KOMCIWAN-Swêd kongreya xwe pêkanî

Kongreya Komciwan-Swêd di 30.10.2011 an de li bajarê Stockholm, li avahîya Alvik Medborgarhusetê pek hat. Serokê Komciwan-Swêd, Ferhat Sönmez di nav peyvên xwe yê xêrhatinê bi bîr anî, ku kar û xebatên Komciwan Swêd cîyek xwe yê taybet heye bo zarok û ciwanên kurd li der û dora Stockholmê. Di komeleyek kurdî ku di dîaspora kar û xebatên xwe dimesîne, ne hesanê ku ewqas hejmarek mezin ji zarok û ciwanên kurd kom bibe û her hefte perwerdeya folklor, musîk û ziman bê dayîn. Ji encamên Komciwan yê hêja, Sönmez bextewerîya xwe da nîsandan. Pisti xwêrhatina xwe, Sönmez axaftina kongrê da dest Sukrî Demir ku di kongrê wek serokê diwanê hat hilbijartin.
Evîn Sik wek sekretera dîwanê û Deysem Suleyman û Belma Piskin wek cavderên kongrê hatin hilbijartin. Pistî hilbijartina dîwana kongrê, rêveberên Komciwan li ser karên xwe axivîn. Ji aliyê endaman ve firset hebû, ku pirs di derbarê karên rêvebiran de werin kirin. Pêsnîyarek, ew bû ku Komciwan di nav xebatên xwe yê sala pês, bêhtir cî biden kombûnên sîyasî da ku endam kom biben û li ser babetên aktuel li gel hev minakese biken. Ew pêsnîyar ji alîyê kongre hat pesirandin.
Di dema hilbijartina rêvebirîya nû, encam ev bû:
Bo Komîta rêvebir: Belma Piskin, Derya Özturk, Deysem Suleyman, Evîn Sik, Ferhat Sönmez, Jînda Îsî, Kasrî Aldûr, Kawa Avcî, Mardîn Hêja Baban, Narîn Celik, Rodî Gumus û Shaho Ruhanî hatin hilbijartin.
Helîn Sönmez, Hevrê Yildiz û Seyran Yildiz wek cîgirê komîta rêvebir hatin hilbijartin.
Bo organên komelê yê din, Sukrî Demir wek berpirsê Komîta rawêj û Halûk Özturk û Lokman Demir wek çavdêrên darayî (Revisor) hatin hilbijartin.
Herwisa serokê Komkar.eu, Kovan Amedî, wek mêvan amade bû. Birêz Amedî li ser babetên întegrasîyonê û nasnameya kurdî û herwisa giringîya aleqedarîya û nêzîkbûna civata Swêdî sekinî. Rêzdar Amedî di dewama gotara xwe da dîyarkir k wî di nêzîk de karên Komciwan-Swêd tespît kirîye û pê serbilinde, bo berdewamîya karê Komciwanê bextewarî û serkeftin xwest.
Serokê dîwanê Sukrî Demir bo axaftina rêzdar Amedî û herwisa bo besdarbûna endaman di kongreyê de, spas kir û da dîyar kir ku ji ana û pêve erkek hêja li ser milê komîta rêvebir ya nû heye.
Komîta rêvebir ya nû dîsa di 5.11.2011 li hev kom bûn da ku karên bilez û aktuel li hev par bikin û herwisa rolên komîtê li hevûdû bes bikin: Ferhat Sönmez, ev derba dudaye wek serokê Komciwan Swêd hat hilbijartin. Wek cîgira serok, dîsa Derya Özturk hat hilbijartin. Evîn sik wek sekreter, Deysem Suleyman wek berpirsê aborî û Narîn Celik wek berpirsê endaman hatin hilbijartin.
Komciwan-Swêd, 8/11-2011, Stockholm
Dengê Kurdistan