Nûçe

Komeleya ÇIRAyê Seveke Pistgiriyê lidardixist

Li Qesra Erdebîla Amedê, Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAya Amedê, bi mebesta hevkarî û alîkariyê; seveke sahiyê lidarxist. Di sevê de pistî hin axaftinan, komên Muzîkê û hunermendên kurd derketin ser dikê û besdaran cosandin.

Di sevê de 40-emin salvegera Partiya Sosyalîst a Kurdistan jî hat pîroz kirin û dûrismên wek ‘Bijî azadiya Kurdistan, her tist ji bo azadiya Kurdistan, bijî riya azadî, bijî PSK, bijî Çira’ hatin berzkirin. Di seva hevkarî û sahiyê de Nevzat Karakeçî axaftinek kurt kir.

Karakeçî, di axaftina xwe de balkisan ser çendî mijaran û pêwistiya yekitiya hêzê kurd bilêv kir. Karakeçî dazanîn ku kurd bi hevkarî û yekîtiyê dikarin bigihên mafên xwe û anî ziman ku neferên Riya Azadî û ÇIRAyê her tim bi vê hismendî û hisyariyê tevgeriyan e.

Dîsa, Karakeçî balkisand ku her destkeftinek ku kurd bi dest bixin, wek destkeftinên hemû kurdan qebûl dikin û diyar kir ku li Basûrê Kurdistanê, kurdan mafên xwe yên neteweyî bidestve anîne û niha jî li Rojavayê Kurdistanê bingeha derfetên dîrokî derketinê holê; divê kurd wêderê nekin meseleya desthilatdariyê û ji bo berjewendiyên neteweyî tevgerên xwe di çav re derbas bikin.

Di Sevê de Cîgirê Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê Bayram Bozyel jî axaftineke kurt kir. Bozyel di axaftina xwe de diyar kir ku desthilatdariyên fasîst û diktator, siyasetên hovane û bêedalet dema xwe tije kirine û êdî nikarin berdewam bikin. Bi siyeseta bidestveanîna maf û azadiyan, dê kurd mafên xwe bidestvebînin û bi riyên astiyane têkosîna çareserkirina pirsgirêkên xwe bidin û çareser bikin.

Bozyel, balkisand ser hilbijartinên herêmî û anîziman ku bi pistgirîdayîna HAK-PARê; bindest, alîkarî didin rastî û têkosîna azadiyê. Di hilbijartinên herêmî de, bi namzetên xwe, ew dixwazin bi pistgiriya gelê xwe bi ser bikevin û xizmeteka layîqî wan bidin wan.

Peyamên Nivîskar Dr. Eskerê Boyîk, Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan Mesût Tek, Serokê KOMKAR eu’yê Kovan Amedî, Rêvebirê KURD-KAVê Behçet Epözdemir, KOMKAR Swîsre, KOMKAR Swêd, KOMKAR Almanya, KOMKAR Londra, Malperên Dengê Azad, Dengê Agirî, Radyoya Riya Azadî ku ji bo pistgiriya sevê hatibûn sandin hatine xwendin. Seva ÇIRAyê ji aliye Radyoya Riya Azadî ve bi zindî hate wesandin.

Pistî axaftinan Koma Çira, Mizgîn Kiliç, Sulêyman û Sabahattîn Xoce derketin ser dikê û besdaran cosandin. Sev bi muzîk û dilanê heta dereng berdewam kir.

Dengê Kurdistan

Back to top button