Nûçe

Komeleya Çandî û Hunerî ÇIRA Nemir Mistefa Barzanî Bibîranî

Li Amedê, Komeleya Çandî û Hunerî ÇIRA, di 33-emîn ji nav me koçkirina Nemir Mistefa Barzanî, bi merasîmek bibîranî. Çalekiya kul i avahiya Komeleyê hat lidrxistin de sop û jiyana Nemir ji besdaran re hat ravekirin.

Merasîma ku bi besdarbûna, siyasetmedar û niviskarê Kurd Derwêsê Sado, Mele Arîf, Mele Omededin, Serokê Komeleya Çandî û Hunerî Çirayê Ramazan Moray, rêvebir û endamên Komelê destpêkir de, têkosîn û Kurdperweriya Nemir Barzanî hat ravegotin.

Di bibîranînê de, axaftina destpêkê, Serokê Komeleya ÇIRA Ramazan Moray kir. Moray di axaftina xwe, qal û behsa, jiyana nemir kir û girîngiya rola wî ya di dirokaKurd ûKurdistanê de anî ziman.

Moray axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘Gel û civak, bi bermayîyên dîrokê pêseroja xwe ava dikin. Di dirêjahiya dîrokê de, gellek bûyerên bas û ne bas pêk hatine. Di dîroka gelê Kurd de jî gellek bûyer û kes hene ku ew, îro û di pêserojê de, ji me re, rê nisan didin.

Barzaniyê Nemir, hemû jiyana xwe di nav têkosîn û berxwedana rizgarî azadiyê de buhartiye. Ew, ji yên beriya xwe fêrî têkosîna doza azadiyê bûbû û wî, ew tist fêrî nivsên pêsêrojê kir. Nemir Barzanî û sopa wî jî, ji bo gelê Kurd, xwediyê wateyeke giranbuhaye. Wî sopa azadî xwazên gelê Kurd yên beriya xwe ji xwe re minak girtiye û ji me nivsên nû re sopeke ku gellek fêmberî jê bên derxistin histiye.

Nemir Barzanî, heta dawiya temenê xwe vê têkosîna xwe didomîn e. Ji bermayî yên têkosîna wî, ev roj Perçeyekî Kurdistanê mafên Federalî bi dest xistiye û azade. Divê sopa wî ji me hemûyan re bibe fêmberî.’

Pistî axaftina Moray, Siyasetmedar û Nivîskarê Kurd Derwêsê Sado Jî axaftinek kurt kir. Sado di axaftina xwe de bi kurtasî behsa jiyana Nemir kir û wiha got: ‘Ne mümküne ku ez, yek ser seranserê hemû jiyan û kirinên Nemir Barzanî û kirine wî yên bêhempa sîrovebikim. Lê divê her Kurdekî, bi taybet ciwanên Kur dli ser jiyana Serok Barzanî mikûr bibin û li ser jiyan û têkosîna wî lêgerîn û lêkolîn bikin. Sopa wî, sopa azadîxwaziya Kurd û Kurdistan e.’

Bibîranîn bii xwendina helbesta ku ji aliyê Mele Omededîn û slayta kut ê de jiyana nemir hatibû hunandin xilasbû.

Dengê Kurdistan

Back to top button