Nûçe

Komciwan-Swêdê sevbihêrka payîzê li dar xist

Stockholm-18.12.2011- Komeleya ciwanên kurd Komciwan-Swêdê, pistî xilaskirina xebatên demsalê sahiyek ji bo zarok û dê û bavan li dar xist. Wek tê zanîn KOMCIWAN-Swêd li Stokholmê her sal di mehên bihar û payîzê de ji bo zarok û ciwanan kursên govendê, tembûrê û zimanê kurdî tên derbaskirin. Li vira zarokên ji 5 salî heta ciwanên 18 salî besdarî kursan dibin. Di dawiya termîna xebatê de, zarok û ciwan digel dê û bavên xwe di sevbihêrkekê de dicivin û zarok hunerên xwe pêskêsî dê û bavan û mêvanan didin.

Sevbihêrk vê carê jî bi bernameyeke zengîn hat derbaskirin. Pistî axaftineke kurt ya serokê KOMKAR-Swêdê Haluk Öztürk, seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê Sermîn Bozarslan û seroka Yekitiya Jinên Kurd li Swêd Seyran Dûran jî axifîn. Wan di axaftina xwe de xebat û xizmeta Komciwanê pesinandin û jê re serkevtin xwestin.

Di sevbihêrkê çar komên folklorê li ber dahol û zirnê govend gerandin û koma tembûrê hunerên xwe rayî dê û bavan dan. Kalê serê Salê li zarokan diyarîyên serê salê belav kir. Dûre hunermendê muzîkê ê ciwan Rêkes gelek stranên govendê yên xwes pêskês kirin û biçûk û mezinan li ber dengê wî sazbendên hevalên wî govend gerandin.

Bernama sevbihêrkê bi kurdî ji alî Jînda Îsî û swêdî ji alîyê Mardîn Hêja Baban hat mesandin. Sukrî Demîr jî wek alîkarê organîzekirina çalakiyên Komeleya Ciwanan di bernameyê keda xwe nîsanda. Demîr di dawiya bernameyê spasiyên taybet ji Jêhat Bozarslan re anî zimên, ji ber ku ew hercar bi alavên xwe yên deng û muzîkê tê û pistgirî dide çalakiyên komeleyê. Sevbihêrka kurdên Stockholmê vê carê jî bi xwesî û serfirazî derbas bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button