Nûçe

Komciwan-Swêdê seva pistgirîya Kobanê çêkir

Dengê Kurdistan/Stockholm

Komeleya ciwan û zarokên kurd Komciwanê ji bo koçberên Kobanê sevek alîkarîyê li darxist.

Bernameya sevê bi axaftina seroka Komciwanê Hêlîn Haco Aldur dest pê kir. Aldur xêrhatin li mêvanan kir û bi kurdî armanca sevê anî ziman. Ji komîteya karger a Komeleyê Hêlîn Sönmez û Jînda Evîn Isi bernameya sevê bi kurdî û swêdî rêvebirin.

Di sevê de hunermendên muzîka kurdî Rewend Sêxo, Dr. Serdar Budak, Yasar Bugurcu, Hejar Duhokî bernameyeke xwes pêskês kirin.

Di nav mêvanên Seva alîkarîyê de birêz Kemal Burkay jî amadebû.
Alîkarîya Komkirî wê ji alîyê sê endamên keç; Rojda, Seyran û Dîlan ve bigîje penaberên Kobanê yên ku niha li Surucê dijîn.

Dengê Kurdistan

Back to top button