Nûçe

Komeleya Çandî û Hunerî ÇIRA ‘Kurte Konser’ Lidarxist

Komeleya Çandî û Hunerî ÇIRA ya AMED ê, di çarçoveya çalekiyên roja yeksemê de ‘Kurte Konser’ lidarxist. Konsera ku li avahiya ÇIRAyê ya Amedê, ji aliyê ‘Koma Dengê Ciwanan’ ve hat li darxistin, bi bestarbûneke girseyî û bi cosî derbas bû.

Kurte Konser, bi besdarbûna endam û rêvebirên komelê û girseyekî ji gel destpêkir. Di Konserê de ji stranên gelerî û çanda kurdî stran hatin gotin.

Di destpêka konserê de Rêvebirê Komeleya Çira Civanroj Oruç, xêrhatin li mêvanan kir.

Konser bi stranên ku hatin gotin bi cosî berdewam kir û gihîst encam.

Dengê Kurdistan

Back to top button