Komeleyên KOMKARê li welatên Ewropayê: ROJ ROJA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ YE!

Di roja 25 ê îlonê da, li gor biryara hevbes ya Serokatîya Herêma Kurdistanê û partîyên siyasî ”Referandûma Serxwebûnê” tê çêkirin.
Ev referandûm yek ji bûyerên herî giring û pîroz e ku di tevaya dîroka gelê me ya dûr û nêzîk da çêdibe. Armanca wê ew e ku bi riyeke demokratik îrada gelê Kurd ya derbarî serxwebûna Kurdistanê de derxîne ber çavan. Me, komeleyên KOMKARê hîna ji destpêkê da dilxwesîya xwe derbarî biryara çêkirina vê referandûmê da nîsanda bû û em careke dî dîyar dikin ku em vê gava han wek gaveke pîroz dibînin û pisgirîya wê ji xwe re wek erkeke netewî dizanin. Em amade ne ku, çi ji destê me bê, pêskêsî xizmeta wê bikin.
Hêvî û daxwaza me ew e ku piranîya gelê me yê Kurdistana Basûr roja 25ê Îlonê da herin ser sindoqan û ji serxwebûna welatê xwe ra bêjin erê. Rêjeya dengên ‘Erê” çend bilind be, wergirtina pisgirîya welatên cîhanê û herêmê jî dê ewqas hêsa û zêdetir be. Em bawer dikin ku gelê me bi gistî li ser vê qonaxa dîrokî agahdar û sîyar e û ew ê bi xurtî prosesa serxwebûnê pêsda bibe.
Ji bo ku firseta dîrokî ya lêhatî ku îro derketîye pês neteweyê me neyê revandin, divê hemû hêzên netewî, partî, rêxistin, sazî û kes pêkve pistgirî bidin ”Referandûma Serxwebûnê”. Divê herkes berjewendîyên netewî li pês berjewendîyên xwe bigre. Yên ku vê nekin dê ji alî dîrokê ve bên rûreskirin.
Em, rêxistinên Kurdistanî li dervayî welat jî dikarin dest bidin hev û bi yek dil û yek dengî pisgirîya Referandûma Serxwebûna Kurdistana Basûr bikin.
Li alîyê din, di serî da li Neteweyên Yekbûyî (UN), bang li hemû cîhanê dikin ku ji biryara gelê Kurd ra rêz bigrin û pisgirî bidinê.
-Roj roja serxwebûnê ye!
-Roj roja xîretê ye!
-Bijî Referandûma 25 ê Îlonê!
KOMKAR-Almanya, KOMKAR-Danimarka, KOMKAR- Swêd, KOMKAR-Ingiltere, KOMKAR-Hollanda
Dengê Kurdistan