KOMKAR Almanya: DAÎS´Ê Dîsa Erîsê Daweta Kurdan Kir!

Doh êvarê rêxistina xwînmij û xwînxwar DAÎS´ê li Rojavayê Kurdistanê bajarê Hesekê erîseke xwekuj li dijî daweteka Kurdan pêk anî. Li gor çavkanî û nûçeyan di vê erîsa hovane da 25 kesên sivîl jiyana xwe ji dest danê, nêzî 60 kes jî birndar bûnê. Ev ne cara yekemin e ku ev rêxisina hov û wînxwar ya DAÎS´ê erîsî dawatên kurdan dike, ji vir demek berê jî li bakurê Kurdistanê li bajarê Dîlokê (Entebê) dîsa DAÎS´ê erîsek xwekûj li dijî daweta Kurdan pêk anîbû û di wê erîsê da 51 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 80 kes ji birindar bibûn. Ev erîsana didin xuyakirin ku rêxistina DAÎS´ê li hember pêsmergeyên qahreman û çekdarên Kurdan nikarin bi serkevin, ji ber wê yekê jî bi hovane û çavsorî erîsê ser xelkê sivîl dike. Lê bila ev rexistina û dagirkên Kurdistanê bas bizanin ku gelê kurd ji bo azadî û rizgariyê welat û gelê xwe bi sedan sal e ku têkosîn dide û heya nuha ji gelê Kurd serê xwe li hember dagîrkeran û dewletên ku pistgirî didine DAÎS´ê, nikarin bi wan erisan doza azadiya gelê Kurdistanê rawestînin.
Gelê Kurd îro li hemû besên Kurdistanê, ji bo doza xwe ya rewa rabûyê ser piyan. Tu kes nikarê bi wan kiryarên qirêj û bi erîsên terorîstî pêsiya berxwedana gelê Kurd bigre. Em bangî rêxistinên Rojavayê Kurdistanê û bi teybeti ji bangî PYD dikin ku rojeki berê werin ba hev û di nav xweda yekitiki netewî pêk bînin. Li dijî dagîrkeran û Daîsê bi hevra kar û xebat bikin. Dîsa em bangî PYD dikin ku rê lipêsmergeyên Roj vekin ku li Rojavayê Kurdistanê li dijî dijmin ser bikin û xelkê xwe ji erîsan biparêzin.
Em wek Yekitiya Komeleyên Kurdistan-Komkar li Almanya, erîsa ku DAÎS´ê li Hesekê li diji gelê me pêk aniyê, bi tundî sermezar dikin. Ji malbatên sehîdan ra sersaxî dixwazin û ji birîndaran ra jî tendurustiyek bi lezgîn dixwazin.
-Bimrê rexistina DAÎS´ê!
-Biji Azadiya Kurdistan!
Yekitiya Komeleyên Kurdistan-KOMKAR Almanya
Dengê Kurdistan