Komela Pistgiriya HAK-PAR ya Ewropa: Em bi her awayî pistgirî didin referandûma serxwebûnê

Roja 25.09.2017 an de li Kurdistana Basûr referandumek tê pêkanîn. Biryara pêkanîna referandumê ku ji aliyê piraniya partî, rêxiraw, komeleyên medenî hatiye standin, biryareke pîroz e, her usa dîrokî ye jî. Dîrokî ye, ji ber ku peymana Sykes Picot ya ku 100 sal berê, bi neheqî axa Kurdistanê parvekiribû, niha feremos dibe. Sînor ji nû ve berbi guhartinê ve dilivin. Cara pêsîn e, ku kurd li Rojhilata Navin mecalê dibîne ku li ser pêseroja xwe bibin xwedî gotin û biryar.
Ev referandum, ji bo pêsî lê vekirina Kurdistaneke AZAD, SERBIXWE û DEMOQRAT bûyereke dîrokî û pîroz e.
Em wek rêveberî û endamên ‘Komela Pistgiriya HAK-PAR ya Ewropa’ tevaya wan kesên ku, ev cureta nîsan dan û bûne sedema vê biryara dîrokî pîroz dikin.
Komela Pistgiriya HAK-PAR ya Ewropa vê biryarê wek biryara xwe dipejirîne û pistgiriya wê dike, wek biryara xwe lê xweyî derdikeve û ji bo wê kar û xebat dike, ji ber ku ev biryara ji bo me hemû kurdan e.
Banga me ji bo tevaya kesên ku dibêjin em kurd in û xwedî xîret seref in.
Werin mil bidin vê referandumê, bila encameke serkeftî derkeve holê. Bila vê carê kurd bi dengekî xurt û bi serbilindî pasedema xwe û Kurdistana xwe bistînin!
Pîroz be biryara referandûma serxwebûna Kurdistana Basûr!
Bijî serxwebûn!
Bijî yekitiya hêzên kurdistanî!
Fettah Timar
Serokê Gistî yê Komela Pistgiriya HAK-PAR ya Ewropa
Dengê Kurdistan