Nûçe

Komisyona Navendî a Ciwanên HAKPAR’e civîya

Komisyona Navendî a Ciwanên HAKPAR’e di rojên 4-5.12.2014 yan li rêxistina Eyntabê civîya.

Di roveva Komisyonê de, nirxandina rudavên pistî kongreya 6. A HAKPARê; gengesîyên li ser bernameya xebatê u dabeskirina karubarên reveberîya komisyonê hebu. Komisyona navendî a Ciwanên HAKPAR’e,bernameya xwe a pistî kongreya 6’an a HAKPAR’ê li dawîyê bernama dema nu pejirandin.

Di civînê de ji hêlên curbecur 14 nuner besdar bun.

Kesên ku di civînê de besdar bun, evin:

Yusuf Servan Kizil (Berpirsê KomisyonaNawendî a Ciwananên ), Azat Atmaca (Eyntab/ Elîh) ,Rojda Kara (Mersin), Heval Yilmaz Temel (Dersim) , Yusuf Rodi Eren ( Wan), Metin Miraz (Agirî), Ömer Baylan (Istanbul Avrupa) , Dilan Senay (Istanbul Anadolu), Mustafa Vural(Amed) ,Faruk Topçu (Sakarya), Yasin Bingöl (Idir),Muhammed Rojhat Kizil (Sernex), Gülcan Turan (Ruha), Firat Kart (Edene)

Endamên komisyonê ji bona revebirina karûbarên komisyonê di nav xwe de xabatên xwe dabes kirin..

Li gor vê ye kê;

Jibo rêvebirina karen Herêma Marmara: Dilan Senay YILMAZ, Herêma Serhadê : Yusuf Rodi EREN, Herêma Feradê : Azat ATMACA,Herêma Dersimê: HEVAL Yilmaz TEMEL, Herêma Dicleleyê : Muhammed Rojhat KIZIL wezife hilgirtin.

Her wiha komisyonê biryar girt ku di sala 2015’yan meha Sibatê de,komcivînek ciwanan lidar bixe..Komisyona Nawendî a Ciwanan,biryar da ku ewil di wan nvaçeyande ku rêxistina Partîyê henîn de,komisyonên herêmî ava bikin u yên ku ji berêde hene,têkustir u xurttir bikin.
08.12.2014

————-
Komisyona Navendî a Ciwanên HAKPAR’e:
‘Tekosîna azadîyê,nefesek dirêje,hewceyê sebir u hostahîyê ye’

Em wekî civanên netewek ku welatê wan ji alîyê kolonyalist u emperyalistan ve hatiye parçe kirin u bi salan , zordarî,, asimilasyon u zêrandin, jê kêm nebuye ku dî van serd u mercan de jî, dîsa tekosîna azadîyê her tim bilind girtîye u serê xwe li bin darê zorê netewandîye ,emê bi destkevtî u ceribandinên dirokî a gelê xwe, ji bo avakirina paseroja azad u demokrat a gelê Kurd,dest bi tevgerê dikin u bire dikevin.

Em dizanin ku Tekosîna azadîyê,nefesek dirêje,hewceyê sebir u hostahîyê ye.

Nabe ku em tu wextek dil u çehvê xwe, hêza xwe, his u aqlê xwe ji armanca azadîyê veguhêzin .Her weha li himber dek u dolabên kedxwaran emê hisyarbin.Bi rêxistinek demokrat u sareza,di tekosîna sîasî de bi siwazek astîyane, emê zêdetir birêkevin u bimesin.

Emê, ne çawa ku kedxwar dixwazin,ji nirx u hêjanên netewî dur bikevin u bibin itaetkarê rejimê; ne bi du macareyan bikevin u weka alava kayê ku hildibe u hema pêre vedimre sewq bidin,ne jî durê his u zanîyarîyê, bi hestên xwe tevbigerin,her weha emê bi rik u hêrsa ku ji rê dertîne u mirov ji vî serî heta wî serî berba dike tevnegerin.

Em wek ciwanên HAKPAR’e,pês hemu tistek emê li dijî siyaseta asîmilasyonê (pisaftinê) rawestin u çand u zimanê xwe biparêzin.Emê di vî warî de bab u kalen xwe ji bo xwe nimune bizanin.

Em wek ciwanên HAKPAR’e,emê gernasên mina Ali ser, Zarife Xanim, Seyh Sait, Ihsan Nuri, Seyit Riza,Cibranli Xalit, Qadi Muhammed, Seyh Mahmudê Berzenci, Mele Mustafa Barzani ku bê tirs u serbilind, bi egîdî canê xwe fedayê rêya azadîyê kirine ji xwe re nimune bigrin.

Em wek ciwanên HAKPAR’e, emê her tim li cîhanê, alîgirê , ked u emeg, wekhevî, astî, edlahî, dadwerî u parastina hawîr bin. Emê li destkevîtîyên teknikî, birewerî u her cure zanîyarî u pêsketinan xwedî derkevin u di rêya azadîya gele xwe de ji wan sûd bigrin.

Em ciwanên HAKPAR’e,bas dizanin ,jibo serketina hemu tekosînan pês hemu tistek hewcedarî bi rêxistinek bas heye.Emê li gor daxwazîyên gele xwe u li gor hedef u bernameya Partîya me,li her hêlî birê kevin u hêza ciwanan div ê rê de zêdetir seferber bikin.

Îro gelê me li her parçeyêk Kurdistanê de, di bin êrîsên rêxistinên terorîst yên bi ser dewletên emperyalist u kolonyalist de ye.

Gelê me ku maf u berjewendîyê xwe yên sereke ji alîyê rejimên zordar ve hatîye zeft kirin,li, Basur u Rojava,ji alîyê rêxistina terörist DAIS ve di bin xeterek mezin de ye.

Li rojhilatê Kurdistanê,rejîma zordest a axunda (melayan),zilm u tedayek mezin bi ser gele me ve diresîne.Her wiha li Bakurê Kurdistanê, gele me , ji,perwerdeya bi zimanê dayik ku mafek sereke yê mirovane, bêpar e.Her wekî ku tê zanîn,hin dixwazin ku tekosîna gelê me li Bakur ji rêya rast derînin.

Em wek ciwanên HAKPAR’e,êrîsên li dijî Basurê Kurdistanê ku di rêya azadî upêsketinê deye,sermezar dikin u pisgirîya xwe peskes Basur dikin.

Her wiha Li Surîyê ku gelême ji ber terora dirinde a rejima ESED u êrîsên DAIS,bi hezaran terkediyar buye u buye penaber bi mêrxasî li ber xwe dide u bi berxwedanek pêt jîyana xwe diparêze,em bi dilsozî pistevanîya Rojavayê Kurdistanê dikin.Ew di doza xwe de mafdarin u wê serkevin.Em dixwazin ku li wir rêxistinên Kurdistanî pirsgirekên di navbera xwe de rojek zu safî bikin. Me divê ku hevdengîya DIHOK’ê birêve here u xera nebe.

Em wek komisyona ciwanên HAKPAR’e, bang li hemu ciwanên Kurdistanê dikin ku,rojek zutir dest bidin destê hev u li dijî mercên giranên gelê Kurd tekosînê bidin.

Komisyona Navendî a Ciwanên HAKPAR’ê

Dengê Kurdistan

Back to top button