn 2019 da li Enqerê di Navenda Wakfê da civiya û komcivîna salane pêk anî.
Gor rojewê, pistî vebûnê û lêpirsîna endaman , sê kesên dîvanê (Hîkmet Can, Mehmet Alî Kestan û Kamer Beysulen) hatin hilbijartin. Pistra Serokê Waqfê Kemal Burkay rapora kar-xebatê ya sala dawî xwend. Di raporê da xalên balkes ew bûn: Di sala çûyî da, tevî çar pirtûkên berê çar pirtûkên teze hatibûn çapkirin; ji meha Çille heya Heziranê, ango pênc mehan li Enqerê di navenda Waqfê da qursa Zimanê Kurdî hatibû dayîn: Di 9ê Sibata 2019 da Navendeke Çandî li Diyarbekrê hatibû vekirin; ji ber hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê ya nû, Serokê wakfê çûbû Hewlêr û di merasîmê da hazir bûbû.
Burkay di axaftina xwe da her usa jî qala girîngiye Waqfê kir wek saziyeke çandî û civakî. Got, digel partiyên siyasî, sazîyên usa sîwîl jî dikarin ji bo hisyarkirin û rêzkirina civatê û di destxistina maf û azadiyan da roleke giranbuha bilîzin.
Pistra Berpirsê Aborî yê Waqfê Necatî Bayram rapora aborî xwend û bersîva hin pirsên hevalan da. Li ser ropora kar-Xebatê û ya aborî axaftin çêbû û herdu napor jî hatin erêkirin. Pistra botçeya texmînî ya sala pês hat pêskêskirin û ew jî hat erêkirin.
Pistra Saziya Rêvebir û ya Çavnêr hatin hilbijartin. Di van saziyan da gor yên berê guhartineke mezin çênebû; tenê Mehmet Gökçe wek endamekî teze di Saziya Rêvebir da wek cîgir cîh girt.
Pistra nevalan gor xala dawî ya rojewê daxwaz û pêsniyarên xwe gotin. Di nav wan pêsniyaran da bi taybetî gotin: Divê kar-xebata Navenda Waqfê û ya Navenda Çandî li diyarbekrê bi çalakiyên çandî û civakî bê xurtkirin û bona vê yeke jî divê her usa Waqif di warê aborî da bê xurkirin.
Hevalek ku ji der welat hatibû tevî Komcivînê bûbû, Kadir Akel jî qise kir, qala hin tecrube û bîranînên xwe ên di dema derxistina Kovara Azadî da kir û daxwaz û pêsniyarên xwe pêskês kir, da ku kar-xebata Waqfê pês va biçe.
25 Çiriya Pasîn, 2019
Dengê Kurdistan