Nûçe

Komeleya ÇIRA ya Amedê seva pistgiriyê lidarxist

Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA ya Amedê, di 26ê Kanûna Duwem de, li Restauranta Kent Parkê ya li Amedê seveke pistgiriyê li darxist. Seva Pistgiriya ÇIRAyê bi besdarbûna endam, alîgir û dostên Çirayê pêk hat.

Sev, bi axaftina rêvebirê Komeleyê Sîrvan Das destpêkir. Sîrvan Das pistî ku xêr hatin li mêvanan kir û got ku ‘Komeleya Çira ji kevnesopiyeke nêzîkî çil salî ye tê, ku ev xet ji destpêkê heta niha ji bo pêsvebirin û xemilandina ziman, çand û edebiyata kurdî bi israr xebat mesandiye û kovar, rojname, pirtûkên bi kurdî çap kiriye. Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAya Amedê jî yek ji berhemên xebatên vê kevnesopiyê ye.’

Das, pistî axaftina xwe bangî Serokê Komeleya ÇIRAya Amedê Burhan Denîz kir ku axaftinekê bike. Denîz, ji bo besdarbûn û pistgiriyê spasiya mêvanan kir û axavtina xwe wiha domand. ‘Komeleya ÇIRAya Amedê nêzîkî heft salan e ku li gor hêza xwe û bi awayekî mutewazî di warê wêje, çand, huner, ziman, dîrok û siyaseta kurdî de xebat dimesîn e. Hûn dizanin ku di jiyana gel û neteweyan de dezgeha herî bilind dewlet e. Ji ber ku kurd xwedî dewlet nîn in, girîngiya dezgehên sivîl û demokratîk dertê ber me. Neteweyekî ku ne xwedî dewlet be, dê bi saya dezgehên sivîl û demokratîk bikaribe hebûn û nîrxên xwe biparêze. Ev dezgeh jî bi pistgiriya endam û alîgirên xwe li ser piyan dimînin û xebat dimesînin. Komeleya Çira jî heta niha bi pistgiriya endam û alîgirên xwe xebatên xwe birêvebiriye.’ Denîz, di dawiya axaftina xwe de bang li endam û alîgirên komeleyê kir ku mil bidin xebatên wan.

Serokê HAK-PARê Rêzdar Kemal Burkay peyamekê ji bo sevê sand û di peyama xwe de ev xal anîn ziman. ‘Ez hewldanên Çirayê yên ji bo jiyandin û pêsvebirina çanda me û ligel vê yekê xebatên wê yê ji bo tekosîna maf û azadiyan a gelê me girîng dibînim. Ez hêvîdar im ku wê seva we bi serkeftî xilas bibe.’

Yek ji peyamên ku ji bo sevê hatibû jî ya Sekreterê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê Rêzdar Mesut Tek bu. Tek di peyama xwe de got ku ‘Komeleya Çirayê di warê çand, huner ziman û tarîxa kurdan de xebatên girîng pêk aniye û hewl dide ku rê li ber têkçûna nirxên gelê kurd bigire. Sik tune ye ku ji îroj û pêve jî, dê ÇIRA xebatên xwe yên di warê çand û hunera kurdî de bidomîne û mil bide tevgera gele kurd.’

Pistî xwendina peyaman, Endamê Meclîsa HAK-PAR-ê Mahmut Doger, bi mebesta bîranîna têkoserê Riya Azadî Yilmaz Demîr helbestek xwend. Yek ji kesên ku helbest xwend jî Nacî Kizil bû.

Di sevê de Koma Muzîkê ya ku ji ciwanên komeleyên pekhatibû jî, desteyek ji stran û kilamên kurdî pêskêsî mêvanan kir. Mêvanên sevê bi kilam û stranên komê dîlan girtin û sev bi vî awayî bi dawî bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button