Nivîsar

Komela YASA û Mamosteyên zimanê Kurdî

Xwendewanên heja û qedirbilind, Ez berê bi zaravayê dimilî dipeyîvîm. Min zaravayê kurmancî jî nedizanî. Dewleta Tirka zimanê me qedexe kirî bû. Me nedikarî bi zimanê dê û bavên xwe bixwînin û bipêyivin.

Pasê ez bi rewsenbîrek Kurd ra zewicîm û cem wî zaravayê kurmancî hîn bûm. Ji panzdeh salan virda ye, ez car caran bi zimanê tirkî , car caran jî bi zimanê kurdî dinivîsînim.

Bi salan e ez bi alikariya zilamê xwe û bi xîreta xwe, roj bi roj zimanê xwe pêsta dibim. Ez di van rojan da hê zêde bextewar im ku, saya serê Komelâ YASA û zaningehê Bonnê, hê zêde tist hîn bûm. Saya serê qursa zimanê Kurdî, turikê min roj bi roj hê devlemend bû.

Ev qursa ku ez bestar bûm. Bi alîkarîya rêxistina YASA û Komeleya Raman a Xwendekarên Kurd li Zanîngeha Bonnê, jibo mamosteyên zimanê kurdî hati bû amadekirin.

Armanca qursê ew e: Kesên ku zimanê kurdî dizanin, li ser rêzimana zaravayê Kurmancî werin perverdekirin û bibin mamosteyê zaravayê kurmancî. Zaravayê kurmancî, wek zimanek biyanî li dibistan û zanîngehên Elmanyayê da bi sagirt û xwendevanan bidin fêrkirin.

Bernameya qursê wuha bû: Berî her tistî di 31.03.2012-ê da, seminerek hat amade kirin. Di destpêkê da, rêvebir, profosor û besdarên qursê hev nas kirin.

Em bist û çar kes li Zanîngeha Bonnê di roja, 10-21ê îlonê 2012-ê da besdarê vê seminere bûn. Ev qurs ses meh domand. Di nava van ses mehan da gelek xebatên giranbûha hatin kirin.

Di dawiya qursê da ezmûnekek (imtihanek) devkî û yek jî nivîskî, wê pêk bê. Kesê ku bi ser bikevin, wê bawernameyeke morkirî, ji Zanîngeha Bonnê bigrin. Ev kes dikare saya vê bawernamê, di dibistan û zanîngehên Elmanyayê da, mamostatîya zimanê Kurdî bikin.

Emrê wan çi dibe bila bibe, divê her kurd, zimanê dê û bavên xwe bas hin bibin. Em zimanên bîyaniyan hîn dibin, lê yê xwe hîn nabin. Ev kêmasîyek mezin e. Ev tist xîyala min ê herê mezin bû. Ez gihîstime armancêke pîroz.

Êdî ez dikarim bêjim, min dermanê êsa xwe dîtî ye. Êdî ez Kurdî xewn dibinim. Ez êdî bi dilgesî radizim û bê ês radibim.

Ez dixwazim ji berpirsiyarê komela YASA û RAMANê ra spas bikim. Pasê jî Prof. Frau Ortmann, Jiyan Badrakhan, Fewzi Dilber û Nissrîn Emir, Dr. Zerdest Xaco, Dr. Kamiran Bekes, Evin Julî ya Badrakhan, Dr. Celîlê Celil û Huseyîn Aguîçenoglu ra sipas dikim.

Di daviyîye da ez bi kurtî dixwazim bejim, Nevîya Mîr Kamiran Bedirxan û Nevîyê Cigerxwin, di rîya bav û kalikên xwe da, bi gernasî dimesin. Ruhên ecdadên xwe ges dikin. Ji ber ku karekî pîroz dikin.

Ew kesên ku navên wana di vê nivîsê da derbaz bûye, bi rastî bi fidakarî karek netewî dimesînin. Ev ji tev Kurda ra serbilindî ye, serfirazî ye.

Jibo vê sedemê divê Kurdên welatparêz alikarîya wan komalan bikin, da ku hê xebat xurt be û pês da here.

Têbinî: Ger kî dixwaze salek pasê besdarê vê kursê be, dikare bi Fawzi Dilbarê ra tekili çêke. ; dilovan@uni-bonn.de

Necla Çamlibel

Balkêş e ?
Close
Back to top button