Komciwan-Swêdê sevbihêrka payîzê li dar xist

Stockholm-10.12.2012- Komeleya ciwanên kurd KOMCIWAN-Swêdê, roja yeksemê li Stokholmê sahiya payizê ya pistî xilaskirina xebatên demsalê çêkir. Di sahiyê de gelek zarok, ciwan û dê û bav besdar bûn.
Wek tê zanîn KOMCIWAN-Swêd li Stokholmê her sal di mehên bihar û payîzê de ji bo zarok û ciwanan kursên govendê, tembûrê û kursa zimanê kurdî vedike. Li vira zarokên ji 5 salî heta ciwanên 18 salî besdarî kursan dibin. Di dawiya termîna xebatê de, zarok û ciwan digel dê û bavên xwe di sevbihêrkekê de dicivin û hunerên xwe pêskêsî dê û bavan û mêvanan didin.
Bernama sevbihêrkê bi kurdî ji alî Jînda Îsî û swêdî ji alîyê Mardîn Hêja Baban hat mesandin. Sevbihêrk vê carê jî bi bernameyeke zengîn hat derbaskirin. Îsal hunermend Beytocan û Yasar bi deng û muzîka xwe seveke xwes dan derbaskirin. Zarok û dê û bavên xwe govend gerandin heta derengê sevê. Sevbihêrka kurdên Stockholmê vê carê jî bi xwesî û serfirazî derbas bû.
Dengê Kurdistan