Nûçe

Komciwan Swêdê dest bi xebatên xwe yê payîzê kir

Stockholm 2013-09-02

Komeleya ciwan û zarokên kurd Komciwan-Swêdê, ku li Stockholm û li Swêd bûye navenda çand û hûnera kurdî û herwisa helîna perwerdekirinê, dest bi xebata payîzê kir.

Yeksema 1ê meha îlonê Komciwan-Swêd bi kombûnek aghadarîyê dest bi xebaten xwe yê payîze kir. Teybetmendîya vê kombûnê ew bû ku gelek malbat û endamên nuh besdar bûn. Piranîya mevanên nuh li gel zarokên xwe yên salbiçûk amade bûn. Ji ber ku hejmara zaroken ku îsal wê dest bi xebatên Komciwanê bikin zêde bûn, Komciwan pewîst dibîne ku çend grupên cûda bo zarokên salbicûk amade bike.

Cîyê keyfxwesîyê ye ku hejmarek zêde ciwanên salmezin jî û çend heb ji wan ku bixwe ne kurd in daxaz kirine ku dest bi kursên zimanê kurdî û kursa tembûre bikin.

Wek tê zanîn KOMCIWAN-Swêd li Stokholmê ji 1998 û virde, ji bo zarok û ciwanan xebatên hûner û çanda kurdî saz dike. Heta niha ji 900 bêhtir zarok û ciwanên kurd û ne kurd li der û dora bajarê mezin yê Stockholmê perwerde kirine. Gelek ji endamên Komciwan-Swêd bi kemasî 3-4 salan besdarî xebatên Komciwan dibin. Li Komciwan perwerda huner û canda kurdî dibînin û herwisa zanistîya karên komelatî û pirsên integrasîyonê fêr dibin. Gava kû endam digîjin temenê zanko/unîversîte, carna mejbûr dibin cihê mal û xwendina xwe diguhêzin. Lê balkes ev e ku gelek endamên berê pistî xwendina xwe dîsa li Komciwanê vedigerin an wek mamoste mijûlî karê Komciwanê dibin an jî bi zarokên xwe ve tên da ku ew besdarî kursên Komciwan bibin.

Di kombûnê de Komciwan Swêd bi axaftina organîzetorê xwe, Sukrî Demir mêvan û endaman bi xwêrhatin kir. Demîr agahîyên ser xebatên Komciwanê û kursên Komciwanê da. Kursên zimanê kurdî wê dîsa bi mamostetîya birêz Haluk Öztürk bê birêvebirin, herwisa kursên tembûrê wê bi birêvebirina mamoste û hunermend Yasar Bugurcu berdewam bibe. Endamên hêja Helîn Sönmez û Jînda Îsi wê mamostetîya folklorê bo grupên folklorê di nav xwe de bes bikin.

Cîvin bi pirs û bersîvên endam û dê û bavan hat dewam kirin. Çend pirs li ser dîroka Komciwan hat kirin. Dê û bav bi keyfxwesî ji rêvebirên Komciwanê re dîyar kirin ku ew ê bi her awayî pistgirîya Komciwanê bikin û gava ku berpirsîyarî pewîst be, dixwazin pê agahdar bin.

Bi sêranî û vexwarin û bi atmosferek erênî, kombûna Komciwan Swêdê bi xwesî û serfirazî derbas bû.

Sukrî Demir

Dengê Kurdistan

Back to top button