Nûçe

Komela Hevaltî çalakîyek ji bo Kobanî pêk anî!

Roja înîya 18’ê Cirîya Pêsîn 2014’an da Komela Civaka Dostanîya Kurd û Elmanan Hevaltî e.V Bottrop, ji bo pistgirîya bajarê Kobanî, çalakîyek agahdarîyê li nav bajarê Bottropê da pêk anî.

Endam û xebatkarên Komelê tevî welatparêzên Kurd û dostên Alman li ser sûka bajêr ya here çalak maseyek înformanyonê (agahdarî) vekirin. Li pist masa agahdarîyê bi wêneyên kavil û kambaxkirina; Kobanî û Sengalê kû li hêla wahsên Daîs’ê ên bi navê Ola Îslamî kurdan qirdikinva hatibûn pêsandan.

Çalakî û masa agahdarîyê gelek bal û eleqeya nistecîyên Bottropê dikisand. Xelk bi baldarî dihatin cem çalakvanan û agahîyên nû û ramanên çalakvanan hîn dibûn û pistgirîya xwe eskere dikirin.

Her usa çapemenîyê ji eleqeyek germ nîsanî çalakyê da. TV`ya Eyaleta Herêma NRW’ê WDR3’ê dîmenên çalakyê kisandin û bi Serokê KOMKAR’ê yê berîn Birêz Fettah Timar ra kurte siroveyek girt û di nûçeyên êvarê da wesandin. Di nav pistgir û çalakvanan da gelek dostên Kurd û pêsmarga Sêx Zedo jî hebûn. Li vir gelek karîkatorên hunermendê Kurd Yehya Silo jî hatibûn raxistin.

Di çalakyê da bi hezaran belevokên Komelê û KOMKAR’ê; yên li ser rûreskirna erisên hovane yên Wehsên Daîs (ÎSÎD)’ê hizra Dewleta Tirk hatin belav kirin.

Xêrnexwazekî hevwelatyê Dewleta Tirk, ku ji xwe ra digot ez Ergenekoncî me, dixwest çalakîyê proveke bike, lê dît ku kesî guh nedayê ew jî ji qewra cehimnî bû çû!

Bi kurtasî çalakî bi ewleyî û bê qeza û serketî qedîya!

Husoyê Emîn
Dema Nu/Bottrop

Dengê Kurdistan

Back to top button