Nûçe

Komeleya ÇIRAya Amedê ji bo pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî mesek bi çiraxan li darxist

Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAya Amedê, bi boneya pîrozbahiyên Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî; di 21ê Sibatê de çalakiyek li darxist. Çalakiya Komeleya ÇIRAyê, bi besdarbûna girseyeke mezin, bi vêxistina çiraxan (mesale) û bi xwendina stran û qîrîna dirûsmeyan pêk hat.

Di çalakiya ku li ber ACZ Plazayê de, birêvebirê komeleyê Hanîfî Eren daxuyaniyek xwend. Pistî xwendina daxuyaniyê, endam, alîgir û besek ji gel bi çiraxan, ji ber ACZ Plazayê hetanî ber ÇIRAyê mesiyan. Di mese de girseyê strana ‘Zimanê kurdî’ xwend û dirûsmeyên wek ‘Zimanê me rûmeta me ye, bê ziman jiyan nabe, bijî azadiya Kurdistan’ qîriyan.

Pistî ku girse gihîste ber Komeleya ÇIRAyê, çalakî bi dawî hat.

Daxuyaniya ÇIRAya Amedê ya derbarê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî de wiha ye.

Ji Raya Gistî û Çapemeniyê re

Sima xêr ameyî

Ziman, yek ji hêmanên sereke ye ku taybetiya takekes û mirovan derdixe holê. Ger hûn bixwazin civakekî an ferdeki ji yê din cûda bikin, hûn dikarin vegerin li zimanê wan binihêrin. Ziman xezîneya herî dewlemend a mirovahiyê ye.

Ji ber vê yekê ye ku di serdema modernîteyê de desthilatdarên ku xwestin neteweyekî bikin bin nîrê xwe û wan tûne bikin; di serî de bi hemû hêza xwe hewl dan ku zimanên wan qedexe bikin û bi vê riyê jî wan asîmîle bikin.

Di serdema ku em tê de dijîn de hîn jî li ser gelek zimanan polîtîkayên asîmîlasyonê û tunekirinê tê mesandin. Ji ber polîtîkayên tunekirin û asîmîlasyonê nêzîkî 3000 ziman li ber wendabûnê ne

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an de bi mebesta ku ev xeteriya li himberî zimanan ji holê rabe, ji bo ku polîtîkayên asîmîlasyonê, zordestiyê û qedexekirinê yên li ser zimanên zikmakî yên hindikayî û gelên bindest bêne rakirin, 21ê Sibatê wek ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’ pejirand.

Rêzdaran,

Mirov bi saya zimên bîr û rayên xwe, ês û dilsadiyên xwe bi hevûdu re parve dikin. Ziman raman e, lihevdûkirin e. Bi saya zimên berhemên hatine afirandin neqlê nifsên nû dibin. Ziman bîra mirovahiyê ye. Bi saya zimên mirov xwe binav dikin. Ziman nasname û nîsana hebûna mirov û gelan e.

Zimanê kurdî ji avakirina komarê heta niha li himberî polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê li ber xwe da. Her çiqas di van salên dawî de, bi vekirina TRT-6ê, besên kurdî yên zanîngehan û pejirandina mafê parastinê yê bi zimanê zikmakî, hin gavên ku mirov dikare erênî bihesibîne hatin avêtin. Lê li Tirkiyeyê di serî de gele kurd ku hejmara wan nêzîkî 20 milyonî ye û hindikayiyên dine nikarin zimanê xwe bi azadî bikarbînin. Zimanê kurdî hîn jî di destûra bingehîn de wek zimanekî fermî nehatiye binavkirin. Zimanê kurdî hîn jî di warê perwerdehiyê û qadên din ên fermî de qedexe ye.

Tirkiye, pêwîstiyên Peymana Lozanê bi cih nayne. Di xalên 39 û 40î yên Peymana Lozanê de, di hemû qadên jiyanê de bikaranîna zimanên neteweyên li Anatoliyayê dijîn bi awayeke resmî hatibû qebûlkirin. Lê mixabin 90 sal e ev bi cih nayên. Her wiha, li gor Peymana Mafên Zarokan a ku ji aliyê Tirkeyê ve jî hatibû morkirin, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wek mafeke zarokan ê xwezayî hatiye pejirandin. Lê careke din mixabin, Tirkiyeyê xala 30an a vê peymanê nepejirandiye.

Lê em dizanîn ku ziman, di nav civakê de dijî, zînde û dewlemend dibe. Ger neteweyek û takekesên wê civakê xwedî li zimanê xwe dernekevin, tu hewldanek û zagonek têra jiyîna wî zimanî nake. Divê carekê, em kurd xwedî li zimanê xwe xwedî derkevin.

Dîsa em hêvîdar in ku; hikumeta heyî ya AKPê jî dev ji polîtîkayên kevneperest berdin. Hewcedariyên peymanên navneteweyî yên ku ji aliyê dewletê ve hatine mor kirin berdin. Di prosesa çêkirina destûra nû de zimanê kurdî û zimanên din yên li Tirkiyeyê hatine qedexekirin bi aweyeke fermî bipejirînin da ku wek zimanê perwerdehiyê bên bikaranîn.

Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî pîroz be.
Roja Ziwanê Zikmakî ya Navneteweyî pîroz be.

Komeleya Çand û Hunerî ya ÇIRAya Amedê

Dengê Kurdistan

Back to top button