Nûçe

KOMCIWAN Almanya serdanên xwe yên Herêma Kurdistanê didomîne

Sandeya Komîteya Rêvebiriya KOMCIWAN Almanya ku duhî ji bo seredanên fermî hatibû Herêma Kurdistanê, îro jî ligel partiyên siyasî û saziyên sivîl re hevdîtinên xwe berdewam kir.

Dengê Azad/Dihok
Sandeya Komîteya Rêvebiriya KOMCIWAN Almanya îro li Dihokê serdana Malbenda 4 a YNKê, Yekîtiya Afretên Kurdistanê a saxa Behdînanê û Yekîtiya Lawan a saxa Sêmêlê kirin.

Sandeya Komîteya Rêvebiriya KOMCIWAN Almanya îro danê sibê serdana Malbenda 4 a Yekîtiya Nîstîmanî a Kurdistan-YNK kirin û ji aliyê berpirsê malbendê Herêm Kemal Axa û berpirsê pêwendiyên nistîmanî a YNKê Îman Ebdulrezak ve bi germî hatin pêswazîkirin.

Aliyan di hevdîtinê de li ser proseya hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê û tesîra ciwanan û jinan a li ser hilbijartinê guftugoh kirin.

Di hevdîtinê de Berpirsê Malbenda 4 a YNKê Herêm Kemal Axa spasiya xwe bo serdana KOMCIWAN Almanya pêskês kir û li ser hilbijartina parlamentoya Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexda de kurte agahiyek da û di kar û barên KOMCIWAN Almanya de serkeftina wan xwest.

Sandeya Komîteya Rêvebiriya KOMCIWAN Almanya îro serdana Saxa Behdînan a Yekîtiya Afretên Kurdistanê jî kirin û ji aliyê Berpirsê wê saziyê Sepal Hisên Remezan û endamê revebiriyê Evîn Mitaîl ve hatin pêswazîkirin.

Sandeya KOMCIWAN di hevdîtinê de li ser rewsa jinan a Herêma Kurdistanê, pirsgirêka wan a li nav civatê de û rola jinan a di hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê de agahiyek berfireh girtin.

Herdu alî tekez kirin ku ji bo xurtkirina têkiliyên xwe hewlên xwe zêde bikin.

Sandeya KOMCIWAN Almanyayê îro herwisa serdana Saxa Sêmêlê a Yekîtiya Lawan a Kurdistanê jî kirin û ji aliyê berpirsê wê saziyê Resîd Îbrahîm Tahir û çend endamên rêvebiriyê ve bi germî hatin pêswazîkirin.

Berpirsê saxa Sêmêlê a Yekîtiya Lawan a Kurdistanê Resîd Îbrahîm Tahir di destpêkê ji bo serdana KOMCIWAN Almanyayê spasiya xwe pêskês kir û behsa karûbarên saziya xwe û li ser pirsgirêka ciwanên Kurd yên herêmê agahiyek berfireh da.

Sandeya Komîteya Rêvebiriya KOMCIWAN Almanyayê wê sibê jî serdanên xwe yên saziyên sivîl û partiyên siyasî berdewam bikin.

Dengê Kurdistan

Back to top button