Haber

KOMJIN: Bijî tekosîna jinên Kurdistanê ya bi rûmet!

Ferînaz Xosrewanî… Jineke Kurd a ciwan ya 25 salî. Li bajarê Mehabadê ya rojhilatê Kurdistanê, di otêlekê de wek teknîkera kompîtûrê kar dikir. Sîxurên dewleta Îranê yên ku xwe xwedî her cure maf û erkan didîtin, di ser da jî „mêranî’ya xwe bi kar anîn û xwestin tecawuzê Ferînaz bikin.

Jina ciwan, dema dît ku sîxur dê destdirêjiya wê bikin, bê sik derket qata çaran ya otêla ku lê dixebitî, xwe avête jêrê û ve mêkewek ber bi azadiyê firî.

Nalet li wan be, ku di vê ciwaniya te de, te ji bihara jiyanê ya teze veqetandin.

Em bas dizanin; jinbûn barekî giran e. Di ser da ji bo jineke Kurd ev bar hîn girantir e.

Em bas dizanin… Em ji kîjan parça Kurdistanê dibin bila bibin, dilê me her dem ji aliyê kedxwaran ve tê parçe kirin û kes dengê me nabihîse… Ji kirêtiya cizmên ku xeyalên me yên ciwaniyê û rûmeta me pêpes dikin, bas haydar in em.

Di kijan aliyê dinyayê dibe bila bibe, gava neheqî li jinek were kirin, hin „parêzerên mafên mirovan’ bi xurtî dengê xwe bilind dikin. Lê dema ku dor tê jina Kurd, em bas dizanin ew çawa kor û kerr dibin û tu dengek ji wan dernayê.

Lê tu di hembêza Kurdistanê û di axa dayika nistiman da rehet razê û bas bizane ku tu car ne tenê yî. Wek jinên Kurd yên KOMJINî, emê bibin qêrîna te ya bê deng û ya jinên Kurd yên wek te.

Em, rejîma kevneperest ya melayên Îranê û hemû dagirkeran sermezar dikin.

Silav li gelê Kurdistanê, ku li hember zulm û zorê li ser piyan e û ber xwe dide!

Bijî berxwedana Mehabadê!

Bijî tekosîna jinên Kurdistanê ya bi rûmet!

KOMJIN

****

Yasasin Kürdistanli kadinlarin onurlu mücadelesi!

Ferînaz Xosrewanî… 25 yasinda genç bir Kürt kadini. Dogu Kürdistan’in Mahabad kentinde bir otelde bilgisayar teknisyeni olarak çalisiyor. Kendilerinin her hakka ve güce sahip olduklarina inanan Iran istihbarat yetkilileri, bir de erkek olmanin ekstra puanlarini kullanarak Ferînaz’a tecavüz etmeye kalkistilar.

Böylesi bir saldiriyi maruz kalacagini anlayan genç kadin, tereddüt etmeden çalistigi otelin 4. katindan kendini bosluga birakip bir kus gibi özgürlüge uçtu.

Seni bu genç yasinda, hayatinin baharinda yasamdan koparanlara lanet olsun.

Kadin olmanin bedeli agirdir biliriz. Hele hele Kürt kadini olmanin bedeli ise çok daha agir.

Biliriz… Kürdistan’in hangi parçasinda olursak olalim, her zaman sömürgen güçler tarafindan yüregimizin nasil parçalandigini, sesimizi kimseye duyuramadigimizi, onurumuzun ve genç kizlik hayallerimizin ortasina basan çizmelerin igrençligini çok iyi biliriz.

Dünyanin herhangi bir yerinde bir kadin haksizliga ugradiginda bangir bangir bagiran, ayaga kalkan ‘insan haklari savunuculari’nin söz konusu Kürt kadinlari oldugunda nasil kör, sagir olduklarini da çok iyi biliriz.

Ama sen de sunu çok iyi bil ki, yanliz degilsin. KOMJIN’li Kürt kadinlari olarak bizler senin ve senin nezdinde birçok Kürt kadinin sessiz çigligi olmaya devam edecegiz.

Gerici Iran mollalar rejimi basta olmak üzere tüm sömürgeci güçleri lanetliyor, zulme karsi ayakta olan Kürdistan halkinin direnisini selamliyoruz.

Yasasin Mahabat direnisi!

Yasasin Kürdistanli kadinlarin onurlu mücadelesi!

Mayis 2015

KOMJIN

Dengê Kurdistan

Back to top button