Nûçe

Komciwan û Komkar Mannheim Newroz pîroz kir

Adara kurda heyveka bi pir bûyerane, him bûyerên bi xwesî di dîroka kurdan da û him jî rese-rojên dîroka kurdî.

KOMCIWAN û KOMKAR a Mannheim dixwast bîranîna herdûyan bike.
16 heyva Adarê bi xemgînî û dilên giran bîrhatina Helebce amadekir. Li bajarê Ludwigshafen di gel alîkarîya PDKê kombûnek li nava bajarî cêkir. Him bû kurdan, da bîranînê bikin. Û him jî bû xelkê Elman, da cavên xwe veken û bizanin ka ci nexwesî li ser me kurdan hatîye kirin bi bêdengîya cîhanê.

Komkarê pêzanin li ser Helebce didan û Komciwanê jî bi sanoyekê cavên pir kesan bi rondikan dagirtin.
Ew tistê wan dixwast bînin ziman ew bû, kû komkujîya Helebce di cîhanê da bi Genozid bihe zanin. Û herwesa jî ji wan dewletên wekî Elmanîya, ewên alîkarî bi rengê cekên kîmyayî daye Iraqê , kû ew dewlet ji ber we zerara giran ya li gelê helebce hatîye kirin, bihên ciza kirin û tazmînatê bidin!
Bi rondik û xemgînî, bi muzîk û sano, bî alayên Kurdistanê û sirudan, bi kel û diltengî, birhatînek di cih da bû.

Wek cend carî di dîroka kurdî de, kurd mecburin kû carek dî rabîn ser xwe. Serê xwe ne berdîn jêr, bilind bikîn, xwe bê hîvî nekîn û bi xwesî û armanc roja xwe nû bikîn.

Herwesa jî Komciwan û Komkara Mannheim jî wek dîroka kurdî, jîyan berdewam û nû kir.

21 Adarê li bajarê Mannheimê li ber rûbarê Neckar sala nû ya kurdî bi hevre û bi hevalan pîroz kir.

Bû rôja Newrozê kurdên her car parcên Kurdistanê bi vêk ketin û ala kurdî bilind kir. Seratîye hemîyan xwarinên kurdî amadekirin û bi hevre seyraneka Newroze bi rengê kurdînî kir. Pasî bi hevre dest bi stiranan û govendê kir.
Bi êvarî ve agirê Newroze hilkir û him genc û him mezinan lotik li ser agirî avêtin.

Bi vê rojê li Newrozê û bi vê seyranê mirovî digot, kû me kurdan hemî nexwesîyên xwe bu vê gavê ji bîr kirinê û bi dilsadî û xwesî jîyan bi kurdînîyê dagirt.

Komciwan û Komkar Mannheim Newroza hemî gelê kurd pîroz dike!

Komciwan Mannheim, 22.03.12

Dengê Kurdistan

Back to top button