Komelên Kurd li Kopenhagenê besdarî Festîvala Navnetewî bûn

Yilmaz Yildiz / Kopenhag
Duh di 23.08.2014’an de li bajarê Kopenhagenê dîsan festîvala navnetewî hebû. Festîval di bin navê ‘Smag Verden’ (Cihanê tahm bike) de hat lidarxistin. Ev bi salaye ku Saredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagenê vê festîvala navnetewî lidardixê, ku tê de bi dehan komel û xwaringehên bîyanî besdar dibin. Îsal jî dîsan zêdeyî 60 komel û xwaringehên bîyanî, ku navnîsana wan li bajarê Kopenhagenê ye di festîvalê de besdar bûn û xwarin û çand û kultûra xwe pêskêsî nîstecîyên bajêr kirin.
Îsal 5 komelên kurdî li gel hev bi du çadiran besdarî festîvalê bûn. Komelên ku besdar bûn ev bûn: KOMKAR-DK, Însîyatîfa Kurd li Danîmark, Komela Kultûrî a Kurdên Sûrîyê, Komela Afretanî Kurdistan û Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark.
Hemû komelan li gel hev çand û kultûra kurdî dan nasandan û li ser kar û xebatên xwe agahdarî dan xelkê, lê îsal armanca hebûna kurdan li wir a sereke tenê agahdarî li ser rewsa Basûrê Kurdistanê bû û xasima jî rewsa Singalê.
Hemû komelan li ser rewsa koçberên Kurdên Êzîdî li Herêma Kurdistanê û komkujîya ku ji alîya DAIS’ê ve hatî serê Civaka Êzîdî li Singalê rawestihan, alîkarî kom kirin û di derheqê vê karêsata hovane de belavok belav kirin û agahdarî dan xelkê. Herweha jî li ser rewsa Kurdistanê û daxwaza serxwebûna Kurdistanê agahdarî hatin dayin.
Festîvalê îsal tenê rojekê dewam kir û di nava rojekê de gelek kurd û nas û dostan çadira kurdan zîyaret kirin û pistgirîya xwe dan nîsandan.
Hêjayî gotinêye ku kurdên li Danîmark teva di vê demê de ketine nava tevgerê û ji bo Êzîdîyên Singalê alîkarîyê kom dikin.
Dengê Kurdistan