Nûçe

KOMCIWAN Mannheim berpirsên nû helbijartin

15 Nîsanê 2012 KOMCIWAN Mannheim kombûneka mezin bi hemû endamên xwe cêkir.
Di vê kombûnê da karê xwe yê sala 2011 û 2012 îna ber çav û danûstandin ser kir.

KOMCIWAN Mannheim di sala 2011 da pêsveçuneka pir mezin kir. Jimara endaman gelek zêde bû û herwesa di karê xwe da pêsket û rengîn bû.
Herwiha armancên nû bo xwe danandin. Yek ji armancên wan ewe, kû her 21 xalên Duwemîn Konferansa Ciwanên Kurd ya Netewî li Hewlêrê bi cih bînin û herwesa her pênç xalên Kongrêya KOMCIWAN Elmanya ya 2012ê di karê xwe da ber çav bikin û bi cih bînin.

Berpirsên berê yên KOMCIWAN Mannheimê Barîn Kêsteyî, Özlem Alkan, Arzu Celik û Serhat Alpayci bûn. Destxwesîyê bo karê wan di sala 2011/2012 dikîn.

Berpirsên nû yên vê êksemê hatîn helbijartin Arzu Celik, Serhat Alpayci, Özlem Alkan, Güney Kurt, Barîn Kêsteyî, Yasemîn Yildis û Ajda Kurt in.
Berpirsên nû li bere kû armancên nû yên KOMCIWAN Mannheimê yên hemû endamên xwe bi cih bînin û herwesa di karê xwe da herdem pistgirîya KOMKAR û KOMJÎN Mannheimê bikin.

Em serfirazîyê û serkeftinê bo berpirsên nû yên KOMCIWAN Mannheimê dixwazîn.

KOMCIWAN Mannheim

Dengê Kurdistan

Back to top button