Nûçe

Komîsyona Hilbijartinan: Dengê ERÊ % 92.73 ye

KDP.info / Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê encamên fermî yên destpêkê yên referanduma serxwebûna Kurdistanê askere kir û da xuyakirin, %92.73 xelkê dengê ‘Belê’ di referandumê de bi kar anîne û deng dane serxwebûnê.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê çarsemî 27ê Îlona 2017ê di konfranseke rojnamevanî de li bajarê Hewlêrê encamên fermî yên destpêkê yên referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihand.

Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê hejmara kesên xwedî mafê dengdanê bi gistî 4 milyon û 581 hezar û 225 kes bûye û ji wê hejmarê 3 milyon û 305 hezar û 925 kesan besdarî di referandumê de kirine.

Herwiha bi derxistina dengên betal, spî û dûrxistî ku nehatine hesabkirin, 3 milyon û 85 hezar û 935 deng dirist bûne û hatine hejmartin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê herwiha rêjeya wan dengan askere kiriye, ku ji ber hebûna kêmasiyan, an sasiyan û spîbûna wan nehatine hesabkirin.

Li gorî komîsyonê 170 hezar û 611 deng hatine dûrxistin, 40 hezar û 11 deng hatine betalkirin û 9 hezar 368 deng jî spî bûne û ji ber wê yekê nehatine hesabkirin.

Komîsyonê da xuyakirin, ku ji hejmara 3 milyon û 85 hezar û 935 dengên dirist, 2 milyon û 861 hezar û 471 kesan deng dane ‘Belê’ û serxwebûna Kurdistanê.

Herwiha 224 hezar û 464 kesan jî dengê ‘Na’ di referandumê de bi kar anîne ku dike %7.27ê rêjeya gistî ya dengan.

Dengê Kurdistan

Back to top button