Komela Hevaltî li bajarê Bottropê masa agahîyê vekir

Gelek mixabe, ku em dîsa ji pistî êriseka hovane, ya ku bi destê neyarên Kurd û Kurdistanê va tê mesandinê çalakîyan dimesînin.
Wek komela Hevaltîya Elman û Kurdan- Bottrop, me ji roja ku teroristên wehs, yên ku li ser navê dewletên dagirkerê Kurdistanê, ewên ku dijî serxwebûna Kurdistanê ne, berê xwe dane Kurdistana azad û bi curekî hovane ew genosîda li Sengalê kirin, bi sedan zar û zêçên kurdên Êzidî revandin, kustin, mal û halên wan bi pistgirîya erebên sune va talan kirin, bê navber di nava hewildanekê da ne. Van hewildanên me, keç û jinên kurdan, ew qas qurbanîyên Sengalê pasta naynin, bi sedan va pesmergên sehîdbûyî li me venagerînin, lê wek kurdên dilsotî, em vala nesekinîn.
Ji alîkî va civînên almanan da me agahî li ser rewsa Sengalê û sengalîyên derbeder da, genosîda liser sengalîyan hate mesandin wan da fehmkirinê. Rojnama WAZ(Westdeutsche Allgemeine Zeitung) hate komelê û hevpeyvînek li ser rewsa êrisên hovane gel berpirsîyarê komelê pêkanî û rupela ewilîn da wesand. WDR hate komelê bernameyeka ji bo 15 xulekan çêkir û wesand. Me agahî li ser rewsa Kurdistanê, taybetî jî li ser rewsa Sengalê da wan.
Ji alîkî da jî me bi alîkarîya endamên komelê û çend malbatên êzidî va kinc, pêlav û batanî berhev kirin. Me kamyoneka 7 tonan bire Mala Êyidîyan Kalkar, ew gîhîstine Kurdistanê, em gelekî pê dilxwes in. Gelek sipas ji bo Mala Êzidîyan Kalkar. Kamyoneka 7 tanan jî me gîhandie ber destê Edrîs Zozanî, li bajarê Oberhausen. Ev kincana wê di demeka kurt da bigîhîjin Sengalîyan.
Di 13 meha îlonê da jî me masa agahîyê li sûka bajarê Bottropê (Altmarkt) vekir. Wê roja ku gelek rêxistinan pêsangahên xwe vekiribûn, ji bo çalakîya me samsek bû. Komela 7 Hevalan Bottrop, Sazîya Karê cîwanan (Jugendamt), DPWV Bottrop (gelek komelên ku endamê vê sazîyê ne) mase vekirîbûn.
Em amadekarîyeka bas va li sûkê bûn. Masa me bi Ala Kurdî, nexsên kurdistanê va hatibû xemilandinê. Her usa gelek sûretên ku rewsa Sengalê radixistin ber çavan, hovîtîya ku li ser nave îslamîyetê hatîye kirin. Armanca vê masa agahîyê ew bû, ku em ji alîkî va wehsetê nîsanî rûnistvanên Bottropê bidin, ji alîyê di va jî balê bikisînin, ku hewcetîya alîkarîya navnetewî heye, da ji boy genosîdeka weha li Kurdistanê taybetî jî Ii ser Kurdên Êyidî neyê mesandinê. Ew jî çareserîyeka bingehîn e.
Me bi alîkarîya hevalên çalak 500 belavok gîhandin ber destên Bottropîyan. Li ser nexsa Kurdistanê, deverên ku ser lê tê mesandin, deverên veqetandî ji bo kesan hate danasîn. Kesayetîyên wek seroka DPWV, Xatûn Andrea Multmaer, Wekîla hukumata Eyaletê Xatûn Dr. Bunse, Rêveberê saredarîyê berêz Loeven, wekîlê hukumata Federal berêz Mikael Gerdes û saredarê Bottropê berêz Berndt Tisler û gelek kesayetîyên mayîn, her usa kesên sade.
Taybetîya hatina van kesan ew bû, ku wan gelek pirs ji me dikirin û derfet dan me ku em li ser nexsa Kurdistanê agahîyê bidine wan. Dîsa cîhê dilxwesîyê bû, ku berêz Mikael Gerdes got: -Ya rastî ez dijî hemû sera me. Dijî çeka me. Lê belê di vê rewsa hanê da min bi dilxwezî destê xwe ji bo alîkarîya çekan ji bo pesmergan bilind kir. Ji ber ku di destê hemû alîyan da çek hene, lê tenê di destên kurdan da nînin, ew dijî teroro ser dikin.
Li bajarê Bottropê çalakîyên me wê berdewam bin, ta ku Sengal rizgar bû û birînên Sengalîyan hatin pêçandinê. Em vî karî xêra xwe nakin, ev erka ser stuyê me ye.
Her bijî Kurdistan
Bijî Pesmerge
Bijî wekhevî
Komela Hevaltî Bottrop
Dengê Kurdistan