KOMCIWAN Almanya serdana Yekîtiya Lawan, Jinan û Xwendekarên Demokrat kirin

KOMCIWAN Almanya serdana Yekîtiya Lawan, Jinan û Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê kirin
Sandeya Komîteya Rêvebiriya Yekîtiya Ciwanên Kurdistan li Almanyayê duhî serdana Nunertiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ ya Hewlêrê kirin û bi her sê Yekîtiya Lawan, Jinan û Xwendekarên Demokratên Kurdistana Îranê re hevdîtinek pêkanîn.
Dengê Azad/Hewlêr
Sandeya Komîteya Rêvebiriya Yekîtiya Ciwanên Kurdistan li Almanyayê ku bi hest kesan pêkhatibû, duhî serdana Nunertiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ ya Hewlêrê kirin û ji aliyê Sekreterê Gistî yê Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistana Îranê Fûad Xakîbegî, Sekreterê Gistî yê Xwendekarên Demokratên Kurdistana Îranê Keyhan Yûsûfî, Berpirsê Komîteya Hewlêrê ya Yekîtiya Jinên Demokratên Kurdistana Îranê Naîme Qadirî, herdu kadirên Berpirsê Komîteya Hewlêrê ya Yekîtiya Jinan Leyla Baxîbenî û Mehîn Nadirî, Cîgirê Sekreterê Gistî yê Yekîtiya Lawan Celal Rewangerdî û kadirê Yekîtiya Lawan Emîn Îbrahîmî ve bi germî hatin pêswazîkirin.
Di destpêka hevdîtinê de bi navê her sê yekîtiyên Lawan, Jinan û Xwendekaran Fûad Xakîbegî pistî xêrhatin li sanda KOMCIWAN Almanyayê kir, derbarê kar û çalakiyên Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistana Îranê de agahiyên berfireh da.
Bi navê KOMCIWAN Almanya jî Evîn Koflî li ser projeya ku hatin Herêma Kurdistanê û kar û çalakiyên xwe yên li Almanyayê agahî da her sê Yekîtiya Lawan, Jinan û Xwendekarên Demokratên Kurdistanê Îranê.
Aliyan di hevdîtinê de behsa rol û girîngiya ciwanan, jinan û xwendekaran li nav civatê de kirin û bîr û ramanên xwe parve kirin.
Di hevdîtinê de herdu alî têkez kirin ku hewlên zêdetir bidin bo xurtkirina pêwendiyên di navbera xwe de û ji bo projeyên hevbes kar û xebatên zêdetir bikin.
Dengê Kurdistan